Helbet rojavayȋ çi politȋka dimeşȇnin ȗ çi biryaran didin ew mafȇ wane ȗ em yȇn kesȇndin divȇt marȋfet ȗ rȇzȇn li wan bigrin. Lȇ mȋna kurd ȗ kurdistanȋyan jȋ pȇwȋste em piştgirȋ bidne wan, hemwelatȋtȋya xwe bi qanit ȗ delȇl nȋşanȋ wan bidin; balam divȇt em dȋtin/bawerȋyȇn xwe bo wan bibȇjin ȗ eger rexnȇn me jȋ hebin, ew jȋ divȇt bȇn kirin ȗ ezȇ bi rexneyekȇ dest bi nivȋsa xwe bikim. Berȋ bi çend rojan min di saytȇn kurdȋde nȗçeyeke weha xwend; ku berrȇz Mezlȗm Ebdȋ gotȋye ku ”..ewan fedaralȋzmȇ naxwazin, ewan bo yekrȇzȋya Sȗrȋne..”. Li gor bawerȋyamin beyaneke weha destȇn wan bixwe(rojavayȋyan) zeȋf dike ȗ desthilatdarȇn Şamȇ kȇfxweş ȗ pozbilindtir dike.
Xwendevan karêt bipirsê ku ma gelo çilo ȗ çawa?
Ȗ hingȋ wê bersiva min jȋ weha bê: hevalȇmino, kekȇmino te bi dehhezaran şehȋd daine, mal ȗ warȇn we tar ȗ mar bȗyȋye, rojavayȋ perȋşan/koçber/penaber ȗ şepirzene ȗ lewra jȋ nabȇ tȗ/hȗn xwe wilo pirr nizm bikin ȗ cihȇn xwe, qȋmetȇn xwe, statȗsan xwe bênine sifirȇ!
Ha, belkȋ hinek li vir weha bibȇjin ku eve politȋkaya, taktȋke ȗ demkȋye ȗ dibê jȋ ku wabê; balam rewşa ȋroj ya li Sȗrȋ prensȋban dixwazȇ, qedr ȗ QȖWETTȆ dixwazȇ, plan ȗ hȇvȋyan dixwazȇ; LȆ ewan kesȇn ku ȋroj li Şamȇne, ne xwedȋ ȋdealȇn demokratȋkin, ne xwedȋ ojdan ȗ bawerȋyȇn hȗmanȋstin ȗ ewan mȋna ”gurȇn di eyarȇn mȋhȇ de ne”. Divȇt tȗ/hȗn bilindtir bihizirin, biaxivin, daxwazȋyȇn baştir ȗ xweştir ȋlanbikin ȗ wȇ hingȋ dȋyar bibe bȇ ma Şam çi dihizirȇ ȗ çi planan dikȇ. Ez nabȇ wȇ şertȇn we anjȋ daxwazȋyȇn we heman bȇn qabȗlbibin; na, ewan belkȋ hȇ hişktir jȋ bibin ȗ ewan belkȋ tehdȋt ȗ zirtan jȋ bikin; LȆ yȇn te jȋ organȋzasyonên te hene, bi hezaran şerkerȇn te hene, dostȇn te yȋ xerȋb hene ȗ evan faktoran TIRSȆ dixȇ dilȇn ȋslamȋstan ȗ hevalbendȇn wan. Ewan ji gel ȗ hevalbendȇn gel(emerȋkȋ, awrȗpȋ) ditirsin, ewan ji pȇşmerge/şerkerȇn kurd ditirsin, ewan halȋ hazir ji Ȋsraȋl ditirsin, lê ewan vȇ demȇ ȋroj jȋ wek firset dizanin ȗ naxwazin kursȋyên wan ji destên wan herȇ; lewra cil ȗ bergȇn ȋslamȋ diavȇjin ȗ li dewsan wan çakȇt ȗ krawat dideynin ȗ ne ecȇbe ku ewan nêzȋk rȋhê(sakal bi tirkȋ) jȋ biqȗsênin(kȋ rȋh sembola ȋslamȋstane jȋ) da sȗretekȋ hinek modern nȋşanȋ dinyayê bidin. Ewan jȋ bi arȋkarȋya şȋretkarên xwe politȋkayê dikin!
Erê rojavayȋno barê we girana ȗ karên we ne hêsane, lê eve politȋkaya ȗ ew jȋ mȋna sanat ȗ hȗnereye ȗ ew divêt bi zanyarȋ ȗ hostayȋ bêt kirin ȗ ez dizanim ku ew çand ȗ hȗner/ kompetens li cem we rojavayȋyan heye. Bi dehan rêxistin ȗ dezgehên we hene, partȋ ȗ enstȋtȗyên we hene, dostên we yȋ emerȋkȋ/awrȗpȋ hene; de fermo rojek berȋ rojekê tifaqeke xwe çêbikin, konseyeke xwe/komȋteyeke xwe ava bikin da ew li Şamê we temsȋl bike ȗ bere ne tenê li Şamê, ew li qada enternasyonalȋ jȋ aktȋvbê.
Ha ez vê gotina bav ȗ kalan jȋ bi bȋra xwe ȗ we jȋ tênim ku ”yên ne li şer şêre” da kes nebêjê ku haya me ji dinyayê tȗneye.
Di dema 1990 an de li Başȗrȋ welatême berpirsȋyarê emerȋkȋ (ez bawerim ku navê wȋ Breme bȗ) press li ser kurda dikir ku ewan pêşmerge fesh bikin, serokatȋya kurda ev daxwazȋya wȋ kesȋ her dem reddikirin.
Ȗ ȋroj(ferq jȋ eve) ji dagirkeran pêde kesek daxwazȋke wilo jȋ ji we nakê. DE HEYDȆ ROJAVAYȊNO, zanyarȋ ȗ cesareta xwe bikne yek ȗ li hemberȋ neqenc ȗ nebaşan, ji bo gel ȗ welatên xwe YEK DENG Ȗ YEK SEMBOL bin.
Nuri Aldur