Qoçana erdheja 10 bajaran: 350.000 – 380.000 mirî! 

Siddiq BOZARSLAN

Roja duşema 06.02.2023yan, di berbanga sibê saet 04.17an da li navenda Pazarcik ya Kahraman Maraşê di şîdeta 7,7 û 7,6 da du erdhejên (depremên) mezin qewimîn û ev felaket 10 bajaran (K. Maraş, Malatya, Gazîantep, Adiyaman, Hatay, Îskenderun, Osmaniye, Adana, Urfa û Diyarbekir) da ber xwe. Li gora haydarîyan, xisara vê erdheja kambax, gîhaye 13,5 milyon zêdetir însan. Dema 45 roj bi ser erdhejê derbas bû, jimareya mirîyan li gora reqemên resmî 50 hezar û 96 bûye ku gelek pispor, vê jimareyê derdora 5-7 qatên resmî dihesibînin. Çavkanîyên serbixwe, jimareya mirîyan di navbera 350.000 û 380.000 hezar da nîşan didin. Şêwirmendê Koşkê, Fuat Oktay jî gotibû ku ew jimareyên mirîyan ku eşkera kirine; jimareya kesên ku navên wan tespît bûne. Yanê yên navên wan tespît nebûne, di nav jimareya resmî da nîne ku wê reqemê heta nuha eşkera nekirine.

Wer xuya dibe ku ev rejim naxwaze jimareya mirîyan bi awayeke zelal eşkera bike. Heman politika derewan û durûtîyê di dema nexweşîya Pandemîyê da jî xwe nîşan dabû ku pispor dibêjin,100 hezar mirî nehatine hesibandin. Lê divê em li vir bidin xuyakirin ku di heqê jimareya mirîyên erdhejê da ku hukumet, derewan dike; van derewan ji erdheja Erzinganê (Erzincan) ya 1939yan virve hatîye tekrarkirin. Bi gotineka dî hemî partîyên ku li ser hukum bûne, derewan kirine û tedbîrên depreman jî nesitandine da ku mirin û xisar zêde nebin.

Xaleke balkêş jî di heqê rêkirina hêzên dewletê jibo alîkarîyê da ye; ku di wextê pêwist da nehatine rêkirin. Li gora raporên pisporan, eger rejimê tedbîr bistana û di wextê pêwist da biketana nav hewildanê; wan hêzan dikaribûn di navbera 4 seetan da bigîhana cîyên hewcedar û bi wî awayî bi dehhezaran ango bi sedhezaran însên xilas bibûya. Lê mixabin, tevdîlên pêwist nehatine kirin û alîkarîya ku di 4 seetan da dikaribûn herin herêmên xisardîtî; balkêş e ku AFADê piştî 35 seetan alîkarî ji orduyê xwestîye û orduyê jî rojtira dî dest bi rêkirina alîkarîyê kirîye ku ev tê wê maneyê ku alîkarîya pêwist jibo xilaskirina însanan, piştî 3 rojan gihane cîyên pêwist. Ev jî bûye semedê ku bi sedhezaran însan di bin axê da bimrin. Yanî di encamê da ev felaketa xwezayî, yanî deprem; bi rênekirina alîkarîyên dewletê yan rejimê bi xwe bûye semedê felaketeka mezintir û loma bi emelî dewlet û rejim bi xwe di bin axê da mane. Bi gotineka dî, rejim bixwe bûye felaketek.

Mîsaleke balkêş jî di derheqê alîkarîyên ku ji welatên derve hatibûn da bûn. Wek mîsal; Almanya, Avusturya, Îspanya, Îsrail, Slovakya, Estonya, piştî ku 3- 4 roj xebitîne; ji neçarîyê zivirîne welatên xwe. Almanya û Îsraîl gotine ku ”ewleyîya canê me li vir nemaye da ku em karên xwe bidomînin” û vegerîyane welatên xwe. Divê em li vir bidin xuyakirin ku turkan jibo Almanya û Îsraîlê ”sucdarîya ajanîyê” eşkera kirine. Loma piştî vegera Îsraîlîyan, di derheqê ajanîyê da di çapemenîya Îsraîlê da hin nivîsar û nûçeyên balkêş derçûne û Îsraîlê gotîye ku ”sucdarîya ku turkan gotine, tiştên vala û bêbingeh in; … eger em bixwazin ajanîyê li tijî turkan bi kar bînin, em dikarin tumanên turkan ji wan derxin bê ku xebera wan jê çêbe.” û wd. Welatên din jî ku me navên wan gotibû; ew jî nexwestine bibin şirîkê turkên ku bi makîneyan avayîyên xirabkirî bi lez u bez xwestine rakin. Di destên wan dewletan da aletên teknikî hebûne û tespît kirine ku di bin avayîyan da kesên zindî hene û pêwist e bi dîqet karên xwe bimeşînin da ku jîyana wan xilas bilkin. Lê turkên ku li ser makîneyan bûne, xwestine bi makîneyan wan avayîyan ji cî rakin ku ew dibûn sedemê ku kesên zindî bimirin. Loma wan gotine ku ”em nikarin bibin şirîkê turkan ku însanên zindî di bin xanîyan da bikujin” û ji neçarî vegerîyane welatên xwe.

Li Turkîyê ji salên 1950yî virve traktor ketîye nava jîyana cotkarîyê. Gelek kesên ku bi taybetî li gundan dijîyan û di jîyana erdçinandinê da xwedîyê roleke giring dileyîstin; bi hatina traktorê ve ew gundî di carek da bûne bêkar. Ji ber ku traktorek karibû karên bi dehan, bi sedan gundîyan pêk bîne. Ev jî bi xwe ra bêkarîyê anî ku bû sedemên ku gelek gundî ji gundên xwe barkin û ber bi bajaran ve koçbikin. Di jîyana gundîyên ku çûne bajaran da gelşa herî mezin, peydakirina xanîyan bûn. Ev rewşa nû jibo gundîyên ku bûbûn bajarî; bû semedê despêkirina avakirina xanîyên ku di şevek da dihat çêkirin ku bi turkî ji wan xanîyan ra ”Gecekondu” (xanîyê şevê) dihat gotin. Ev di jîyana bajarvanîyê da qonaxeke nû bû ku ev heta demên îro hatine. Ev, di pîlankirina çêkirina bajaran da jî demên dirêj bûye gelşeke mezin û şaredarîyên bajaran nikaribûne ango nexwestine wê çareser bikin.

Serekdewlet Recep Tayyip Erdogan, di 4ê sibata 2022an da biryara ku hukumetê jibo 6 taxên bi xeter ên Îskenderunê dabû, betal kirîye ku ew biryar di rojnameya resmî da hatîye weşandin. Biryar bi turkî ye û weha ye: “Hatay ili İskenderun ilçesi Meydan, Cumhuriyet, Modernevler, Numune, Pınarbaşı ve Esentepe mahallerinde bulunan bazı alanların riskli alan ilan edilmesi hakkındaki 16/09/2013 tarihli ve 2013/5382 sayılı Bakanlar Kurulu Kararının yürürlükten kaldırılmasına… karar verilmiştir.” (5ê sibatê 2022, rojnameya resmî)

Wek hun dibînin; rapora îskanê ku gotîye wan deran xeter in û hukumetê jibo wan biryar sitandîye; lê axayê Erdogan wê betal kirîye ku di erdhejê da hemî xirab bûne û gelek kes li wir jî mirine. Bi tabîreka dî Erdogan, bi hezaran însanên wan 6 taxan bi zanebûn rêkirîye mirinê. Heman Erdogan û rejima wî, 164 car efûya îmarê derxistine ku 294 hezar xênîyên (avayî) ku xisar dîne û xirab bûne, hemî ketine ber efûya îmarê. Dîsa tespît bûye ku xênîyên ku xirab bûne, %51ê wan di dema hukmê Erdogan da hatine çêkirin û %49ê wan jî berê hatine çêkirin; lê ketine ber efûya îmarê. Mîsaleka balkêş û îbretê jî li Amadê qewimîye: Ji 7 avayîyên ku di erdhejê da ketine, 3yê wan qaçax hatine çêkirin ku yek ji wan divê 6 qatî bûya, lê 12 qat lêkirine û di wê avayîyê da 60 kes mirine. Li Stanbolê jî numûneyeka balkêş: Jibo 5 tebeqe/qat destûra çêkirinê dane avayîyek, lê di şuna 5 qatan da 25 qat lêkirine. Dîsa li Stanbolê, 24 sal berê raporek hatîye amadekirin ku bi dehhezaran xênî divê werin xirabkirin ku di erdhejê da dikarin xirab bibin; lê heta nuha tedbîrek nehatîye sitandin. Mîsaleka îbretê jî di derbarê erheja Adiyamanê û Maraşê da ye. Du kesên ku beşdarîya bernama erdhejê kiribûn. (yek ji Maraşê, yek ji Adiyamanê); wan got ku salek berîya erdhejê, 500 hezar kefen jibo Adiyamanê û 500 hezar jî jibo Maraşê hatine. Yanî salek berê, rejim zanibûye ku dê deprem çêbe û 1 milyon kefen rêdike du bajaran; lê tu tedbîr nesitandine.

Li Malatyayê Çadira Xwarinbelakirinê ku ji alîyê RP (Partîya Refahê) ve hatibû amadekirin û rojê jibo 10 hezar kesan xwarin didan mexdûrên erdhejê; ji alîyê hukûmatê ve tê qedexekirin. Hukûmata AKP yê wer pratikeka neînsanî raxistîye meydanê ku astengîyên cure cure nîşan daye da ku ji bil wan kes an partî an rêxistinên xêrxwaz yên dervayê AKP, alîkarîya gel nekin. Raxistina pratikeka weha hovane, bû semedê zêdetir mexdûrên erdhejê ku perîşantir bibin. Lê sosret û hovîtîyên îktîdarê hew qas jî nebûn. 3 meh û nîv piştî depremê hilbijartina giştî û serekdewletîyê çêbû û AKP dîsa bi serket; hem jî li pira raya giştînîya herêmên depremê dengên xwe gelek zêde kiribûn. Êvara ku êdî encam temam bûbû û AKPyîyan digel def û zurne li nik xanîyên wêrankirî şahîyan li dar xistin ku ez bixwe şok bûn. Hew qas jî nabe bi rastî. Hê laşên bi sed hezaran însên di bin axê da ne û ew jî li ser wê axa ku di binê wê da mirî hene, ew şahîyê çêdikin. Mirov nizane çi bêje. Wer derketîye ortê ku mirov bê hemdê xwe dibvêje, ”wan însanan mirinê heq kirine, heta ne hewce ye ku ew bijîn. Di eslê xwe da ew bi awayeke zindî miriune û ketine bin erdê. Li vir tenê ez dixwa di navberê dazim gotina mezinên me bînim bîra we xwendoxên hêja û raya giştî ya ku ji xwe ra dibêjin ew mirov in: ”Dermanê hemî xurekan xwey e; lê ku xwey genî bibe, dermanê wê tune.”

Wek raya giştî jî pê dizane; ji depremê vir da 6 meh derbas bû em nûha (sibê) dikevin nav meha 7an û hê jî birînên afatzadeyan nehatine dermankirin. Bi milyonan însan, ji neçarrîyê terka bajarên xwe kirin û berên xwe dan gelek herêmên cuda. Hê jî bi sedhezaran însan di bin çadiran da jîyana xwe ya perîşanîyê didomînin. Û heta nûha gelek kes hestîyên mirîyên xwe jî nedîtine ku ji wan ra qet nebe goristanek çêkin; lê evrewşa perîşanîyê qet xema kardestên hêzên hukumet û dewletê da nîne. Milet nûha li benda tofana Stanbilê ne…

Erdheja Licê, 6ê îlonê 1975: ”Ez kiremîtek bi 3000 Liceyî naguherim!”

”Ez kiremîtek bi 3000î we (Liceyî) naguherim!” Vê tevokê/ cumleyê Albayek xebitandîye. Çendek piştî erdhejê dema Bülent Ecevit tê Licê; Liceyîyekî xwestîye Ecevit bibîne û xwe di nava xelkê da ber bi pêş ve birîye û milê wî li loda kiremîtan ketîye û yek du ketine xwarê, şikîyane. Nêzîkî wî rebenî qaymakam, esker û albayek hebûne. Ev albay, bi dengeke bilind diqîre ser wî zilamî û ”Ez kiremîtek bi 3000î we (Liceyî) naguherim!” dibêje. Bi ya min ew albayê nejadperest û hov, hestên xwe yên rastîn derxistîye derve û durustbûna xwe nîşan daye. Di esasê xwe da dewleta turk li ser wê esasê ava bûye û neyarê milletê kurd bûye. Reqema ku albay telafuz kirîye jî balkêş e. Ji ber ku di derdora meqamên resmî yên Licê da, jimareya mirîyên erdheja Licê, wek 3000 hatîye telafûzkirin û loma albay jî wê jimarê gotîye. Ez dikarim bi hêsayî bêjim ku di emelê xwe da li hevberê afadzadeyên Licê hukumet û rejim hemî wek wî albay bûne û alîkarîyên pêwist jî nekirine û wê demê jî gotine ku ew qeder e.

Meşa ji Licê bo Amedê û derewên Amed Tîgrîs (Ahmed Mekî)!

Dema min jibo deprema ku li 10 bajaran qewimîbû, nivîsarek amade dikir; çavên min bi kitêba Amed Tîgrîs ket. Navê kitêbê ”Bîranînên min” bû. Kitêb di nav weşanên Apecê da di 2022an da li Stockholmê çap bûye û nivîskarê kitêbê di 18.12.2022an da li Kitêbxana Kurdî wê daye nasandin û ji xanima min Şermîn û ji min ra îmza kirîye ku ez wê rojê nikaribûn beşdar bibim. Berî ez ji despêkê kitêbê bixwînim, min tenê qîma xwe bi nihêrtina sernivîsaran anî; ji ber ku karên min ên nivîsînê hebûn, ez nikaribûm wê bixwînim. Ji ber ku ex kitêbên bîranînan hezdikim û wan dixwînim. Lê heta nûha yên ku min dîtine, gelek ji wan mirov nikare bi tevayî bixwîne. Jibo min ev weha ye, lê jibo kesên dî dikare ne weha be. Ev mijareke dî ye û cîyê gengeşê ye. Dema min li wê kitêbê nêrî; di rûpelên 159-160an da di bin sernivîsara ”Erdheja Licê 1975” da nivîsareke kurt heye ku behsa Alîkarîya TOB-DERÊ jibo xelkê Licê hatîye kirin, heye ku di nav kesên ku xebitine yek ez bûm ku navê min jî li wir heye. Lê di rûpelên 182-183yan da nivîsara ”Meşa Licê Amedê” heye ku dema min ew xwend; ez hem heyîrmayî mam û hem jî şok bûm. Ji ber ku qet navê min jî di textê da derbas nabe. Ew meşa ku di kitêbê da tê bahskirin, di 20.11.1975an da despêkirîye û di nav 3 rojan da 90 kilometre rê hatîye meşandin. Li vir ez tenê wê bêjim ku tiştên di meşê da û heta xilasbûna meşê da A. Tîgrîs bo xwe gotîye; xwendekar dikarin di şûna wî da navê min wek Siddik Bozarslan bixwînin. Yanê ew tiştên ku Mekî xwedêgiravê kirîye, ez bixwe me.

Piştî vê şokbûna min, îcar min kitêba Licê nêrî ku ew jî wî nivîsîye. Li wir jî şola deprema Licê û komîte û meşa Licê bi awayên derew hatîye nivîsîn. Bi fîîlî bi dehan kes hem ji Licê, hem ji Amedê alîkarîya xelkê Licê jî û meşa Licê jî kirine ku ”pismamê min” Amed Tîgrîs jî yek ji wan e, lê wî hem tevlîhevî kirîye û hem jî komîteya resmî kîne, qet behs nekirîye. Ev rewşa A. Tîgrîs, bi ya min ew bi zanebûn nexwestîye rastîyan binivîse. Ji ber ku ew murudekî belengaz e û emrê xwe bi murudîyê derbas kirîye. Murudê wî yê ewil Omer Agin e ku endamê Merkeza TKP bûye û piştî derbeya 12 Îlonê ku ew jî demek li zindanê maye û piştî zindanê îcar di rojnameyên PKK da dest bi nivîskarîyê dike ku van hewildanan hemî ne tesaduf in. ”Pisamê min” jî piştî ji TKPyê dikete, digel hinkesan ”Weşana Hêvîya Gel derdixe”. Paşê ew der jî diterkîne û îcar ”terfî dike, dibe murudê Ocalan” û li ser wî jî methîyên sofîtîyê dinivîse. Ew Ocalanê ku dibêje ”15.000 hevalên xwe înfaz kirîye”. Yanî bi kurtî ”pismamê min” murudê du şêxan e ku ew her du şêx jî murudên Ankarayê ne. Murudekî ku nikaribe ajanîya şêxên xwe bêje û binivîse; ew bi xwe jî bi qelema xwe ketîye nav wê xeta hevberê miletê kurd. Loma ew nikare rastîyan bêje û binivîse, Loma min jî pêwist dît ku di vê xalê da rastîyan bêhim. Lê bila ”pismamê min” baş zanibe ku ”Mirovê bêbext bibe pir jî, mirov di ser da naçe”. Em çawa bikin, Xwedê aqil bid kêmaqilan û hew!

Sê roj berîya meşêl, li Qehwexana Fesîh gengeşeyêk jibo meşa Licê çêbû, Xelk bûbû dualî. Alîyek digotin hefteyek an duhefte paşê em bimeşin.; alîyê dî jî digotin ku lazim e em di vê heftê da bimeşin. Di encama gengeşeyê da alîyê me ku digotin vê hefteyê pêwistî bi meşek heye; di piranîyê da ma û li wir ji çar (4) kesan komîteyek hat çêkirin. Ez (Siddik Bozarslan), Hafiz Uzun, Osman Agin û Giyaseddînê Merengoz. Jibo destûrsitandinê hevalan min pêşnîyaz kirin ku dilekçeyek binivîsim û min di huzura cemetê da bi xetên desta daxwaznameyek nivîsî û bi deng min ew xwend; piştî ku hemîyan erê gotin, min navê wan tek û tek li jêrê daxwaznameyê nivîsî û ser navê wan çar kesan ez çûm ba qaymeqam û dadger. Wan ji min ra gotin ku tiştên tûj nenivîsîn û rê medin ku hin kes ji derve werin mudaxilê karê we binin, meş heqê we ye. Bi vî awayî me destûr sitand. Dîsa hat gotin ku komîteyek jî divê li Amadê destûr ji walîlîxê bistîne û kesên ku têkilîyên wan ên rojane bi Amedê ra hebûn, wî karî girtin ser xwe. Ez û Hafiz Uzun di heman roj da em çûn gundan û sê roj li gundan gerîyan da ku beşdarîya wan pêk were. Roja dawîyê em zivirîn navenda Licê û meşa me despêkir.

Şeva ewil em li Rawestoxa Karazê man. Dema ber êvarê em gihan wir; doktorê ku di ambulansê da bû û digel meşvanan dihat; îşaret da min ku ez herim ba wî. Ew ji ambulansê hat xwarê, bi milê min girt û em piçek ji însanan dûrketin. Wî ji min ra got ku ”Binêr Siddik, li gora malumatên ku gihane min, di nav we da ajanek heye û eger hun dîqet nekin; ew dikare jehrî têxe nav xwarinê û hemî meşvan nexweş bikevin. Ji min gotin û bila ev tişt wek sirek veşartî bimîne.” Min spasîya xwe li ser navê komîteyê jê ra kir û Bi destê wî girt û xatir jê xwest. Dema ez hatim nêzîkê Osman û Hafiz, Xîyoyê Marangoz biçek ji wan dûr bû. Min bi çavan îşaret da wan û piçek em çûn dereke xalî û min gotinên doktor ji wan ra got. Ew jî heyîrmayî man û yekser gotin; ”ev bênamûsê Xîyo ye, ji xwe navê wî di nav xelkê da bûye piste pist.” Dema wan pirsîn ku kî dikaribûye vê haydarîyê bi doktor ra rêke; min jî yekser, qaymeqamê Licê îşaret kir ku ew zilamekî baş e û carek ji min ra jî bûye alîkar da ku ez ji destê wî segbavê albay xilas bûbûm. Ji wî nebûya, esker dikaribûn tiştek bînin serê min ango min bikujin.

Rojtira dî me şeva xwe li ber Çemê Embarê derbas kir û roja dawîyê piştî seetek zêdetir em meşîyabûn; seet derdora 9- 9.30 bû ku albayek bi cemsa xwe ya meqamî hat û li nik me sekinî. Dema ji cemaatê pirsî da ku kî perspirsê meşê ye û cemaatê jî bi tilîyan min nîşan dan û Albayê Eskerîyê dest pêkir û hem gefan li me kir û hem jî xwedêgiravî xwe kir hevwelatîyê me da ku tiştek neyê serê me û çêtir bû meşvan vegerin malên xwe. Dema min jê pirsî ku hem destûra me ji LIcê heye û hem ji Dîyarbekirê heye. Necuwamêr xwe aciz kir û bi rûyê xwe yê tirş em tehdît kir û got ”eger hûn werin ser pirê, hîn dê hemî herin bin avê û dê Çemê Dîcle bibe xwîn!” Li hember wê tehdîdê, min jê ra got ”Spas albayê min jibo van haydarîyan, em dizanin ku hûn wezîfeyê xwe dikin. We zehmet kir heta vir hatin. Kerm bikin, oxiraa we ya xêrê be!” Piştî van gotinên min, ew hema çû ber erebeya xwe û siwar bû û ji me dûr ketin. Piştî ku albay çû, ez û Hafiz û Osman; me bi kurtayî lazimîya haydarîyê jibo meşvanan, me pêwist dît. Bi alîkarîya wan her du hevalan ez çûm ser kevireke mezin û têr bilind û min xîtabê xelkê kir da ku kes netirse û li pêşîya me 2,5- 3 seet rê maye û tu hêz niklarin vê meşa me bidin sekinandin. Piştî van gotinên min ên kurt; dengê qêrîn û çîrên xelkê çû heta çemê Dîcleyê.

Me meşa xwe bi silametê temam kir û di wê demê da meşeke herî qelebalix bû ku kîtleyeke weh zêde cara ewil bû ku hatibûn ber hev. Însanên meşvan hew qas zêde bûn ku dema serîyê pêşîn ê meşê li Seyrantepeyê bû ûber bi bajêr ve dimeşîyan; serîyê paşîya meşê hê negihabû ber Çemê Dîcleyê. Çend roj piştî meşê, dawe li me hat vekirin û em hemî tek û tek çûn ba sawcî û îfadeyê xwe dan, lê tiştek jê derneket. Ji ber ku tu bûyerê pevçûnî çênebûn.

Sibê salvegera 48 salîya deprema Licê ye û politika dewletê jibo herêmên bi rizk neguherîye û eger weha bidome dê hin gelek der xirab bibin û însanên me bimrin. Mixabin jibo partîyên li ser hukum, ev bûye politika jenosidê ku didomînin û li ser xwîna mirîyan ew dewlemend dibin. Wê çaxê jî wan gotin ”ev qedera îlahî ye û jibo me muslumanan xêr e û wd. Loma di wan rojên ewil da min û Fikret Akay, li ser navên xwe rûpeleka daktîloyê belavokek belav kiribû. Lê çend belavokên me bi me ra hatin girtin. Li zerzemîna Wîlayeta Amedê bi seetan li min Fikret heqaret kirin û herî dawî, em hatin berdan. Bi vê minasebetê ez bi giranî mirîyên deprema Licê bibîrtînim.

Siddik BOZARSLAN

Roja duşema 06.02.2023yan, di berbanga sibê saet 04.17an da li navenda Pazarcik ya KahramQoçana erdheja 10 bajaran: 350.000 – 380.000 mirî!an Maraşê di BBC vz şîdeta 7,7 û 7,6 da du erdhejên (depremên) mezin qewimîn û ev felaket 10 bajaran (K. Maraş, Malatya, Gazîantep, Adiyaman, Hatay, Îskenderun, Osmaniye, Adana, Urfa û Diyarbekir) da ber xwe. Li gora haydarîyan, xisara vê erdheja kambax, gîhaye 13,5 milyon zêdetir însan. Dema 45 roj bi ser erdhejê derbas bû, jimareya mirîyan li gora reqemên resmî 50 hezar û 96 bûye ku gelek pispor, vê jimareyê derdora 5-7 qatên resmî dihesibînin. Çavkanîyên serbixwe, jimareya mirîyan di navbera 350.000 û 380.000 hezar da nîşan didin. Şêwirmendê Koşkê, Fuat Oktay jî gotibû ku ew jimareyên mirîyan ku eşkera kirine; jimareya kesên ku navên wan tespît bûne. Yanê yên navên wan tespît nebûne, di nav jimareya resmî da nîne ku wê reqemê heta nuha eşkera nekirine.

Me meşa xwe bi silametê temam kir û di wê demê da meşeke herî qelebalix bû ku kîtleyeke weh zêde cara ewil bû ku hatibûn ber hev.Însanên meşvan hew qas zêde bûn ku dema serîyê pêşîn ê meşê li Seyrantepeyê bû ûber bi bajêr ve dimeşîyan; serîyê paşîya meşê hê negihabû ber Çemê Dîcleyê. Çend roj piştî meşê, dawe li me hatl vekirin û em hemî tek û tek çûn ba sawcî û îfadeyê xwe dan, lê tiştek jê derneket. Ji ber ku tu bûyerê pevçûnî çênebûn.

Sibê salvegera 48 salîya deprema Licê ye û politika dewletê jibo herêmên bi rizk neguherîye û eger weha bidome dê hin gelek der xirab bibin û însanên me bimrin. Mixabin jibo partîyên li ser hukum, ev bûye politika jenosidê ku didomînin û li ser xwîna mirîyan ew dewlemend dibin. Wê çaxê jî wan gotin ”ev qedera îlahî ye û jibo me muslumanan xêr e û wd. Loma di wan rojên ewil da min û Fikret Akay, li ser navên xwe rûpeleka daktîloyê belavokek belav kiribû. Lê çend belavokên me bi me ra hatin girtin. Li zerzemîna Wîlayeta Amedê bi seetan li min Fikret heqaret kirin û herî dawî, em hatin berdan. Bi vê minasebetê ez bi giranî mirîyên deprema Licê bibîrtînim.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *