POLITÎKA LEWITÎ

Bêhn û pixar: Dema dewleta tirk şerê bo dagirkirina Afrînê dikir, gelek hemwelatîyên Tirkîyê  KEFEN LI WAN û li ber seraya serokdewlet bangdikirin: ”reîs me bişyêne Afrînê”. Gelekî balkêşe ku tu kes ji hemwelatîyên Tirkîyê KEFEN LI XWE NAKIN û naçin ber seraya serokdewlet û bangnakin: ” reîs me bişyêne Filistînê”. Bere kurd vêna li anîşkeke tarîxa xwe notbikin.

Pîs û qirêj: Hûkûmetên Baxdayê bi sed qûrban û heyranan, bi gelek çûn û hatinên delegesyon, komîte û dîplomatîya hûkûmeta Hewlêr bo Baxdayê heta ku maaşên karmendên kurd qabûl dikin anjî pirsekedin ku Baxda bi xwe jî ji zûde bin îmze kirîye, lê niha virde-wirde dikin û van mafên kurdan di taxirênin û jîyanê li Kurdistanîya dikine dojeh. Lê gelekî balkêşe ku hûkûmeta Baxdayê, Tirkîye û Sûrî dawetî Baxda dike da wan li hevdû bênê. Anjî qala ku Baxda wê li gel Hizbillaha Libnan dijî Îsraîl şer bikê têt kirin û nûçekeke nû ku niha belav bûyîye ku serokatîya Hamas bo Baxda bêt neqilkirinê. Li vir qûrban û heyrantî pêwîst nîye, li vir panarabîzm û baxnaztîya dijî Kurdistan heye. Bere kurd vêna jî li dereke tarîxa xwe qeyd bikin.

Dirûtîya Tehran û çîroka Hesen, Hiseyn û Xumeyni: Ewan her dem bi navên Elî û Amer, Hesen û Hiseyn, xweda û qûraan di rabin û dirûnin. Lê ewan roj nîne ku hesenok û hiseynan, elî û amerên xort û belengazên îroj ne daleqênin. Nokteke din ku divêt bêt gotin: ewan ne wilo mêr in ku herin xwîna îsraîlîyan birijênin, lê ew wê qûwet û cesaretê bi xwere dibînin ku malbata kurdekî xwedî kar li Hewlêr qetl bikin. Dijminatîya Kurdistan bo van primitîva li ser her tiştî re ye. Ez agadar im ku piranîya me kurdan vê dirûtîya beloq, bê norm û edeba politîkî baş dizanin û dinasin – pêwîstîya not kirinê tûneye.

Rêveberîya xweser – Rêveberîya NE xweser:

Ne ez dibêjim, pisporên politîkayê dibêjin ku; xweşî û xweşikbûna welatekî, mentîqekê anjî cihekî ku politîkacî îdare dikin, bi hebûna mûxalefetê ve girêdayîye, hebûna serbestî û azadîya mûxalefetê krîtera herî giringe: MA EV KRÎTER LI ROJAVAYÎ  welatême heye? Bersiv bi daxewe ”NA” ye ke mezine! Niha jî kesên ji partîyên kurd yên mûxalif tên girtin, revandin û windadibin. Lokal û komalên wan xera dibin, cam û derîyên wan tên şikandin. Ev ne tenê eyb e, şerm e û gûneh e, ev sûc e, kirîmînalîte ye û barbarî ye jî.                                             

Gotina rastîn ev e ku navê îdareye Rojava – divêt Rêveberîya NE azad, NE serbest û NE xweser be.

Ez havîneke xweş bo we xwendevanên Rûpela nû û xebatkarên wê hêvî dikim. Ezê bi kevime betlaneke/tatîleke du mehî û bi hêvîyên ku em meha êlûnê dîse li gel hevbin. Di xweşîyêde bimênin.

2024.06.30

Nuri Aldur

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *