Reha Ruhavîoglu: Xelk bi awayekî bihêz piştgiriyê nade pêvajoyê

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu diyar kir ku xelk bi awayekî bihêz piştgiriyê nade pêvajoyê.

Reha Ruhavîoglu li ser pêşhatên pêvajoyê û helwest û nêrîna xelkê ya li ser pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî, hişê xelkê di warê pêvajoyê de ne zelal e.

Reha Ruvavîoglu bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Lêkolîner Ruhavîoglu berawirdî di navbera pêvajoya berê û niha de kir û got:

“Hişê xelê ne zelal e, di pêvajoyên berê de danûstandin hebûn û şert û merc hebûn li gorî wê pêvajo bi rê ve diçû.

Li aliyêkî hevdîtin nebû li aliyê din qeyûm nedihatin tayînkirin û ji ber vê yekê jî tevliheviyek heye.

Dema em li meydanê ji xelkê dipirsin ji 3 paran pareke wan dixwazin aştiyek pêk were û piştgiriyê didin pêvajoyê.

Ji 3 paran 2 parên wan hîn hişê wan ne zelal e. Ew jî wekî we dipirsin bi destekî qeyûm tê danîn bi destê din dibêjin pêvajo heye.

Di warê piştgiriya gel de tevliheviyek heye. Em nikarin bibêjin xelk bi awayekî bihêz piştgiriyê dide pêvajoyê.

Li aliyê siyasî hûn lê binêrin hn ti kesî ti navek li vê pêvajoyê nekiriye û ji ber wê yekê jî em tenê dibêjin pêvajo.”

“Di pêvajoyê de çend mase hene”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî amaje bi meseleyên esasî yên pêvajoyê kir û got:

“Meseleyên esasî meseleya çekan û meseleya Rojavayê Kurdistanê ye.

Meseleyên tayînkirina qeyûman, vekişandina qeyûman, meseleya zimanê Kurdî ew dê piştre bên axaftin.

Eger alî li ser çekdanîna PKKyê û statuya Rojavayê li hevdû bikin dê pêvajo bi awayekî erenî berdewam bike.

Eger li ser wan meseleyan li hevdû nekin dê qeyûman biavêjin ser hemû şaredariyan.

Li aliyekî pêvajoyê birêve dibin wê nîşanî me didin û li aliyê din qeyûman tayîn dikin wê yekê nîşanî me didin ku heger pêvajo bi ser nekeve bê ka dê çi pêk were.

Her dû pêvajo jî bi hev re dimeşin li aliyekî li ser maseyê zextê li siyasetmedaran dikin û îhtîmal e dixwazin li ser maseya din destê xwe xurt bikin û vê nîşanî muxatabê xwe bidin.

Çend mase bi hev re hene û ji xwe ne zelalî jî ji ber vê yekê pêk tê. “

“Demîrtaş dixwaze piştgiriyê bide pêvajoyê”

Lêkolîner Rûhavîoglu behsa helwesta Selahattîn Demîrtaş jî kir û got:

“Siyasetmedarên Kurd bi hesasiyeteke pozîtîf li vê pêvajoyê dinêrin.

Eger li gorî faktorên berê em temaşe bikin niha ew faktor hene ku pêvajo hêsantir bimeşe.

Li aliyekî tevliheviya fikrî ya xelkê heye ji ber ku wekî min got, bi destekî pêvajo heye bi destê din qeyûm tên tayînkirin.

Li aliyê din jî siyasetmedarên Kurd bi pêvajoyê bi Devlet Bahçelî bi paşeroja pêvajoyê gelekî bawer in.

Demîrtaş helwesta xwe zelal kir û diyar kir ku ew dê piştgiriyê bide wê pêvajoya ku Ocalan û Bahçelî dane destpêkirin.

Demîrtaş dibêje ew dikare hewl bide ku xelk bêtir piştgiriyê bide pêvajoyê.

Demîrtaş aktorekî sivîl e û di meseleya danîna çekan de ti bandora wî nîne.

Demîrtaş dixwaze li derve bi awayekî serbest ji bo vê pêvajoyê rolê bistîne.

Demîrtaş bi xwe bawer e, bi pêvajoya bawer e û bi pêvajoya di navbera Ocalan û Bahçelî û Erdogan jî bawer e û dixwaze siyaseta Tirkiyeyê di vê meseleyê de înisiyatîfeke xurt bistîne.

Nijadperestên Tirkiyeyê berê dijberên vê pêvajoyê bûn aniha bûne aktorên vê pêvajoyê ne.

Berê digotin em dê nehêlin li sînorê me korîdarek ava bibe îro ew îhtîmala jî ji holê rabûye.”

“Fikra nasnameya neteweyî li nav Kurdan xurttir bûye”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî ragihand ku fikra neteweyî li nava Kurdên Bakurê Kurdistanê bihêztir bûye û wiha domand:

“Îro danûstandin îhtîmaleke mezin li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin li wir dê çi were kirin?

Statu dê çawa be û dê Kurd çawa bên naskirin?

Kurd dibêjin em dê tevî çekên xwe tevlî artêşa Sûriyeyê bibin. Belê em federasyonê naxwazin.

Îhtîmaleke mezin dê sîstemeke nenavendî were avakirin û Kurd jî di nav de cih bigirin.

Ji ber ku destê Tirkiyeyê xurttir e mecbûr in li hevdû bikin. Tirkiye jî mecbûr e, eger Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin dê Sûriyeyê jinûve neyê avakirin.

Îhtîmaleke mezin dê statuya Rojava wekî statuyeke defakto were nasîn û li Tirkiyeyê jî wekî mafên ziman bên naskirin.

Eger pêvajoyek hebe normal e ku her du alî jî hin tiştan bi dest bixin.

Fikra Nasnameya neteweyî ya Kurdan xurttir bûye û lawaz nebûye.

Îro Kurd ji doh zêdetir Kurd in. Îro Kurd ji 10 sal, 20 sal 30 sal 50 salên berê zêdetir netewperwer in.

Ji Kurdbûna xwe bawer in Kurd bûn eşkere ye Kurd ji nasnameya xwe natirsin û wê venaşêrin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *