erokatiya Herêma Kurdistanê piştî kuştina Hesen Nasralah hişyarî da û diyar kir ku “berdewamiya rewşê dê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser kuştina Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah a ji aliyê Îsraîlê ve daxuyanî da.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Em ji pêşhatên leşkerî yên li Rojhilata Navîn û hedefgirtina Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Seyîd Hesen Nasralah û hevalê wî gelekî bifikar in.
Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û hevxemê wan in.
Ev pêşhat ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê metirsiyên cidî durist dikin.
Em hişyarî didin ku berdewamiya vê rewşê ji bo hemû aliyan dê bibe sedema karesat û wêraniyên zêdetir.
Ji ber vê yekê em bangî her kesî dikin ku bi zanayî pêşî li xirabûna rewşê bigirin û aramiya herêmê biparêzin.”
Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.