Berdevka Baregeha Barzanî Dr. Xalîde Xelîl ragihand ku Serok Barzanî wek lêvegereke Kurdî di çareserkirina hemû kêşeyên ku li her devereke cîhanê rastî kurdan tên, xwedî roleke girîng e û got: “Girîngiyeke gelek mezin a rol û peyama Serok Barzanî wek lêvegerekê ji bo Kurdan heye. Ji ber ku ew xwedî ezmûneke mezin e di siyasetê de, bi taybet li wan welatên ku sîstema federalî dipejirînin, ku welatiyên Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di nav de, daxwaza avakirina desthilateke piralî, federal û demokratîk dikin.”
Berdevka Baregeha Barzanî ji K24ê re daye xuyakirin: “Niha yekrêziya Kurdan pir girîng e û serok Barzanî her tim tekezî li ser wê yekê kiriye ku pêwîst e Kurd daxwaza mafên xwe bikin û di destûrê de cih bigrin û mafên wan bên garantîkirin.”
Dr. Xalîde diyar kir “Piştî pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, divê em sûdê ji guhertinên heyî werbigirin, ji ber ku Kurd di serdema rejîma berê de nekarîn mafên xwe bi dest bixin. Desthilatdariya li wir takekesî bû û wek hemû hikûmetên dîktator, wekheviya mafan nas nedikir. Divê Kurdên Sûriyeyê vegerin ser destpêşxeriyên berê yên Serok Barzanî û ji pisporî û ezmûna wî wek lêveger ji bo Kurdan sûdê werbigirin.”
Li ser anîna hejmarek ji Kurdên Êzidî yên Efrînê bo Herêma Kurdistanê, Dr. Xalîde got: “Derbarê Kurdên Êzîdî yên ku ji Efrînê koçberî Lubnanê bûne û piştî êrîşên vê dawiyê yên li ser Lubnanê, rewşa wan xirabtir bûye, wan hawar û bangewaziya xwe gihandin Baregeha Barzanî û Serok Barzanî yekser fermana rizgarkirina van welatiyên Kurd ên Êzîdî da.”
Xalîde Xelîl got: “Em wek Êzîdî di rastiyê de, ji bilî Serok Barzanî ti kes ji me re nemaye, ji ber ku li her devereke cîhanê bersiva bangewaziya her kurdekî dide û piştgiriya wan û piştevaniya bidestxistina mafên wan dike.”
Xelîl destnîşan kir: “Me ew Kurdên Êzidî li ser 3 beşan ji Libnanê anîn Herêma Kurdistanê û rêya vegera Efrînê jî ji wan re vekirî ye eger daxwaza wan hebe biçin. Hejmara wan nêzîkî 250 kesan e û niha ew li kampekê niştecih in û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû pêdiviyên jiyana wan a rojane dabîn dike.”
Berdevka Baregeha Barzanî da zanîn: “Em ji bo tomarkirina navên wan, bi Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan li Sûriyeyê re peywendiyê dikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi erkê serkeftina vê proseyê û anîna van welatiyan û parastina wan radibe.”
Dr. Xalîde Xelîl bi bîr xist: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, çi li hundirê Sûriyeyê û çi jî li Herêma Kurdistanê, roleke berçav ji bo piştgiriya xelkê Efrînê kiriye.”
Dawiyê jî got: “Hemû eger li Sûriyeyê vekirî ne û eger hêzên li wir razî bibin çekê xwe deynin, dibe ku ev yek bibe gaveke baş ji bo çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd.”
PK