Bi minasebeta 99emîn salvegera şehadeta Şêx Seîd efendî û hevalên wî, li Amedê, Komeleya Şêx Seîd civîneke çapemenîyê li dar xist. Li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Vahît Aba û endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Ermîş beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.