55 sal beriya niha, di 11ê Adara 1970î de bi serokatiya Mistefa Barzanî rêkeftineke dîrokî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, bi awayekî ku daxwazên şoreş û gelê Kurdistanê pêk hatibûn. Ew rêkeftin û nasîna mafên Kurdan, bûbû havêna beşeke mezin a destkeftên li pey wê.
Roja 11ê Îlona 1961ê rêberê Tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî li dijî rejîma Iraqê li dijî rejîma Iraqê bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê şoreş da destpê kirin.
Armancên şoreşa mezin a Îlonê bidestxistina otonomî ya Kurdistanê bu, piştî neh salan xebata şoreşgerî seranserî Başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Iraqê naçar bû mafên gelê Kurdistanê nas bike û hikmê zatî ango otonomiya Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970ê ve pejirand û rêkeftin di navbera rêberê şoreşa Îlonê general Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê de hat îmzekirin.
Ew rêkeftin bû rojeke dîrokî ya gelê Kurdistanê, ji ber vê gelê Kurdistanê gelek destkevtên siyasî û aborî bidestxist.
Piştî 4 salan rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hêdî hêdî hate binpê kirin û piştre li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê de dawî bi rêkeftinê anîn.
Xalên herî girîng ên Rêkeftina 11ê Adarê:
– Pirsa Kurd di destûra demkî ya Iraqê de.
– Di destûrê de weke neteweya Ereb neteweya Kurd jî were nasîn.
– Gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, neteweya Ereb û neteweya Kurd, di destûrê de mafên netewî yên Kurdan û mafên hemû kêmneteweyan hat nasîn di çarçoveya yekîtiya Iraqê de.
– Zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, li deverên ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, bû zimanê perwerdehî û fêrkirinê.
– Divê cîgirekî Serokomar Kurd be.
– Gelê Kurd bi rêjeya nişteciyên xwe li gor nişteciyên Iraqê, beşdarî desthilata yasan bibe.
– Ji bo Kurdan otonomî
– Beşdarbûna Kurdan di desthilatê de û nekirina cudakariyê di navbera Kurd û Ereban de.
– Ji ber dûrxistina wan di rabirdûyê de Kurdan ji perwerde û fêrkirinê zirar dîtine, ji vî alî ve planek ji bo çareserkirina vê kêşeyê were danîn.
– Ji bo deverên otonomiyê serjimêrî were kirin.
– Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanan hatine dûrxistin, an ji ber tundiya li deverên xwe, neçar bûne ku dev ji xwendinê berdin.
– Li televîzyonên hikûmetê weşana bernameyan bi zimanê Kurdî jî hebin û girîngî werin dayîn.
– Qebûlkirina xwendekarên Kurd li zanîngeh û peymangehan û dayîna derfeta xwendinê bi rêjeyeke adilane li derve û li navxwe.
– Berpirs û fermanberên li yekeyên îdarî ku piraniya wan Kurd in, divê Kurd bin, an ji wan kesan bin ku Kurdî baş dizanin.
– Vegerandina Kurdan bo erd û zeviyên xwe û cihên ku berê lê bûn.
– Bilezkirina pêkanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê û sererastkirina bi awayekî ku paktawkirina pêwendiyên derebegî misoger bike û hemû cotkar parçeyên erdên guncaw ji wan re werin dayîn.
Piştî 4 salan rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hêdî hêdî hate binpê kirin û piştre li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê de dawî bi rêkeftinê anîn.
Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû bi rêberiya Mistefa Barzanî ji bo mafên rewa. Ew rêkeftin bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî û kevirê bingehê yê hemû destkeftên ku piştre ji bo gelê Kurdistanê pêk hatin. (K24)