Şerê Îranê û Îsraîlê, derfeteke nû bo xurtkirina Şoreşa “jin, jiyan, azadiy”ê .
N. Serbest Urmiye
Piştî kuştina Îsmayîl Heniye, rêberê taqima “Hemas” li Tehranê û her wiha kuştina Hesen Nesrullah, rêberê taqima “Hizbellah” a Libnane ku her du alî jî girêdayî bi rejîma Îranê bûn ji aliyê dewleta Îsraîlê ve, rejîma Îranê careke din gefên xwe jib ji hole rakirina dewleta Îsrayîlê xurttir kirin û jibo ku bi kiriyar jî ji gefên xwe xwedî derkeve, di 1ê Cotmeha 2024an de êrîşeke berfireh a bi navê “Operasyona Soza Sadiq 2” de, 181 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê. Armanca êrîşa han gelek armanc li seranserê Îsrayîlê bûn, nemaze di “Tel Aviv” a navenda desthilatdariya Îsrayîlê de. Di êrîşê, mûşekên Îranê li cihan ketin ku avahiyên vala bûn û yen din jî weke gerên berê hatin kontrol û pûç kirin.
Êrîşa han dîsan rejîma Îranê ji bilî cîhan û herêmê, di hindur de jî rastî pêkol û dubendiyê him di nava aliyên siyasî û him jî di civakê de aniye ku heke berdewam be dikare weke derfeteke din bo serhildana nerazîbûnê li dijî desthilatê di Îranê de mifah jê were wergirtin. Bi xasmanî ku pêtên agirê şoreşa “jin, jiyan, azadiy”ê di Îranê de hêj di Îranê de bigur in.
Lê di vir de pirsiyar eva ye ka gelo Êrîşên dewleta Îranê bo ser Îsrayîlê, çawan dikarin bibin derfet bo serhildan û xurtkirna şoreşê li dijî rejîma Îranê?
Ji bo ku em bersiva pirsiyara han bidin, hewceye ku were gotin ku şerê Îranê li dijî Îsraîlê, li gor pênaseya hegerên serhildana şer di navbera du hêz yan dewletan de, şerê îdeolojiyê ye. Lewma texmîn tê kirin ku çi serkewtinek bo rejîma Îranê çine be. Ji ber ku îdeolojiya ku bingehê şerê han tê xuya kirin, îdeolojiya desthilatê ye û piştî serhildana “Jîna”yê bi eşkere derket ku ideolojiya han êdî ji aliyê gel ve nahê şopandin ku rejîma Îranê bikare bike sedema hevgirtina gel û desthilatê di şerê dijî Îsraîlê de. Ji aliyeke din ve serhildan li dijî desthilata Îslamî ya Îranê, di çend salên borî de hebûye û bi serhildana “jin, jiyan, azadiy”ê, pê havêtiye qonaxeke nû. Şoreşa “jin, jiyan, azadiy”, bervajî serhildanên berî xwe, di heman demê de ku sînorênbendiyên rejîma Înarê jî hin ji aliyê ewlehiyê û him ji aliyên siyaseta serkutkirinê ve derbas kirin, karî di rêya dengvedana cîhanî de, aliyên nû weke piştevaniya cîhanî û beşdariya piralî ya hemû tex û qatên civakê, nemaze beşdariya jinan jî, ji şoreşê ve zêde bike ku hertim xurt bimîne û ji hemû derfetan mifahê wergire.
Êrîşa Îranê bo ser Îsraîlê dikare bandorên berfireh danê ser tevgera “Jin, jiyan, azadî” li Îranê , lê ev bandor girêdayî çend faktoran e ku hewceye bi dirustî werin şirove kirin û mifah jê were wergirtin.
1. Bizava civaka hindur: ji bo ku bizavên civakî di hindurê Îranê de li dijî rejîmê werin xurt kirin hewceye ku eniya nerazîbûna gel li rejîmê û dijî şer berîntir bê kirin. . Bi terzekê ku gel li şûna krîzên derveyî, rewşa hindur li ser daxwazên xwe bisekin bişopîne û bi lidarxistina meşên berfireh û giştî yên nerazî bîne, hêzeke din bidin tevgerê (şoreşa “Jîna”yê).
2. Jêldebirina asta hişyariya gel bo yekîtî û yekgirtinê: Jêhlelbirina asta agahiyan li dor êrîşên leşkerî dikarin hişyariyê li ser binpêkirina mafên mirovan û pirsgirêkên civakî di Îranê de zêde bikin. Ev yek jî dibe alîkar ku tevgerên civakî xurt bikin.
3. Piştevaniya navneteweyî : heke di encama şer de aloziyiyên zêdetir di herêmê de derkevin û civaka navnetewey î bala xwe bikeşîne ser aliyen binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, dibe ku tevgerên mafên mirovan bi taybetî tevgera “jin, jiyan, azadî” bihêztir bibe û zexteke zêdetir bikeve ser rejîma Îranê bê.
4. Morala giştî: heke aliyên nerênî yên êrîşa rejîma Îranê bo ser Îsrayîlê bi başî werin şirove kirin û gel ji merema desthilata Îranê di vê êrîşê de ku pitir piştevaniya aliyên şerxwaz ên girêdayî bi rejîme vê ye, were haydar kirin, vê demê ye ku yekîtiya gel li hember rejîmê û li dijî şer xurt dibe û ev şer weke şereke bêvêc tê hejmartin. Wê demê serhildan li dijî rejîmê cihê piştevaniyê li şer digire û dibe derfet bo xurtbûna tevgera azadîxwaziyê.
5. Kirîza aborî: Şer hertim bandoreke nerênî li ser rewşa abrorî heye û piraniya kirîzên aborî di heyamên şer de serhildidin. Di demekê de ku rewşa aborî ya Îranê di rewşa herî xirab di çend salên borî deye û hêla destkurtî û hejariyê heta diçe berfirehtir dibe. Hewceye ku bala giştî ya civakê bo srer vê çendê were rakişandin. Di vê demê deye ku hizra giştî ji bilî ku li hember rejîmê disekine, alîkariyeke jî bo xurtkirina tevgera “Jin, jiyan, azadî”ê .
Bi giştî bandora êrîşê bo ser Îsraîlê li ser tevgera “Jin, jiyan, azadî” di Îranê de aloz û piralî ye û girêdayî ye bi wan fakterên ku hatine ber bas. Lewma heke hêz û aliyên siyasî, nemaze hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bikarin di eniyeke hevgirtî de, fakterên han li gor rewşa niha ya Îranê him di ware herêmî û cîhanî de û hin di warê navxwe û civaka bindestê rejîmê de şirove bikin, mirov dikare bêje ku pêngehek bilind ber bi serkevtinê ve havêtine.