Roja serhildana 5 Îlon 1983

Xidir ÛSO

Îro 5 Îlonê sala 1983 li zîndana Amedê hêsîrên Kurd, li hember hovîtî, zordarî û îşkenceyên giran yên rêvebirîya leşkerî ya dewleta Tirk bi yek dengî serî hildan û gotin: “Bimre îşkence! Bijî xîreta mirovî! Xîreta mirovî dê zora îşkencê bibe!”

Di salên 1970an de, bi pêşveçûna tevgera serxwebûnxwaz ya Kuristanê, rêvebirên dewleta tirk ketin nava hewldana pêşîlêgirtin û ji navbirina tevgera rizgarîya Kurdistanî. Di odeyên kozmîk de, bi hişmend û pisporên xwe yên sîyasî û civatî, ji bo tevgera rizgarîya neteweya Kurd proje û planên duvdirêj û tirsehêz amade dikirin. Partî û rêxistinên çep û rast avakirin, bi rêya teorîsyenên xwe ji wan re îdeolojî pêşkêş kirin û wan bera hev dan. Li her derê êrîş, şer, pevçûn û kuştin dan kirin. Li bajarên mîna Mereş, Meletê, Çorum ê Sêwasê kuştinên bi komî hatin plankirin û pêkanîn.

Li Kurdistanê eşîrên jîyana wan bi Kurdî bû, hedef hatin sitendin. Partîyê Kurd bera hev dan. Çi potensiyala welatperwerîyê û tekoşîna rizgarîya Kurdistanê derxistin meydanê.

Ev amadekarîyên dewletê tev ji bo ji alîkî xwe ji qeyrana aborî, sîyasî û civatî rizgar bike, ji bo ku di van waran û bi taybet warê leşkerî de, ji dost û hevkarê xwe yên NATO alîkarî û piştgirî wergire. Ev sed sal e ku ev dewleta mêtinkar û dîktator, bi vê sîyasetê xwe diberhimîne.

12 Îlon 1980 de, bi hênceta “dewleta tirk ji qeyrana aborî, sîyasî û civatî rizgar bike” leşkerê tirk derba leşkerî pêkanî û dest danî ser rêvebirîya dewletê, hêzên rêvebirîya Komara Tirk wek yasadanîn, rêvebirî û daraz kir dest xwe û dest bi êrîşê kir.

Rêvebiriya cunta leşkerîya tirk, hêsîrên sîyasî yên hemî partîyên Kurd, bi hezaran li hefsa Amedê ya 5 Nolî Tîpa-E civand. Kapasîta hefsxanê 350 meriv bû. Ez hîna jî hejmara rastî nizanim, lê li gor gotinê ji 2000 heta 6000 meriv di hefsxanê re derbas bû. Çimkî xwarinxane û kargehên vê hefsxanê jî kirin qawîş. Renzeyên dar du qat û sê qat çêkirin û em her du kes li ser doşekekê û di bin betanîyekê de razandin.

Hefsxane ji hefsxanetî derket, li me kirin zîndan. Rola vê zîndanê ji alî Konseya Cunta hat plan kirin. Rêvebirî bi rêya Kolordîya 7an ya li Amedê hat tayin kirin. Mudur Bînbaşî Bîrol Şen, Fermandarê Ewlekariya Hundir Esat Oktay Yildiran hat wezîfedar kirin.

Armanca Konseya Generalên Cunta û Fermandarîya Kolordîya 7an û rêvebirîya zîndana 5 Nolî, me wek hêsîr an mikurdar teslîm bigirin, bê şexsîyet bikin û li dadgehan em li hev bidin. Di kesayeta me de, moral û hêvîya gelê me ji doz û destxistina welat, maf û azadîyê bişikînin.

Yuzbaşî Esat Oktay Yildiran, di hoperloyan de xîtabî me kir û got: “ji niha û pê de hûn leşker in! Emê mîna leşkeran we perwerde bikin! Hûnê jî wek leşker fermana me pêk bînin!” Helbet her Kurdekî berî salên 1980 leşkerî kiribe, zanibû wateya gotinê çi ye. Lê ji bo di nava rêxistin, partî û grûbên Kurdan de bawerî, yekîtî û hem-ahengîyek tune bû, tu grûp  û qawîş bi teqezî û heta dawîyê li dij van daxwazên Esat yên îşkenceya leşkerkî derneketin û fîzîken teslîmîyetek dest pêkir.

Em wek hêsîrên Kurd me çiqas ji wan re serî tewand û teslîm bûn, ew ewqas zêdetir bi serme de hatin. Ji şêweyên îşkenceyan re tu sînor nas nekirin. Dev, poz, diran, çeng, mil, dest, tilî, parsû û heta çîpên me şikandin. Goştên canê me bi dar, cop û şîşên hesin kirin ecîn, hestîyên me hûr hûrî kirin. Em ji tîhna û birçîna ji dest hilanîn xistin. Me ji organên me de daliqandin. Me serserî kirin koncalê gû. Bi sedan em seqet man û sedan em bi nexweşîyên giran ketin û me derûnîya xwe wenda kir. Zêdetir ji 30 kesî Kuştin.

Lê dîsa jî wek bawerî, hest û ramana Kurd û Kurdistanê, me teslîm negirtin. Yanî planê wan li gor dilê wan neçû serî. Ji xeynî grubek biçûk ku negihaştin deh kesan, li dadgehan kesekî li hevalê xwe nedan, Kurdbûna xwe înkar nekirin. Lê êdî kêr hestî derbas kiribû…

Roja 5 Îlon 1983yan, dema li qawîşa 27an durişmên dijî kiryarên hovane bilind bûn, temamê zîndanê bi yek dengî yek silogan qîrîyan. Wê gavê rêvebirîya zîndanê di ciyê xwe de bû qeşa. Ya wê me tevan bikuşta yan wê daxwazên me yê mirovî qebûl bikirna.

Wê gavê ramanek di hişê min de bi cîh bû:

Rojekê gelê Kurd jî bi yek hişmendî û helwestê werê serî hilde, wê azad û serbest bibe!

Ji bo îro hevalên min yên rêvebir û endamên Grûba Xebata Muzeya Bîrdarîya 5 Nolî li devê derîyê vê zîndanê çalakîya daxuyanîya çapemenîyê li darxistin, ez wan pîroz dikim û ji hemû beşdaran sipasî û silavên xwe pêşkêş dikim!

05.09.2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *