Serok Barzanî: Daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku cejn bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşewîst ên Kurdistanê kir.

Peyama Serok Barzanî:

Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşewîst ên Kurdistanê dikim.

Di vê boneya pîroz dem daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku xêr, xweşî û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê bîne û ev cejna pîroz bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê navçeya me û hemû cîhanê.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

15ê Hezîrana 2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *