PWK ŞAXA BATMANÊ DI SALVEGERA 99 EMÎN DE ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BIBÎRANÎN

 
Rêvebirîya Batmanê ya PWKê 29.06.2024 an de li Batmanê saet 16.00an de li sere Şara(caddeya)Gulistanê Şêx Seîd û hevalên wan bibîranîn û çalekîyek pêk anîn .
 
Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê bi Ala Kurdistanê ,bi pankart û wêneyê Şêx Seîd li Caddeya Gulistanê cih girtin.
 
Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir got: Şêx Seîd û tevî 47 hevalên wî berî 99 salan wek îro hatin darvekirin. Paşî 424 kes ji alîyê Dadgeha İstiklalê “İstiklal Mahkemeleriyê” ku tu pîvaneke huquqî pêre tune bu ve hatin darvekirin û bi hezaran kes bê dadgeh bê suc û cîhne cuda cuda de bi heman sebebê bi plankirî ji aliyê eskeran ve hatin kuştin.Dewleta Tirk îro jî wekî 99 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa “rêgir,çete û teror” nîşan dide ,Kurdistan kirîye serbazgeh û millitarîzmê roj bi roj xurttir dike û dijî azadîya gel li her çar parçê Kurdistanê erîşa dibe ,gefan li wan dike.”Di salvegera 99êmin de soz didin ku em ê rê û rêbaza wan bernedin ,heta bi destxistina wan armancên netewî,em ê kar û xebata xwe bidomînin.”
 
Bi strankê nalînî “ Mîrê min” ku ji bo Şêx Seîd hatîyê gotin ,ji bo şehîdanbi silav û bêdengî rêz hate girtin .
 
Paşî daxuyanîya PWKê ji alîyê serokê PWK şaxa Batmanê Aziz Özdemir ve hat xwendin.Di daxuyanîyê de”Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
 
Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.
Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd,Seyîd Riza,Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û hevalên wan ,cihê Seîdê Kurdî aşkere bike.
 
Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.
Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.
 
Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.
Di 99emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî,Usiv Zîya Beg,Dr Fuad ,Şêx Eyub,Seyîd Abdulkadîr,Hecî Axtî û bi deh hezaran kurdên ku di dema serhildanê û di salên piştî sehildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
 
Piştî daxuyanîyê ji bo ku heta vêga mezelê şehîdan cihê wan ne dîyare bi 5 deqîqe çalakîyek runiştinê protesto pek hat.
29.06.2024
PWK Şaxa Batmanê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *