Selim Temo: Navlêdayîn

Selîm TEMO

“Odonyme” têgiheka Yewnaniya kevn e û ji du peyvan pêk tê: “hodos” (rê) û “onuma” (nav). Hevwateyên xwe yên wek “cartographie” (nexşesazî), “didactique” (hêvojî) û “toponymie” (zanîsta navlêdayîna ciyan) hene. Ev peyva nû ku em dikarin peyva “navlêdayîn”a nûtir lê bînin navê praktîkeka dîrokî ye; li gellek cî û deman pêk hatiye û tê. Mirov bi navlêdayînê dest bi nasîna derdorê dikin; dewlet, dîn û rejîm bi veguhertina ciyan dest bi desthilatdariya xwe dikin. Yanê li Kurdistanê jî mirov dikare behsa sê cureyên navlêdayînê bike: 1. Navlêdayîna Kurdan, 2. Navlêdayîna Biyanî û Dagirkeran û 3. Jinûvenavlêdayîna Kurdan.

  1. Kurd jî wek hemû civakan an navekî nû li ciyên nû/”bênav” dikin, an navê heyî li gor bilêvkirina Kurdî li ciyan dikin û yan jî navên ji navên hatine rakirin vediguhêzin. Kurd carina beriya gelên din diçin hin ciyan û navên ji zimanê xwe li wan dikin. Bi taybet li zozanan navlêdayîna Kurdî berbelavtir e. Lewre navên dirûvên pêlpêlkî gellek in; wek şavî, gelî, guhar, newal/nihal, dêre, zixur, neqeb, dol, çay, qelîştek, kort, kend, kendal, mesîl… Kurd hin navan li gor bilêvkirina xwe dibêjin; “kışla”ya Tirkî dibe “qisle” yan jî “qişle.” Gellek nav hene li Kurdistanê ku ji zimanên wendabûyî yan jî ji zimanên wek Ermenkî û Siryankî tên. Navên bi vî rengî diqelibin ser peyvên nêzîk ên Kurdî. Wek mînak, Norşena Ermenkî dibe Norşîna “Kurdî.”
  2. Bi dagirkirina Kurdistanê re guhertina navan jî dest pê dike. Ber bi serdema nû ve navlêdayîn wek bilêvkirina serdestan tê nîşandan. Wek mînak “Wan” dibe “Van”, “Mêrdîn” dibe “Mardin.” Ev bilêvkirin heya derekî normal e, lê veguhertin? Osmaniyan bi sala 1913yan re dest bi guhertina navan kirin, hemû navên heyî bi navên Tirkî veguhestin. Piştî nemisilmanan bi kuştin, sirgunkirin û asîmîlasyonê qelandin dor hat civakên Misilman jî. Navên Erebkî, Çerkezkî, Gurckî, Lazkî, Kurdkî ûyd yeko yeko qedexe kirin û navên Tirkî li her ciyî danîn. Tê gotin ku di serdema Komarê de navên 12.211 gund û bajaran û navên 4.000 çiya, deşt, çem ûyd, bi giştî nêzîkî 28.000 nav, hatin Tirkîkirin. Di nav van navan de hin nav hene ku “bi şaşîtî” Kurdî mane. Ez ê li jêr behsa sisê ji wan bikim: Batman, Kurtalan û Silvan.
  3. Kurdan navên “nû” û navlêdayîna Tirkan nepejirandin. Li navên li ser kaxiz û di nav weşanan de germ nebûn. Navên Tirkî wek simboleka tazî ya dagirkeriyê li wir ma. Bikarneanîna navên Tirkî bi tena serê xwe sekneka dij-kolonyal e. Xwesteka navên esasî hêdî hêdî ket nav daxwazên siyasî, bû xalek ji xalan. Piştî desthilatdariya şaredariyan navên esasî hatin bîrê. Nexşeya navan guherî, nav “li xwe” vegeriyan. Demeka kurt dewletê jî navê ciyan xistin nav parantezê. Navlêdayîna Kurdan jî navlêdayîna dewletê pûç kir û cografya, derdor û mekanê dekolonîze kir. Wek mînak, “Karayolları Parkı” bû “Qada Newrozê”, Atatürk Parkı bû “Parka Yılmaz Güney”î, “Diyarbakır Stadı” bû “Stada Tahir Elçi”yî.

Di serdema “Jinûvenavlêdayîna Kurdan” de navên gund û bajaran li xwe vegeriyan. Navên wek Riha, Semsûr, Çewlig, Dêrsim, Hezex, Bazîd ûyd ketin pirtûkan, rojnameyan û weşanan. Li aliyê din hin navên ku dewletê bi şaşîtî rast danîne/hiştine jî wek refleks hatin înkarkirin, ev yek bala mirovî dikêşe. Ez ê behsa sisê ji wan bikim: Batman, Kurtalan, Silîvan.

 

A. Batman: Navê Batmanê yê eslî ne Êlih, lê Batman e. Di Şerefnameyê de jî derbas dibe, di behsa “Begên Qulp û Batmanê” de. Navê pira Malabadê “Pira Batmanê” ye, di gellek stranan de derbas dibe. Navê deşta di navbera Silîvan-Bismil û Batmanê de “Deşta Bezwan” e. Gund hene li dor Batmanê bi navê Bazwan, Bazewan… Ev nav ji navê Bazê /Badê /Batê Dostkî tên ku serok û avakarê Merwaniyan bû. Navên wek Badikan/Badikî, Bezkan/Bezkî, Pazûkî… ji heman navî tên. Di hin çavkaniyan de tê gotin ku mîrekî Medan, navê xwe Kyros, di sala 550yê BZyê de tê giravekê li şûna Batmana îro ku avzêm bû çêdike. Di hin çavkaniyan de dibêjinê Îlxan, Êlixan, Îluhxan. Lê ev ne mimkun e, ji ber ku îl/êl ji Erebî tê û “xan” jî bo Kurdî navekî nû ye. PZ di sala 983yan de serokê Merwaniyan Bazê Dostkî dest bi hukmê dewleta xwe dike û navlêdayîna li ser û dora navê wî navên li derdorê li gor xwe diguherîne. Batman yek ji wan navan e. Wek navê herêmekî dixuye, dikare bibe navê bajarê Batmanê ku gel ji zû de ye wisa bi kar tîne. Min ti car nebihîstiye ku gundiyeka/ê Batmanî gotiye Îluh an Êlih. Jixwe “h”ya vî navî wek deng ji Erebî tê, li Kurdiya kevn nayê. Batman nehiye bû, berê; wek nehîye heya 1926an hebû. Navê xwe di stranan de wek Elmedîna, Ermedîna û Almeda derbas dibe. Dibe ku wek nav bigîje Amûd, Amed û Amêdiyeyê jî. Li şûna Batmanê qereqolek hebû ku di strana “Eliyo Bira” de navê wê tê: “Eskerê Almeda nîzamê” (leşkerên nîzamî yên Almedayê). Di qeydên Osmanî û Tirkiyeyê de wek “Elmedîn” derbas dibe ku nêzîkê gundê Girbereşkê ye. Di sala 1856an de dibe nehiye, di sala 1894an de dibe navenda devera Bişêriyê. Di sala 1926an de çemê Batmanê rabû û nehiyeyê daqurtand. Navenda nehiyeyê birin gundê Qubînê yê li deşta Bişêriyê. Piştî li aliyê Reman hilberîna petrolê dest pê kir, mirov li dora kampusa ku dewletê ava kiribû civiyan, navend bû navçeû navê xwe Batman “ma!” Îca ji kerema xwe navê Batmana me yan jî navê Almeda me li me vegerînin!

B. Kurtalan: Di binavkirina derdora Kurdî de bo Kurtalanê “Misircê” dibêjin lê Misircê jî wek “Îluh”a Batmanê gund bû. Kurdalan navê eşîrekê ye, berbelav e û navên şaxên xwe hene. Meriv dikare bibêje ku heya Kurd-Gêliyan diçe ku ji Dêrsim heya Herata Efxanistanê guhertoyên xwe hene. Li navbera Rojhilat û Başura perçekirî herêmek heye (li derdora Dehloran, Şuhan û Mehrana Rojhilat û Zurbatiya û Badraya Başur) û navê xwe Kurdelî (Kor, Kurdalî) ye. Ji zimanê xwe re Kurdelikî dibêjin lê Kurmancî bi xwe ye. Ji Heskîfa ku demekî welatekî fireh bû û Efrînê koçî herêma navborî kirine. Niha beşek ji wan wek nav û eşîr li Heskîf/Batman û Efrînê hene. Li Eleşgirê gundek heye bi navê Kurdaliyan ku Tirkan navê wir kirine “Türkeli.” Li Koçgiriyê navê baskekî eşîra Badilan “Kurtelî” ye. Hemû kesên li dora Qurtelanê ji Qurtelanê re dibêjin Qurtelan. Ji kerema xwe navê Kurdalan /Kurdilan /Qurtelana me li me vegerînin!

C. Silîvan: Navê Farqînê yê eslî Silîvan e. Ji grupa Silîvî tê. Di Mem û Zînê de gava vebêj behsa Kurdan dike, dibêje: “Buhtî û Mehmedî û Silîvî.” Ev nav, birrên mezin ên Kurdan in. Ji Silêmanîyên Paloyê heya Silêvanîyên Dihokê ev nav derdikeve pêşiya me. Gundekî mezin heye nêzîkê Silîvan bi navê Selîbê /Selîvê. Hezkiriyê Xecê, yanê Siyamend jî Silîvî bû. Îca ji kerema xwe navê Silîvana me jî li me vegerînin!

Wek tê dîtin, navlêdayîn xwedîtiya cografyayê dupat dike. Guhertina navan, simbola bicîbûn û destdanînê ye. Di tevgera dekolonîzekirina navan de Kurd divê baldar bin, ji ber ku carina navên rûniştî jî di ber re diçin. Min behsa sisê ji wan kirin, lê ji zû de bala min li ser Goranşarê ye jî ku Tirk dibêjin Viranşehir û Kurd dibêjin Wêranşar. Peyva Gor ku forma antîk a “Kurd” e ji Enqerê heya Efxanistanê berbelav e. Bila bimîne nivîseka din, lê divê lê zêde bikim ku Goranşar yek ji du paytextên nîv-dewleta Milanê bû, di serdema Îbrahîm Paşayê Milî de. Paytexta din, Reqqa bû. Ew Reqqaya ku roja îro hin “Kurd dibêjin çi karê Kurdan heye li Reqqayê!”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *