Lokman Polat
Bi rastî, heya ku mirov çîrok û xeyalên xwe û yên din ava bikin, roman dê her hebe û heya ku roman hebe, karakterên vegotinê dê di gerdûna xeyalî de jiyana xwe ya bêhempa nîşan bidin. Yek ji celebên herî girîng ên ku di gerdûna edebî de refleksên jiyana mirovahî bi sepandina rêbazên cuda yên vegotinên xeyalî dike û derdixe holê roman e.
Rastiya ku roman behsa rewş û tiştên li ser mirovan dike ji ber ku her kes karakterek e. Bi rastî jî jiyana her mirovî romanek e û karakterê sereke yê wê romanê bi xwe ye. Di vî warî de yek ji hêmanên herî girîng ên pêkhatî yên romanê karakter-leheng in.
Lehengên romanê hêmanên sereke ne ku rêwerziya çîroka efsûnî û kiryara dramatîk dikin, ku ji cîhana rastîn hatine deynkirin û ber bi cîhana “fîktîv” ve têne şandin. Erk û kirinên mirovan di romanê de fonksiyonên xwe yên vegotinê nîşan didin. Romana M. Alî Kut ”LO û Pirsa Mezin” romanek wehaye ku bi hunera vegotina hunerî ya romanê hatiye afirandin.
Roman di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê hatiye weşandin. Roman 158 rûpel e. Edîtoriya pirtûkê Xelîl Semed, serrastkirinê Zekî Akdag, rûpelsaziyê/mîzanpaj Lîsê, berga wê jî Mîr Amed Orhan çêkiriye. Wêneya bergê jina bi melkes ya wênesazê hunermend yê navdar Vîncent Van Gogh e.
M. Alî Kut ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Mêrdînê ye. Niha li Swêdê dijî û serokê Yekîtîya Nivîskarên Kurd e. Wî beriya romanê kurteçîrok dinivîsî. Pirtûka wî ya yekem bi navê ”Mehkûm” di nav weşanên Welat de, li Swêdê/Stockholmê derketibû. Pirtûka wî ya duyem jî wek ya yekem novel bû di nav weşanên Apecê de derketibû. Weşanên Apecê jî li Swêdê ye. Pirtûka sêyem jî romana ku niha ezê binirxînim, şîrove bikim. Digel van hersê berhemên wî sê pirtûkên edebî/wêjeyî jî wrgerandine kurdî. Ew jî Mirina Karmend ya Çexov, Destana Gilgamêş û piyesa Euripides ya Medea ye.
Roman bi ji karhatina LO dest pê dike. Nizanim we qet navê kesekî ku LO ye bihîstiye? Min qet nebihîstiye. LO navekî ecêb e û balkêş e. Taswîra pîra bi nave Eyşê û karekterê wê jî di destpêka romanê de tê rave kirin. Eyşêya pîr ji LO re dibêje : ”Kesê ku eqilmendiyê ji xwe re neke rêber, ji hemi dunyayan jî bêpar e! Ji pirsa mezin re tu bersîva wan tuneye.” Rûpel 10.
Ev gotina pîrê ”pirsa mezin” ku nave xwe daye romanê jî, çi ye? Ev bala mirov/xwendevanan/xwîneran dikşîne û mirov/xwendevan bi meraq xwendina xwe ya romanê didomîne.
LO li malê ji ber pitepit û kutekuta jinê aciz/nerehet dibe û ji male direve derve, diçe barê. Li barê bi jinekê re sohbetê dike û di encama xweşsohbetê de jinik wî vedixwîne hotêla ku lê radize. Mêrekî ku ji ber pitepit û kutekuta jinê ji male bireve here derve û di barekê de vexwe û bi jineke din re biaxife, sohbet bike û pê re here raze, seks bike, gelo sucê mêrik e yan sucê jinê ye ku bi bêhizûriya li malê dibe sedemê vî tiştî? Ev jî bila pirsekî min be ji bo xwendevanan. Lewre tiştên weha di jiyanê de gelek pêk tên û ev tişt tê sere gelek mêran. Jiyana bextewar, bi hizur di nav malê de pêk tê. Heger di nav male de, bi malbatî bextewarî û hizur tunebe ew kes, ew malbat bextewar nîn e, bêhizur e.
Romana M. Alî Kut ”LO û Pirsa Mezin” romaneke felsefî nîn e, lê di nav rûpelên romanê de gelek dîtin, raman, bêwejên felsefî û gotinên baldêr yên fîlozofan, hizr û ramanên felsefî hene. Gotina felsefevan/fîlozofê Danmarkî Søren Kierkegaard ku dibêje : ”Li vê dinyayê hertişt poşmanî ye! Tu çi bikî tu dê dawîn poşman bibî! Lê ku tu nekî jî tu dê poşman bibî! An te kir an te nekir, tu dê dîsan poşman bibî.” Rastiya jiyanê weha ye, gelek tişt ji bo ku mirov kiriye poşman dibe û gelek tişt ji bo ku mirov nekiriye jî poşman dibe.
Jinika ku LO wê di barê de dibîne nave wê Ecê ye. Ew jinek spehî, bedew û gelek rind e, xweşik e. LO di menzela/odeya otelê de şeveke cenetî/bihuştî weke ku di nav baxçeyê Îrem de, di nav horiyan de be, bi wê re şeveke bihuştî derbas dike. Sibehtirînê ji xewa şêrîn şiyar dibe, lêbelê herweke ku şeveke di cenetê de derbas kiriye ewqas li xweşa wî çûye, şad û bextewar bûye. Di şeveke efsûnî de, bi şêweyeke sihrî, bi pevşabûneke hunerî şadiman bubû.
Nivîskar/Vebêjê romanê di derbarê mijarên curbecur de, mihacirî, teqîna bombeyên terorîstên olperest û jiyana rojane ya civakî de cih bi cih ew û cih bi cih bi devê lehengê romanê ku navê wî LO ye tiştan qal dike, bûyeran rave dike. Şêweya qalkirin, curbicuriya mijaran, dîtin û hizrên, ramanên ku têne rave kirin, teknîk û metoda ku nivîskar di hunandina romanê de bi kar aniye, weke romanên post-modern in.
Bi tesadufî di parkek de rasthatin û şahîdbûna LO kuştina kaloyekî ji alî du xortan ve, bi gumana ku wî kalo kuştiye ji alî polîsan ve girtina wî û paşê berdana wî, di jiyana rojane de dikare were serê mirov. Çima wan her du xortan kalo kuştin? Çima LO hate girtin û ji bo çi hate berdan? Sedemên van tiştan bila wek meraq bimîne. Ez ê nebêjim. Di romanê de gelek bûyer hene ku bi meraq û baldarî bala mirov dikşîne.
Digel ku ev romana yekem ya M. Alî Kut e, romaneke serketî ye. Dibêjin yên ku ji helbestê derbasê romanê bibin romanên baş û hêja ên serketî dinivîsin. Lêbelê li gor dîtina min yên ku ji çîrok/kurteçîrokê derbasê romannivîseriyê dibin ew hîn baştir û serketîtir roman dinivîsin.
Di romanê de, pîra bi navê Eyşê pîrejinek heye. Min di destpêka gotara xwe de jî behsa wê kiribû. Vebêjê romanê ji bo wê dibêje : ”…babeta nasîna Pîrê ya bi salan di serê wî de tevliheviyeke çê kiribû. Erê Pîrê ji xelkê re gotinên xweş û aqilane digotin, lê wî ev dida tecrûbeya jiyana Pîrê. Lê niha ew wekî siyasetmedarekê, zêdetir, mîna feylesofekê deng dikir, gotinên bi mane digotin. Çend nivîsar ku LO di rojnameyekê de li ser pirsa mezin çap kiribûn bi tenê ceribandinên akademîk bûn. Dema Pîrê wisan ji nişka ve behsa ”pirsa mezin” kir LO şaş mabû.” Rûpel 46.
Digel Pîra Eyşê pisporekî bi navê Mamoste Ram heye. Dîtinên wî balkêş in, şîretên ku li LO dike, girîng in. Pîrika Eyşê metafor e, gotinên wê jî metaforîk in. Ew di nav cîhana romanê de di esasê xwe de tune. Ew wek leylanekê, wek xeyalî di hişê serlehengê romanê de heye û serleheng ango LO di hişê xwe de bi teknîka herikîna hiş bi Pîra Eyşê re diaxife, pê re dipeyive û jê re behsa gelek tiştan dike. Ew leylana efsûnî ku di hişê Lo de ye, wek serapê car caran derdikeve holê û bi LO re sohbetê dike. Yanî bi gotina vekirî LO bi xwe bi xwe re diaxife. Lê herweke ku ew bi Pîra Eyşo re diaxife. Hinek mirov hene xwe bi xwe, bi xwe re xeber didin. LO zilamekî wehaye û ev jî pirsgirekeke derûnî ye, rewşeke psîkolojîk e.
Karekterê LO ku di romanê de tê rave kirin; ”hişekî nezelal û derûniyeke nearam, jiyaneke keşmekeşi ye.” Vebêjê romanê bi metoda herikîna hiş, bi teknîka nivîsîna weke Joyce û afirîneriya post/modern lehengê romanê LO pêşvaziyê xwendevanan dike, wî li cîhanê digerîne, di derbarê gelek mijaran de dide axaftin.
Di bin sernavê ”li ciheke din” de îroniyeke siyasî heye. Behsa civîneke siyasî ku LO beşdar dibe, dike. Di civînê de tiştên ku têne qal kirin bi şêweyeke îronîk rave dike.
Di sibeheke ne bixêr de, du zilam LO ji mala wî digrin û dibine cihekî. Ew cih dînxane ye. Roman ji hêla derûnî/psîkolojîk ve jî romaneke xurt e, serketî ye, bi naverok e. Di nav romanên kurdî de romanên ku naveroka wan bi giranî li ser mijara derûniyê/psîkolojiyê ne, hindik in. M. Alî Kut bi vê romana xwe ya hêja romana kurdî dewlemend kiriye. Helbet divê her cure mijarên curbecur di naveroka romanên kurdî de hebin û herweha hene jî. Cureyên mijaran naverokên romanên kurdî dewlemend dike.
Belê, LO dibine dînxaneyê û kirasê dînan lê dikin. Dînên zana yan jî zanayên dîn pir in. Xwendin bieqiliye, zanîn e. Însanên xwenda bieqilin, zana ne. Di dabeşa sernavê wan ”li dînxaneyê – 1” û ”li dînxaneyê – 2” de ji gîyotîna soreşa Fransayê bigir heta surrealîzmê behsa gelek tiştan tê kirin û li dînxaneyê gelek tiştên ku diqewimin, pêk tên tê rave kirin. Ez ê yekoyek behsa wan tiştan nekim.
Dema LO di menzela/odeya dînxaneyê de bi tenê dimîne, ji xwe re difikire, bi pîra ku di hiş û mejiyê wî de cih girtiye re diaxife. Biçûkiya wî tê bîra wî ku dema biçûk bûye pîrê jê re çîroka Mihemedê Pîrê gotiye. Mihemedê Pîrê Mîrze Mihemed e. Di wêjeya kurdî ya devkî de, di zargotin, çîrokên gelêrî de gelek tê gotin û li herêmên Kurdistanê gelek varyantên wê ên cuda hene. Çîrokên Mîrze Mihemed wek çîrokên hezar û yek şev di nav gelê kurd de bi şêweyên curbicur têne qal kirin. Wêjeya kurdî ya devkî, çîrokên gelêrî, folklorîk ên ku serlehengê wan Mîrze Mihemede, dewlemendiyeke xezîneya netewa kurd e. M. Alî Kut berhemeke nûjen, post-modern bi çîrokek folklorîk xemilandiye, ev jî rengeke daye naveroka romanê û mijarên naverokê xurt kirine.
Romannivîser M. Alî Kut di romanê de hest û derûniya kesekî şîzofren bi zimanekî edebî, bi hunera wêjeyî û bi teknîka nivîsîna romannivîseriyê rave kiriye. Hinek roman hene leheng û karekterên romanê li naveroka wê naguncin. Lê, romana M. Alî Kut berevajê vî tiştî, leheng û karekterên tê de ne tam li gorê naverokê hatine afirandin û lewre jî di encamê de romaneke serketî hatiye nivîsîn.
Lehengê şîzofren ê romana LO û pirsa mezin , di encama şeş meh li dezgeha derûnî rehabilîte dibe, xweşhal dibe û li ser biryara doktor/bijîjk, psîkolog û rêveberiya dezgehê belgeya xweşhaliyê werdigre û ji wir derdikeve. Belê, LO ji dînxaneyê derdikeve. Êdî azad e, li derve ye. Lêbelê azadiya kesan tu car şûna azadiya gel nagre. Hetanî ku gelê mirov azad nebe, welatê mirov rizgar nebe, mirov çiqas azad e….
Min di destpêka nivîsa xwe de gotibû; ”navê romanê bala min kişand û min meraq kir ka gelo ev pirsa mezin çiye ku navê xwe jî daye romanê.” Ez fikirîm, ramiyam, nexwe ev pirsa mezin pirseke girînge ku navê xwe daye berhemeke edebî/wêjeyî. Û min bi vî meraqê dest bi xwendina romanê kiribû û min ew xwend.
Di encama xwendina min de bersîva meraqa ku di hişê min de cih girtibû, min ew dît. Belê ew pirsa ku nivîskar/vebêj di romanê de diyar kiribû pirseke mezin bû, tevahiya civatê, hemû însanan/mirovan eleqeder dikir û têkildar bû. Divê ev pirsa mezin ya girîng ji alî her însanî/mirovî ve were zanîn.
Hûn xwendevanên/xwînerên ezîz ên ku vê nivîsa min dixwînin, hûn ê bibêjin; ka bibêje ev çi pirsa mezin e ku tu dibêjî divê herkes wê bizanibe. Erê ez dibêjim divê hemû kes wê bizanibin, lêbelê ez ê di vê gotara xwe de nebêjim ku ew çiye?
Xwendevanê/xwînerê ku vê gotara min bixwîne, bila meraq bike ka gelo ew ”pirsa mezin” çi ye? Û bila here dikanê pirtûkfiroş vê romana hêja bikire û bixwîne, dê fêr bibe ku ev pirsa mezin çi ye?