Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bi 36 kesan kesên ku xanî, zevî û milkên wan hatine talankirin û 58 girtiyan hevpeyvîn kirine.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ragihand ku, Tirkiye li hemberî binpêkirinên giran û tawanên şer ên ji aliyê endamên hêzên xwe û komên çekdar ên girêdayî wê ve tên kirin berpirsiyar e.
HRWyê ragihand ku piraniya Kurdan bi hinceta pêwendiya wan bi hêzên Kurdî re heye têne girtin.
Li gorî rapora HRWyê jinên Kurd ên rastî girtinê hatibûn rastî destdirêjiyê hatine.
Tirkiye di misogerkirina ewlekarî û xweşiya jiyana xelkê sivîl de sernektiye û jiyana 1,4 milyon niştecihên herêmê bi nebûna yasayê û ewlehiyê derbas dibe.
HRW herwiha dide zanîn ku Tirkiye çavdêriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wê.
Rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya bi navê “Binpêkirin û bêcezakirinên li herêmên di bin dagîrkeriya Tirkiyeyê de” wiha ye:
“Tirkiye berpirsyariyê hildigre li hemberî binpêkirinên giran û gumana tawanên şer ên ku ji aliyê endamên hêzên wê û komên çekdar ên xwecihî ve ku piştgiriya wan li herêmên bakurê Sûriyetê yên di bin dagîrkeriya Tirkiyeyê de dike.
“Karbidestên Tirk wekî dewleta dagîrker berpirsiyar in”
Karbidestên Tirk ne tenê temaşevanên binpêkirinan in lê wekî dewleta dagîrker berpirsiyar in û di hin rewşan de rasterast tevlî tawanên şer ên eşkere li devera ku ew jê re dibêjin ‘herêma ewle’ bûne.
Tirkiye neçar e ku sîstema giștî û ewlekariyê vegerîne, niştecihan biparêze, lêpirsînê ligel berpirsiyarên binpêkirinan bike, qerebûyê bide, mafên xwediyên mal û milkan û kesên vegeriyane garantî bike.
Human Rights Watch îro di raporeke xwe de ragihand ku Tirkiye li hemberi binpêkirinên giran û egera tawanên șer ji aliyê endamên hêzên xwe û komên çekdar ên xwecihî ve ku piştgiriya wan dike li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de li bakurê Sûriyeyê tên kirin, berpirsiyar e.
Niştecihên Kurd giraniya binpêkirinan hilgirtine ji ber îdiaya hebûna têkiliyên wan bi hêzên Kurdî re ku rûberên berfireh ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê kontrol dikin.
Rûpela 74 ya rapora bi navê “Her tişt bi Hêza Çek e: Binpêkirin û Bêcezakirin li Navçeya ku Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyê dagîr kiriye”, revandin, girtinên neyasayî, binçavkirinên neyasayî, destdirêjiya cinsî û şkencekirina ji aliyê komên çekdar ên cuda, yên hevbendiyeke berbelav û bi piștgiriya Tirkiyeyê, Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê û herweha Polîsên Leşkerî, hêzeke ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û rayedarên Tirkiyeyê ve di sala 2018an de hatiye damezrandin bi awakî eşkere ji bo rêgirtina li binpêkirinan, belge dike.
“Destê Tirkiyeyê di pêkanîna binpêkirinan de heye”
HRW diyar kir jî ku destê hêzên çekdar û saziyên îstîxbaratê yên Tirkiyeyê di pêkanîn û serpereștîkitina binpêkirinan de heye.
Herwiha HRW binpêkirinên derheqê mafên xanî, zevî û milkan de jî belge kiriye, di nav de talankirin û diziya berbelav, herweha desteserkirina milkan û îbtîzazkirin, û têkçûna hewildanên lêpirsînê ji bo rêgirtina li binpêkirinan an jî qerebûkirina qurbaniyan.
Cîgirê Rêvebirê Rojhilata Navîn a HRWyê Adam Coogle got:
“Binpêkirinên berdewam di nav de şkence û windakirina bi zorê ya kesên ku di bin desthilata Tirkiyeyê de li bakurê Sûriyeyê dijîn, dê berdewam bin heta ku Tirkiye bi xwe berpirsiyariya xwe negire û ji bo rawestandina wan tevbigere.”
Adam Coogle got jî, “Rayedarên Tirk ne tenê temașevanên binpêkirinan in, weke dewleta dagîrker berpirsyar in û di hin rewşan de rasterast tevlî tawanên şer ên eşkere bûne.”
Bi 58 girtiyan re hevpeyvîn hat kirin
Human Rights Watch bi 58 girtiyên berê, kesên ku ji destdirêjiya cinsî rizgar bûne, xizm û şahidên binpêkirinan, herweha nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevan, çalakvan û lêkolîneran re hevpeyvîn kirin.
Lêkolînerên HRWyê herweha bi çavkaniyek agehdar re ku rasterast bi Polîsê Leşkerî re têkildar e û çavkaniyek Sûrî ku berê nêzîkî berpirsên îstixbarata Tirkiyeyê bû ku di navbera Tîrmeha 2019 û Hezîrana 2020an de derfeta wan a gihîştin û çavdêriya tevgera grûpên cuda li Efrînê hebû lê ji wê demê ve Sûriyê bicih hișt, têkilî kir.
Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ji sala 2016an ve bûn sedema kontrolkirina herêma bi piranî Ereb li bakurê Helebê ku Êzaz, El-Bab û Cerablus, û Efrîn a berê piraniya wê Kurd û xeteke teng li ser sînorê bakurê Sûriyeyê di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ku ji aliyê etnîkî ve cudacuda ne.
Tirkiye bi rêya hêzên xwe yên çekdar û dezgehên xwe yên îstixbaratê, him kontrol û him jî rasterast çavdêriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wê.
Tirkiye herwiha kontrola rêvebirina herêmên dagirkirî bi rêya parêzgehên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê pêk tîne.
Hikûmeta Tirkiyeyê niyaza xwe ya avakirina “herêmên ewle” li herêmên di bin dagîrkeriya wê de aniye ziman, bi hênceta ku hêzên Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyeyê girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne ku Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê wê wek grûpeke terorîst dibînin û Tirkiye pê re bi dehan salan di nav şer de ye.
Hikûmeta Tirkiyê herweha dibîne ku “herêmên ewle” dê vegera penaberên Sûriyê ji Tirkiyeyê hêsantir bike.
“Tirkiye di misogerkirina ewlehiya xelkê sivîl de sernektiye”
Lê belê Tirkiye di misogerkirina ewlehî û xweșiyajiyana xelkê sivîl de sernektiye û jiyana 1,4 milyon niştecihên herêmê bi nebûna yasayê û ewlehiyê derbas dibe.
Niştecîhek ku berê dora 3 salan di bin desthilata Artêșa Niștimanî ya Sûriyê de dijiya, got,”Her tişt bi hêza çek e”.
“Bi awayekî neyasayî gelek kes hatin girtin”
Komên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî bi awayekî neyasayî gelek kes girtin û binçavkirin, bi darê zorê winda kirin, îşkence kirin tevî rengên din ên tevgera xerab û darizandinên leșkerî yên ne dadwer derheqê dehan kes de kirin û ji xwe ji cezakirinê filitîne.
Jinên Kurd ên rastî girtinê hatibûn anî ziman ku ew rastî destdirêjiya cinsî hatibûn. Zarokên 6 mehî jî li gel dayikên xwe hatine binçavkirin.
Di dozên ku ji aliyê Human Rights Watch, Komîsyona Lekolînê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mafên mirovan ve hatine belgekirin, bi piranî Kurd di nav van binpêkirinan de jiyan kirine.
“Kesên têkiliya wan bi HSDyê re hene dibin armanc”
Herweha Ereb û kesên din ku tê dîtin ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hene jî hatin armancgirtin.
Komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, binpêkirin li navendên binçavkirinê yên ku carna karbidestên leşkerî û îstixbarata Tirkiyê tê de amade bûn, kirin, li gorî girtiyên berê, ku herweha gotin ku karbidestên Tirk carinan rasterast beşdarî îşkence û muameleya xirab bûne.
Human Rights Watch bi 36 kesên ku rastî binpêkirina mafên xanî, zevî û milkan hatin re hevpeyvîn kirin.
Ji ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê’ ya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê di sala 2018an û ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ ya li Girê Spî-Serê Kaniyê di sala 2019an de heta niha bi sed hezaran niștecihên herêmê ji malên xwe koçber bûne.
Di pey wê re, komên Artêșa Niștimanî ya Sûriyeyê bi talankirin, dizîn û desteserkirina mal û milkên berfireh re mijûl bûn. Hêj piraniya kesên ku ziyan dîtine nehatine qerebûkirin.
“Tişta herî dijwar li ber mala xwe rawestim û nikaribim derbasî bibim”
Zilamekî Êzıdî ku ji Serê Kaniyê derbider bûye got, “Tişta herî dijwar ji min re ew bû ku li ber mala xwe rawestim û nikaribim derbasî bibim.”
Talankirin, dizîn û desteserkirina mal û milkan berdewam dike, kesên ku li hemberî van kiryaran radibin rastî girtin, binçavkirin, şkence, revandin û windakirina bi zorê tên.
Hêj lêpirsîna li hemberî binpêkirinên giran ên mafên mirovan û egera tawanên şer ên li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, ne diyar e.
“Tawanbar nehatine cezakirin”
Human Rights Watch li ser doseyên çar kesên payebilind ên ku tê îdiakirin ku tevlî binpêkirinên giran bûne, lêkolîn kir.
Kes ji wan nehatiye darizandin û sê kes niha di nav avahiya Artêșa Niștimanî ya Sûriyê de postên payebilind wergirtine, li gor çavkaniyên agahdar.
Ne dadgehên leşkerî yên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê, yên ne serbixwe, û ne jî Tirkiye wek hêza dagîrker û piştgira sereke ya Artêșa Niștimanî ya Sûriyê wek pêwîst rê li tawanên giran ên desthilatdarên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dikin, negirtine.
Human Rights Watch hewl da ku Tirkiye li ser van mijaran têxe nava diyalogê û encamên lêkolînên berfireh bi nameyekê ku du caran 21ê Çiriya Paşîna 2023yan û 4ê Kanûna Paşîna 2024an ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re şandibû, parve bike lê ev name rastî bêdengiyê hat.
Herwıha li ser nameya ku ji Wezareta Parastinê ya re 20ê Çiriya Paşîna 2023yan û 8ê Kanûna Paşîna 2024an șand ku di nav tiştên din de pirsa pêngavê dadwerî yên têkildarî çar mirinên di dema binçavkirinê de ku bi eşkereyî hatine ragihandin kir, bersiv wernegirt.
“Tirkiye neçar e ku pabendbûna hêzên xwe misoger bike”
Tirkiye neçar e ku pabendbûna hêzên xwe bi yasya mafên mirovan û yasaya mirovahî ya navdewletî misoger bike, di nav de yasaya ku erkên wê wek dewleteke dagîrker û hikûmeta defakto li van herêmên bakurê Sûriyeyê rêk dixe.
Di nav de, vegerandina aramî û ewlekariya giştî li herêmên di bin kontrola xwe de, parastina niştecihan ji tundûtûjiyê, lêpirsîna encamderên binpêkirinan, qerebûkirina hemû qurbaniyên binpêkirinên giran ên mafên mirovan bi destê hêzên wê û hêzên xwecihî yên ku ew kontrol dike, garantîkirina mafên xwediyên milk û kesên vegeriyayî, di nav de qerebûkirina wan ji bo desteserkirin û bikaranîna neyasayî ya mal û milkên wan û her ziyanek çêbûye.
“Divê Tirkiye rê bide saziyên lêkolînê yên serbixwe”
Divê Tirkiye û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê demlidest rê bidin saziyên lêkolînê yên serbixwe ku bêyî astengî derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibin.
Coogle herwiha got:
“Dagirkirina Tirkiyê ji beşên bakurê Sûriyê re hewayeke neyasayî ji binpêkirin û bêcezakirinê peyda kiriye ev tişt bi temamî dûrî ‘herêma ewle’ ye.”