Lokman Polat
Di van çend salên dawîn de çend pirtûkên lêkolînê derbarê Zerdeşt pêxember de derketin. (bi kurdî ji pêxember re peyamber dibêjin. Dibe ku peyva pêxember jî bi kurdî be û koka peyvê peyam be. Ji kurdî têkeve nav arebî.) Rênas Jiyan jî bi kurdî romaneke li ser Zerdeşt Spîtama nivîsî û weşand. Min derbarê wê romanê de gotareke dirêj nivîsîbû. Nivîskarekî bi nave Fermanî Çetîn jî bi tirkî bi nave ”Zerduşt Peygamberîn romanî” nivîsiye û weşandiye. Pirtûk di nav weşanên ”Babîl”ê de li Stenbolê hatiye weşandin. Roman 280 rûpel e.
Derbarê ola Zerdeşt de dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin ola Zerdeşt olek yek Xwedayiye û hinek dibêjin olek du Xwedayiye û li ser bingeha dualîzmê hatiye damezrandin. Bi qasê ku ez jî zanim di ola Zerdeşt de Xwedayekî bi nave Ahura Mazda heye û yek jî bi nave Ahrîman heye. Yek Xwedayê başî û qenciyê û din jî Xwedayê xirabiyê ye.
Niha em li naveroka romanê binêrin. Destpêka romanê de welidandina Zerdeşt ku diya wî bi çi zahmetî ew diwelidîne tê qal kirin. Li gorê romanê beriya ola Zerdeşt xelkê Medya(ango gelê Kurdistanê) Mîthraîst bûne. Tapinak/avahiyên olî yên Mîthraîstan li wir hebûne. Ji xwe di ola Zerdeştiyê de hinek bandora Mîthraîzmê heye.
Dema jinên hemîle diwelidin û ji wan re zarok dibe, zarok bi girînê ji dayik dibin. Ango dema dibin digrîn. Dema Zerdeşt ji diya xwe dibe bi girînê na bi kenînê dibe. Yanî dema diya wî diwelide û ew tîne dinê Zerdeşt nagrî, dikene.
Kesên ku bûne pêxember ramanên olî û felsefî pêşkêşê civakê kirine, kesayetiyên bieqil bûne. Ew heryek şoreşgerên dema xwe bûne. Herçiqas hemû ol li ser bingeha derew û xapandinê hatine pêkanîn jî, di dîtin û ramanên wan de hinek rastiyên sosyo kulturel û civakî hene. Wan piraniya tiştên ku anîne zimên nerastbin jî, hinek rastî jî hene.
Zerdeşt hêj 7 salî bûye li dijê şerjêkirina heywanan derketiye. Li dijê pirXwedatiyê û heywanan wek qurban serjêkirin, qurban ji bo Xwedayan re şerjêkirinê rast nabîne, rexne dike û li dij derdikeve. Ew li dijê sihir û sihirbaziyê, efsûniyê derdikeve. Zerdeşt di xortaniya xwe de dibêje : ”Ez li pey mal û milkên dinê nîn im. Li pey fikr û ramanên mezin im.”
Ji bo ku Zerdeşt di xortaniya xwe de li dij zilmê, zorê, neheqiyê û pir Xwedayên ku xelk ji wan bawer dike derdikeve, wî ji gund ji ser axa wî diqewirînin, sirgûn dikin. Jê re dibêjin ji ser vê axa me here, tu kuve derî here, van deran terk bike. Zerdeşt jî terkî dinya dibe, li hespê xwe siwar dibe û diçe cihekî din, cihekî dûr. Ew diçe çiyayê Sebîla. Di mixarek çiya de bi cih û war dibe. Wek tê zanîn Hz. Musa û Hz. Mihemed jî çûne çiya li wir înzîva kirine, ketine tefekurê. Peyva Sebîla ji bo cihuyan jî peyveke girîng a olî ye. Di esasê xwe de hersê olên/dînên semawî ji ola Zerdeşt gelek tişt wergirtine. Yanî gelek tiştên ku di van hersê olan de hene, beriya wan ji xwe di ola Zerdeşt de jî hebûne.
Zerdeşt 7 sal di çiyayê Sebîlanê de dimîne. Ew bi gundiyên gundên derdora çiya re têkilî datîne. Dema di mixareya çiya de ye dengê xeybane tê pê. Ew deng dibîhise lê xwediyê deng ango yê ku pê re diaxife nabîne. Deng jê re dibêje Xwedayek heye navî Ahura Mazda ye. Ateîst dibêjin nexweşiya Hz. Mihemed nexweşiya Sara bûye. Dibe ku nexweşiya Zerdeşt jî nexweşiya şîzofrenî be.
Li gor ola Zerdeşt Xwedayê başiyê Ahura Mazda ye û yê xirabiyê jî Ahrîman e. Cenet, cehenem, melek, şeytan, Adem û Hewa bi du navên din, di ola Zerdeşt de hene û di olên semawî de jî hene. Ji Xwedê/a re şikur û dua jî ji dema ola Zerdeşt derketiye û olên din jî heman tişt kirine û hêj jî ji Xwedê/a re şikur û dua dikin.
Xwedê/a yê ku Xwedêgiravî hemû însan, hemû zindî, cîhanê, gerdûnê wî ava kiriye, gelo çima tenê ji xelkên rojhilata navîn re pêxember şiyandiye û ji asyayiyan re, ewropiyan re, çermsorên/kizilderilî Amerîkiyan re, ji Çîn, Hîndîstan û Japonyayê re pêxember neşiyandiye. Qey ew jî qulên Xwedê/a nebûn, qey ji wan hez nekiriye!
Zerdeşt deh sal bê rawestandin gund, bajar, navçe û gelek herêman digere, diçe hinek welatên cîranê Medyayê ji bo ku ola xwe belav bike, ji ola xwe re mirûd, bawermend çêbike. Werhasil di encamê de Zerdeşt ola xwe di welatê xwe de, di Medyayê/Kurdistanê de belav dike. Pêşî kurd û paşê jî hinek ji gelên/xelkên din bi wî û bi ola wî, bi Xwedayê wî bawer dikin.
Di ola îslamê de dibêjin Xwedêgiravî Hz. Mihemed çûye ezman cem xwedê/a. Ev tişt jî ji ola Zerdeşt girtine. Zerdeşt jî Xwedêgiravî goya çûye ezman cem Xwedê/a. Ahura Mazda û pê re axifiye. Ji xwe di vê romana selamî Çetîn ya bi avê ”Romana Zerdeşt Pêxember” de jî qala çûyina Zerdeşt ya li cem Xwedê/a dike.
Pîştî ku kral Giuştaps ola Zerduşt qebûl dike, dibe Bahî (navê ola Zerdeşt Bahî ye. Hinek dibêjin navî Bahdîniye. Bahdîn yanê dînê bahî. Ji xwe peyva dîn arebî nîn e kurdî ye.) Êdî ola Bahî dibe oleke fermî a dewletê.
Dema Zerdeşt ola xwe belav dike, li rojhilata navîn du îmoparatoriyên mezin hene. Yek împaratoriya Medan e, paytextê wê Ekbatan e. Ya din împaratoriya Asuriyan e. Paytextê wê jî Nînova ye. Wê demê dewletên tirk, areb û farisan tunebûye. Çi heyf ku niha dewletên wan hene û dewletên kurd û asuriyan tune ne.
Zerdeşt bi împaratorê Medan Kyaksar/Key Xusro re hevdîtin pêk tîne. Ew bi hevre gelek sohbet dikin. Xelkê Medyayê ango kurdên Kurdistanê ew dem Mîthraîst in. Di encama xebata Zerdeşt û bawermendên wî, ola Zerdeşt ji Kurdistanê heta Hîndîstanê, Pencapê, Wezîrîstanê belav dibe, pê tê bawerkirin.
Dema Zerdeşt de, di navbera herdu împaratoriyên mezin yên rojhilata navîn de, ango di navbera împaratoriya Medan û Asuriyan de şer derdikeve. Artêşa Medan, Asuriyan têk dibin, bajarê Nînovayê fetih dikin, dewleta Asuriyan têk dibin. Têkçûna Asuriyan û serketina Medan mîladek nû, serdemek nû da destpêkirin. Nînova keleha zilmê, zordariyê, xwînrêtinê bû. Sînorên dewleta Medan her diçe berfereh dibe. Ji Îsfahanê heta Kafkasyayê, ji hêla rojava heta çemêsor/kizilirmak di bin desthilatdariya împaratoriya Med-Aryan de bû.
Fedaralîzm û konfederalîzma ku îro, di dema niha de behsa wan têne kirin, diesasê xwe de di dema medan de pêk hatiye. Di serî de ji eşîrên kurd, faris, îskît, naîrî, part û urartuyan federalî û paşê bi mezinbûn û berferehbûna împaratoriyê konfederalî pêk hatiye. Li gor nivîskarê romanê Fermanî Çetîn û hinek dîroknas û dîrokzanan împaratoriya Medan împaratoriyeke konfederal bûye.
Dema Zerdeşt diçe bajarê Tusê, artêşa xwînxwar a mongolên hov/barbar ên asyayî êrişê bajar dikin. Ew barbarên wehş êrişê likur dikin, ew der xerab dikin, talan dikin, kevir li ser kevirê nahêlin. Van gurên har, mongolên devbixwîn, netenê şervanan, digel wan jin, zarok, kalemêr ango kî digrin, di cî de dikujin. Zerdeşt Spîtama jî ji alî van xwînxwarên hov/barbar ve tê kuştin.
Têbinî – 1 – Xwendevanên ku bixwazin derbarê Zerdeşt pêxember û ola wî de bibibe xwedî zanîna berfereh dikarin van pirtûkan bikirin û bixwînin.
1 – Zend Avesta – Zarahustra
2 – Fîlozof Peygamber Zerdeşt – Cîhan Ozyildiz – Weşanên J.J.
3 – Zerdeşt Pêxember – Ezîzê Cewo – Weşanên Aryan.
4 – Gatayên Zerdeşt – Celîl Ebasî – Weşanên Sîtav.
5 – Avesta – Gathayên Zarahustra – Beyanî Şahîn – Weşanên Na.
6 – Zerdeşt û Avesta – Ferhad Ebdulhemîd Pelewan – Weşanên Sîtav.
Û gelek pirtûkên din ku di nav weşanên Sîtav, Na, J.J, Aryan, Avesta, Pencînar, Aram û hwd de derketine. Herwega gelek pirtûkên bi îngilîzî, farisî û tirkî jî hene.
Belgefîlmek jî heye ku dibêje; Zerdûşî bapîrê olên semawî ye. Hersê olên Semawî gelek tiştên ku di ola Zerdeşt de hene, girtine û ji xwe re kirine aîdê xwe. Dema mirov li van hersê olan – Yahudî, Xirîstiyanî û Misilmanî – dinêre gelek tişt ji ola Zerdeşt wergirtine.
Têbinî – 2 : Ji bo nave Zerdeşt Pêxember di pirtûkên lêkolînî yên kurdî de nav wek Zerdeşt û di yên tirkî de nav wek Zerduşt hatine nivîsîn. Hinek jî Zarahustra dinivîsin. Lê wek paşnav hemû jî Spîtama dinivîsin. Spîtama nave eşîra wî ye.
3 – Ola/dine kurdan ê pêşî kîjan e? Hinek dibêjin ola Zerdeşt Bahî ola pêşîn e. Hinek dibêjin Êzîdîtî beriya ola Zerdeşt hebûye, ji ola Zerdeşt kevintir e. Lê bi ya min ola pêşîn a kurdan Mîthraîzm bûye,. Kurd beriya ola Zerdeşt Mîthraîst bûne. Helbet ev dîtina min e. Dibe ku şaş be. Êdî ev karê lêokînvanan e. Divê ew lêkolîn bikin ka kîjan ol ya kurdan ola pêşîn bûye.