Li derdora bajarekî Rojavayê Kurdistanê çekdarên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê rojnamevanek ji bo cîheke nediyar revandin.
Îro 30.03.2024ê çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê ji bo BasNewsê ragehand, duh êvari li derdora bajarê Dêrîk a Rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê avêtine ser mala rojnamevan Rakan Ehmed û ew ji bo cîhekî nediyar revandine.
Heman çavkaniyê aşkera kir, rojnamevanê hatiye revandin derveyî karê rojnamevaniyê endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S)ê ye.
Basnews