Nivîskar Memed Ûzûn ku di sala 2007an de koça dawî kiribû. Di salvegera mirina xwe ya 17an de wê bi çend bernameyan were bibîranîn.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji bo yadkirina Mehmed Uzun bernameyeka heftane amade kirîye û çendîn çalakî tê de cih digirin.
Bernameya yadkirinê di 6ê Cotmehê de dest pê dike û wê 12ê Cotmehê de bi dawî bibe.
Şaredariya Amedê li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî bernameya yadkirinê bang kiriye û weha gotiğe:
“Em Mehmed Uzun di çarçoveya Hefteya Bîranîna Mehmed Uzun ya navbera 6-12 Cotmehê de, bi çalakiyên cur bi cur bi bîr tînin. Em hemû gelê xwe gazî beşdariya çalakiyan dikin.”
Bernameya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê li darxistin weha ye: