Şerê îradeyê yê Amerîka û Îranê li Îraqê

Hevrikiya Amerîka û Îranê li Îraq û Herêma Kurdistanê her diçe tundtir dibe. Armanca Îraniyan ne tenê vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê ye lê nola senaryoya Efxanistanê, Îran dixwaze Amerîka bi awayekî rezîl û riswa ji Îraqê vekişe.

Îran hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê wekî metirsiyeke stratejîk li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne û dixwaze di vê dema guncav de wê metirsiyê ji holê rake.

Ev yek dê destên wê li seranserê welatê Şamê veke, piştgiriya Amerîkayê ji Erebên Kendavê re qels bike û li gorî şert û mercên Îranê binesaziyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike.

Îran hest bi qelsiya rêveberiya niha ya Amerîkayê dike, xasma di vê sala hilbijartinan de. Ev jî di demekê de ye ku bala Amerîkayê çûye ser hin mijarên din, di nav de şerên Ukrayna û Xezeyê. Ew dizanin jî ku Amerîka hîn jî bi hêvî ye (rast an nerast) ku bi Îraniyan re li ser çend mijarên ewlehiyê li hev bike.

Dibe ku ev pencereya firsendê paşê were girtin, nemaze heke Donald Trump careke din were hilbijartin. Ji ber vê yekê, li gorî wan dem hatiye ku lîstikeke giran bilîzin û li seranserê Rojhilata Navîn zexteke herî zêde li ser Amerîkayê çêbikin.

Ew di wê baweriyê de ne ku Amerîka wekî her tim li Îraqê, dikare bikeve bin zext û fişaran de, ji zêdebûna aloziyan dûr dikeve û dema ku tola xwe jî hildide dê li cihên din ên dûrî Îranê li çekdarên dûvelank bide ku ji Îranê re hêsan e dev ji wan berde.

Lê dîsa jî Îran naxwaze Amerîka di warê dîplomasî û aborî de bi temamî ji Îraqê were derxistin, ji ber ku ev yek zirarê digihîne berjewendiyên Îranê bi xwe jî.

Îraqeke veqetandî û têkçûyî ji bo Îranê ne baş e, Îraneke ku hîn jî pêdiviya wê bi Îraqê heye da ku xwe neyekser bigihîne Rojavayê. Îran, Îraqê hem ji bo têkbirina cezayên Amerîkayê û hem jî piştgirîdayîna hêzên alîgirên xwe yên li seranserê Rojhilata Navîn bi kar tîne.

Ji aliyê din ve, Amerîkî naxwazin di vê dema girîng de (yan jî qet naxwazin) ji Îraqê derkevin û her dema ku biryara vekişandina hêzên xwe bidin, dê bi şert û mercên xwe û di dema ku ew bi xwe hildibijêrin de derkevin.

Ji bo Amerîkayê hebûna wê ya leşkerî û ewlekarî li Îraqê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e, ne tenê ji bo şerê DAIŞê û çavdêriya Îranê lê herwisa ji bo piştevanîkirina baregehên xwe yên li welatê Sûriyeyê jî.

Ger ew bi lez û bez bên dehifandin ji bo ku bi rezîlî û riswayî ji Îraqê derkevin, dê valahiyeke ku ti hêzeke Rojavayî nikare dagire li dûv xwe bihêlin û Amerîka jî dê bi salan û bi deh salan venegere. Li gorî dîtina Amerîkayê, çûneke bi vî rengî dê ne dostane be û dibe ku Îraq ji encamên wê yên neyînî qet rizgar nebe.

Hevkarên Ewropî û hevkarên din ên Hevpeymaniya Navnetweyî jî di vê mijarê de xwedî pişk in. Wan bi salan veberhênan li ser aramî û yekparçeyiya Îraqê kiriye, bi hev re bi milyaran dolar û canê gelek leşkerên xwe jî kirine qurbanî. Tenê ji ber ku hêzên Amerîkî sîwaneke ewle û binesaziya leşkerî li Îraqê peyda kir, wan karîbû piştgiriyê bidin Îraqê. Çûna Amerîkayê dê wan jî neçarî çûnê bike.

Hevkarên hevpeymaniyê di wê baweriyê de ne ku wan bi ked û zehmetiyê pêgeha xwe li Îraqê bi dest xistiye, loma jî mafê wan heye ku dengê wan were bihîstin û dilgiraniyên wan neyên paşguhkirin.

Îraqa nazik di navbera çiya û zinarekî de asê maye. Ji aliyekî ve nikare li hember hegemonyaya Îranê derkeve û ji aliyê din ve jî nikare dev ji zilhêzeke serhişk ku dikare Îraqê heta asta têkçûnê ceza bike, berde.

Îraq ne amade ye Amerîka û hevalbendên wê yên hevpeymaniyê ji axa xwe biqewitîne. Hîn jî nikare pêşî li gefên ewlekarî yên DAIŞê yan jî komên çekdar ên mîlîs ku xwedî mûşek û dron in, bigire.

Bi derxistina  du hezar û 500 leşkerên Amerîkî ku li Îraqê mane, di bin zexta Îranê de, dê Îraq wê niyetpakiya biçûk ku hîn jî li Washingtonê jê re maye, winda bike.

 Îraq ne wekî Îranê ye, pir naziktir an lerzoktir e ku bikare xwe li ber ceza, dorpêçên aborî û dîplomatîk bigire.

Lîder û serkirdeyên Îraqê dizanin ku eger daxwazên komikên çekdar ên alîgirên Îranê pêk bînin û Amerîkiyan derxin, jê û bi şûn de ne diyar e ka armancên paşerojê yên wan komikan dê çi bin. Aliyên Kurdî û Erebên Sunî jî di wê baweriyê de ne ku piştî Amerîkiyan dê dor were ser wan û ew jî di lîsteya armacgirtinê de ne.

Dema ku hevkarên koalîsyonê bi darê zorê bên derxistin, Herêma Kurdistana Îraqê dê herî zêde hest bi qelsî û lawaziyê bike. Komikan ne tenê baregehên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc lê bombe avêtin nêzî ofîsên serkirdeyên Kurd û wan rasterast êrişî sermayedarên herî mezin ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir û yek ji wan tevî mêvan û endamên malbata wî şehîd xistin.

Bêguman, divê hikûmeta Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî pir nîgeran be ku Îraq bûye qada şer di navbera du hêzên qerase de, yek ji wan cîranekî daîmî lê serdest û ya din jî zilhêzeke cîhanî ya hevpar.

Ev hikûmet vêga bi qestî hatiye mijûlkirin û ji cîbicîkirina bernameyên welatê xwe hatiye veqetandin. Ya xerabtir jî piştgirên sereke yên siyasî yên hikûmetê, ango hêzên Çarçoveya Hevahengiyê, erkê serokwezîr ji bo destpêkirina pêvajoyeke pêbawer a vekişîna Amerîkayê hîn dijwartir kiriye. Ew îdia dikin ku piştgiriyê didin rêbaza hikûmetê lê di heman demê de kampanyaya populîst a dijî Amerîkayê germ dikin û kiryarên neqanûnî yên komikên milîs diparêzin.

Serokwezîr êrişên li ser baregehên Amerîkî wekî “teror” bi nav kirin, di heman demê de gelek endamên Çarçoveya Hevahengiyê ew êrîş rewa û dadperwer dîtin. Ne veÅŸartî ye ku komên alîgirên ÃŽranê (di nav de serkirdeyên komên çekdar) niha li ser desthilatên qanûndanîn, cîbicîkirin û dadweriyê serdest in û vê dawiyê jî li ser encûmenên parêzgehan li seranserê ÃŽraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) serdest bûn.

Vêga aktorên hikûmî mîna dewletê tev digerin, siyasetê li ser dewletê ferz dikin û pêşî li reforman digirin. Bi vê bandora serhişk, ji bo hikûmeta Îraqê hemûyan razî bike û bi awayekî serketî ji krîzê derkeve, derhozeyek pêwîst e.

Herwiha, hikûmeta Îraqê dikare pêvajoyeke rewa bişopîne û rijdiyê li ser çareseriyên ku girîngiyê didin Îraqê û Îraqê ji pêşbaziya zilhêzan diparêze, bike. Divê Îraq bêyî sînor an destnîşankirina demeke dawî seba lihevkirina bi Hevpeymaniya Navdewletî re danûstandinê bike.

Pêwîst e gotûbêjeke berfireh bide destpêkirin ji bo beşdarkirina hemû hevkarên Hevpeymaniya Navneteweyî û hemû sektoran li xwe bigire, di nav de beşên ewlehî, aborî, jîngehî, civakî û çandî. Her rêbazeke din dê xofdar be û dibe ku ji bo hemî aliyên têkildar bibe sedema windakirinê.

Amerîka dikare û divê sebireke wê ya stratejîk hebe ku derfetê bide hikûmeta Îraqê û wê neçar neke ku aliyekî hilbijêre, heke na, hikûmeta ku piraniya wê Şîe ye, di navbera Îran û Amerîkayê de Amerîkayê hilnabijêre.

Nabe Îranî jî ji wiha zêdetir dewleta Îraqê, hikûmeta Îraqê, çi bigire Herêma Kurdistanê jî têk bibin, heke na, dibe ku asta bûyer û pêşhateyan di siberojê de ji bin kontrola wan jî derkeve û agir rasterast Îranê jî bide ber xwe.

*Dilawer Eladîn: Serokê Enstîtûya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *