ŞAXA BATMANÊ YA PWKÊ DI SALVEGERA 87EMÎN DE SEYİT RIZA BIBÎRANÎ.

“Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ew ji min re bû derd, lê belê min jî li ber we çok neda erdê, bila ew jî ji we ra bibe derd..!!”Seyîd Riza”
 
“Pîrê min ev roj jî li hemberî gele me hîlê ,dek û dolab û derewan digerînin.Lê em nevîyên te soz didin ku em ê çok li ber wan nedin erde “
 
Di salvegera 87êmin de darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîranî. Bîranîn bi bêşdarbuna rêvebir ,endam û dostên PWK Şaxa Batmanê li hola PWKê pêk hat
Bîranîn bi taybetî ji bo Şêhîd Seyid Riza û hevalên wî ,bi tevahî ji bo şehîdên Kurdistanê rêzgirtin û bi siruda neteweyî dest pê kir.Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir daxuyanîya PAKê xwend û got:
 
“87sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.
 
Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.
Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine. Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine.
 
Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.”
 
Di berdewamîya daxuyanîyê de “Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.Di 87emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. “
 
Piştî daxuyanîya PWK Aziz Özdemirî bi hurguli behsa Buyera Seyid Rıza kir ku şahidê dîrokê ne.
 
“Amadekarîya qirkirina Kurdên Dersîmê bi “Qanuna Tuncelî 25 Kanuna 1935″hatin temamkirin.6ê çileya 1936an operasyonakomkujîya Dersîmê “Walîtîya 4ê min a Giştî” hat avakirin.
 
4ê Gulanê 1937 an devleta Tirk dest bi tevgera Komkujîyê (jenosîd) kir.
Di vê jenosîdê de 60-70 hezar Kurdên dersîmê zaro,jin pîr û kal hatin qetilkirin.Çemê Munzurê xwîn herikî.Ên mayîn bi bi deh hezaran ber bi bajarên rojavayê Tirkîyê tên surgun kirin.”
 
Paşê Dokumanterek ku naveroka wê Seyîd Riza bu, pêşkeşî beşdarwanan hat kirin.
Bîranîn bi pirs û bersivan bi sohbetek têr û tije bi dawî bu. 15.11.2024
 
Şaxa Batmanê Ya PWKê

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *