Jêrenot
- Li vir ez dixwazim behsa 3 mîsalên hovîtîyê ango bi tabîreka dî cinawirîyê ya sistema Ankarayê bikim ku van mîsalan hûn dikarin wek jêrenot 1, 2 û 3 bixwînin. Li gora demê ez dixwazim rêz bikim ku di rêza ewil ya jêrenotê da, dadgehkirineka Bozarslan jibo alfabeya kurdî û gengeşeyeka sosretê di navbera dozkarê tirk û Bozarslan da bikim ku qewimîye. Di despêka dadgehkirinê da dozkarê tirk ku edaleta dewletê temsî dike; dest bi axiftina xwe dike û îddîa dike ku kurd, tirkên çîyayî ne û kurdî jî xirabûyîya tirkî ye. Bozarslan jî di destê wî da çentekeke biçûk heye û li ser kursîya xwe ya nîşankirî bi awayeke heyîrmayî guhdarîya dozkar beg dike. Piştî ku dozkar axiftina xwe temam dike, Bozarslan ji cîyê xwe radibe ser pîyan, çenteya xwe digire destê xwe û li heyeta mehkemeyê dinêre û ji wan ra;
”Madem weha ye, ez waye diçim mala xwe, de haydê bi xatirê we!”
Piştî xatirxwestinê, Bozarslan di salona dadgehê da berbi derîyê derve dimeşe ku ji salonê derkeve derve. Lê dozkar beg hema ji cîyê xwe pildide û bi lez xwe digihîne Bozarslan û jê ra weha dibêje:
”Berêz Bozarslan, bisekine, bisekine, hema di carek da tu nikarî ji salona mehkemeyê herî derve. Kerem bike, raweste û here cîyê xwe rûne, em bipeyîvin, mehkeme hê nû despêdike.”
Berîya ku Bozarslan bizivire cîyê xwe, ew li pêşberî dozkar beg radiweste û req li nav çavên wî dinêre û jê ra weha dibêje:
”Ma çend deqîqe berê we negot ku kurd û zimanê kurdî tune ne. Madem qeneet û tespîtên we weha ne, we çima dawe li min vekir û we ez anîm heta vê derê. Ma jibo tiştên ku hûn dibêjin tune ne, dibe ku ez werim dadgeha we û bêm mehkemekirin û cezayê zindanê bidin min. Ez dinêrim, hûn xwe gelek aciz dikin û diqeherînin jî; ez ji we tika / rica dikim ku xwe meqeherînin û aciz nekin, madem kurd û kurdî tune ne, ji kerema xwe ra wê biryara xwe ya mehkemeyê jî xirab bikin û min rêkin mala min, ber eyala min!”
Wek xwendoxên xoşevîst dibin haydar, dadgehkirina seydayê Bozarslan despêdike û ew çar meh di zindanê da dimîne. Vê mîsala traji-komikîyê, mamoste bozarslan di sohbeteke xwe da ji min ra wek bîranînek behskiribû ku mirov nizane pê bikene ango bigirî. Piştî vê mîsala jêrenotê, îcar ez dixwazim wek jêrenota duyemîn behsa xwe û dadgeheka li Ankarayê bikim ku ew di îlona 1977an da qewimîbû.
- Ez wek Berpirsê Rojnameya Kurdî-Tirkî Roja Welat, di 28ê îlona 1977an da li Paytextê Tirkîyeyê li Ankarayê hatim xwedêgiravî dadgehkirin û çûm zindanê jibo 53 roj razana hepsê. Ez li vir behsa 53 rojên ku li zindanê mabûm dikim ku wê rojê ez hatim mehkemekirin û salek û nîv (1,5 sal) cezayê zindanê dan min; lê mafê min ê îtîrazkirinê li dadgeha bilind hebû û di heman rojê da ez ji zindanê derketim der. Paşê me mafê xwe yê îtîrazkirinê xebitand. Lê gelek balkêş bû ku ew Mehkemeya Bilind di yek runiştinek da wê cezayê min tesdîq kir.
Roja 28ê îlonê ku polêsên çapemenîyê ez girtim û teslîmê Mehkemeya Sulhê ya 10.yemîn kirin; dozkarê wê mehkemeyê dixwest ku ez herim zindanê, lê dadgehê wê daxwazê qebûl nekir. Lê li ser wê îtîraza dadgehê, ez rêkirim Mehkemeya Asliye Cezayê û li wir biryar girtin ku ez herim zindanê. Li wê dadgehê, di navbera min û dadgehê (hakimekî kal) da gengeşeyeke traji-komik çêbû ku ez pêwist dibînim behsa wê bikim.
Hakimê ku berpirsê Mahkemeya Asliye Cezayê bû, zilamekî kal ku ji 70 salî jortir xuya dikir; li dosya xwe qederek nêrî, paşê req li nava çavên min û şewq û şemala min nêrî û weha dest bi axiftinê kir:
”Min li dosya te nêrî, tu beşa rojnamevanîyê dixwînî û bêbela û bêqeza tu çar sal paşê dikarî bibî rojnamevanekî zîrek. Lê bi vê hewildana xwe, xuya ye tu li belayê digerî û naxwazî xwendina xwe temam bikî. Ma ez neheq im, tu çima bi karekî weha ve mijul bûyî û bûyî berpirsê rojnameyeke weha xeternak. Tu dikarî bi zimanên ingilizî, fransî, spanyolî û heta viyetnamî rojname û kovaran biweşînî. Lê ne bi kurdî. Ma ev kurdî ji kê derê derket holê? Ma tu nizanî ku kurdî qedexe ye û zimanê resmî yê dewletê tirkî ye.”
Min di bersiva xwe da ji hakim û dozkar ra eşkera kir ku kurdî zimanê dayîka min e û mafê min ê rewa ye ku ez bi kurdî rojnameyek biweşînim. Li ser vê bersiva min, xetên rûyê dadgehê tirş û tal bû û bi awireke hêrsbûyî zivirî ser Katîbe Xanima dadgehê û weha got:
”Binivsîn keça min. Ji ber ku destûra dewleta me ji bil zimanê tirkî, kurdî qedexe kirîye û loma ev xortê han, Siddik Bozarslan, divê were tewqîfkirin û dadgeha me, daxwaza dozkar beg jî rast û di cî da dibîne û biryara me ew e ku em wî têxin zindanê.”
Wek encam biryara Dadgeha Tirk, biryareke sîyasî bû û divê ez werim cezakirin û li zindanê cezayê xwe bikêşînim. Jibo min ew tişteke surpriz nebû ku ez têkevim zindanê. Bê guman, li gora biryara wan ya sîyasî, careke dî wan rûyên xwe yên hovîtîyê raxistin meydanê û gelek yasayên xwe jî xistin bin pîyên xwe ku bi kurtayî ez dixwazim jibo haydarîyê, ji nifşên nû ra behsa wan bikim ku sistema Ankarayê ya hov çawa dixebite.
Li gora maddeya 23ê ya destûrê; ”Çapkirina rojname û kovaran, ne pêwist e ku jibo destûrgirtinê were muracaatkirin.” dibêje. Yanî bi gotineka dî, li gora vê maddeya destûrê ”çapemenî azad e”, hatîye nivîsîn. Dîsa li gora maddeya 8an ya Yasaya Çapemenîyê; ”Derxistina mewkute (rojname-kovar), ne girêdayê destûrsitandinê ye.” hatîye nivîsîn. Di çarçoveya navberneteweyî da jî mafê mirovî heye ku bi zimanê xwe rojname, kovar, kitêb û wd. çap bike, bide weşandin. Mîsal, Maddeya 38an, fikra 4an ya Peymana Lozanê weha ye: ”Yek ji wan hevwelatîyên tirk ku jibo têkilîyên şexsî (taybetî), bazirganî (ticaret), olî (dînî), di derbarê çapemenî û hemî cureyên weşangerîyê da, di civînên xwe yên girseyî yên vekirî da zimanê xwe dikare bikar bîne ku tu asteng li pêşîya wan tune ne.”
Lê ne tenê polês û dadgehên tirk ketibûn nav hewildanên alarmê; digel wan gelek kesayetên dewletê jî wek walîyê Ankarayê, Wezîrê Hundûrîn, Senatorê Kontenjanê Husamettin Çelebî, Nazli Ilicak û rojnameya wê û rojnameyên wek Gunaydin. Hurriyet, Milliyet, Tercuman; adeta hemî li gora daxwazên dewletê ketin nav hewildanan. Eger gotin di cîyê xwe da be, jibo rejima Ankarayê adeta erdhejeke sîyasî çêbûbû. Loma Senator Husamettin Beg hem di Gunaydinê da axifîbû û hem di senatoyê da gotibû ku li gora Paymana Lozanê mafê kêmneteweyan wek rum, ermenî hene ku bi zimanên xwe rojname biweşînin, lê nabe ku bi kurdî rojnameyek were weşandin, ji ber ku kurdî qedexe ye. Axayê Çelebî bangî Wezîrê Hundûrîn û Dozkarên Komarîyê jî kiribû ku bi awayeke lezgîn kar û berpirsîyarîyên xwe bînin şûnê. Wer bûbû ku Wezîrê Hundûrîn, li Senatoyê adeta bersiva Çelebî dabû û gotibû ku xwedîyê Roja Welat Mustafa Aydin û Berpirsîyarê wê Siddik Bozarslan û yên ku rojnameyê belav kirine û xwendine; di heqê wan da dawe hatine vekirin û ew hemî hatine tewqîfkirin. Wer bû ku li Mêrdînê Nuri Sınır û Orhan Miroğlu xistin zindanê û dest danîn ser 400 heb rojname; li Amedê dest danî ser 4200 rojname ku hê negihabû wir, di rê da dest danîn ser û Sırrı Feroğlu jî hat tewqîfkirin. Li Amedê Rifat Sefalî, Bayram Bozyel, Bakî Mercan û Rifat Dagliyan jî jibo belavkirina rojnameyê xistin zindanê; balkêş bû ku piştî demeke dosya Rifat Sefalî rêdikin Xarpêtê û li wir 1,5 sal cezayê zindanê didin pê; bi heman behaneyê jimareyên tewqîfkirî ji ber belavkirin ango xwendinê li Agirî, Iğdır û Stanbolê û derên dî jî qewimîn. Êdî wer bûbû ku biryarên dadgehê jî ne pêwist bûn ku polês bi operasyonan dest deynin ser rojnameyê û kesên pêwendîdar têxin zindanê.
Opersyonên dewletê li ser Roja Welat bi piralî hat meşandin ku dîtina matbaayê jî çi qas diçû zehmettir dibû. Wek mîsal, jimareya nû dê di 13ê îlonê da li Matbaaya ku Rojnameya Ingilizî Daily News lê çap dibû, bihata çapkirin; lê polês avête ser tesîsên avayîyê û nehiştin ku rojname were çapkirin. Loma bi hefteyek derengî ew jimare ji neçarîyê li Stanbolê hat çapkirin. Lê ji roja ewil ve ku derketina rojnameyê gelek derdorên nejadperest xistibûn taya tirsê, çapemenîya tirkan jî dest bi weşanên nejadperestîyê kirin. Wek mîsal mirov dikare kovareka hefteyî ku di bin bandora dewletê da derdiket; wê di kovarê da gelek tiştên beredayî yên nejadperestîyê nivîsandin. Li gora wê kovarê, amanca Roja Welat ew bûye ku:
”Toximên nîfaqê di nava eşîret û şaxên civata tirk da fît dike, dijminatîyê tûj dike ku ew alîyên civata dewletê bera hev bidin, hev qir bikin ku ewana girêdayê heman Xwedayî, Pêxemberî, kitêbî (yanî Qur´an) ne û di bin alayek da dijîn…” Wek mirov dibîne jibo belavkirina fikrên xwe yên nejadperestîyê çi qas tiştên derew û beredayî hene. Ewana dikarin rêz bikin û gelê xwe bixapînin ku ev felsefeya dewletê ji despêkê heta nuha hatîye domandin.
- Sistema tirk hew qas barbar e ku di pratikê da wê barbarîya xwe tim didomîne. Di karanîna wan metodan da timî politika gopal û gezerê xebitandine. Piştî 46 sal di navbera mîsala min û dadgeha tirk da derbas bûye; îcar em bizivirin ser dezgeha wan ya olî ku bi navê Dîyanetê tê naskirin, binêrin ku wê hovîtîya xwe bi quran û nimêj û waazan jî bikar tînin. Fermo em digel hev biryara Serekatîya Dîyanetê ku 16 meh berê hatîye ragihandin, bixwînin.
Li gora nûçeyek ku di roja 08.12.2023yan ji alîyê Serekatîya Karên Dîyanetê (Diyanet İşleri Başkanlığı) derçûye; jibo xutbeyên rojên înîyan û cejnan, di Derîyê Dewlet-e da dê bi 8 zimanan xizmet were kirin. Li gora haydarîyên Serekê Dîyanetê Alî Erbaş, ev xizmet bi zimanên tirkî, erebî, almanî, fransî, ingilizî, spanyolî, italî û rusî ye. Divê were nîşankirin ku ev karê Alî Erbaş, bi hevkarîya Ofisa Zivirîna Dijitala Serekcumhurî ve tê pêkanîn. Ev tê wê manayê ku ew biryar, ne tenê biryara karê dezgeha olî ye, heman biryar ji alîyê serekdewletê ve jî hatîye pejirandin.
Ev haydarî, bi hesabê Medya Sanal ya Alî Erbaş ve hatîye kirin. Heman politika ji alîyê Wezareta Tendurustîyê ve jî hatibû ragihandin. Bi gotineka dî, di van her sê dezgahên dewletê da karanîna zimanê kurdî qedexe ye. Her wekî ku di Meclisa Tirkî (TBMM) da jî kurdî qedexe ye û di nivîsarên resmî yên meclisê da jibo zimanê kurdî, ”zimanekî nedîyar” tê bikaranîn.
Bifikirin, di bin rejimek da ku TRT- Şeş ango TRT- Kurdî 24 seet weşanên kurdî pêktîne; li dibistanan zimanê kurdî wek zimanê bijarte jibo perwerdeyê ders tên dayîn; li hin zanîngehan beşên kurdî tên xwendin; lê dîsa rêvebirên rejimê bê şerm û heya di xutbeyên xwe da û di rojên îdan da zimanê kurdî qedexe dike. Ew heşt zimanên ku Serekê Dîyanetê eşkera kirîye, ji bil tirkî û erebî, şeş zimanên dî qet nayên axifîn ango bi wan zimanan qefleyên gelî nînin ku herin camîyên tirk guhdarîya wan bikin. Her wekî ku 46 sal berê dadgehê ji min ra gotibû ku ez dikarim bi zimanê vîetnamî jî rojname derînim ku tu xwendoxên wê tunebûn.
Ev biryara Dîyanetê, tam dibe babet jibo kesên wek Aziz Nesin û Kemal Sunal ku bikin mijarên nivîsînê û filmçêkirinê; lê mixabin ev her du xoşevîst jî ne li jîyanê ne. Divê kesên nû van mijaran hem bikin film û hem jî bikin kitêb da ku xwendox û guhdarvan bikaribin li cîyê pêwist bikenin ango bigirîn. Lê jibo bawermendên kurd jî divê tişt werin kirin û oldarên kurd werin teşwîqkirin ku kurd êdî neçin camîyan û di şûna camîyan da yan li malên xwe yan jî li kuçe û zikakan nimêj bikin û bi vî awayî camîyên nejadperestên tirk werin boykotkirin. Bi ya min ev mijar, jibo Platforma Ciwanên Serbixwe jî dibe babeteka giring ku li ser bifikirin û çalakîyan pêkbînin. Her wekî ku van xoşevistan roja 05.11.2023, seet 14.00an li bajarê Amedê li Meydana Şêx Seîd çalakîyeke pîroz çêkiribûn ku axiftina kurdî teşwîq bikin û wd. Nuha jî ev divê bibe rojeva van cuwanan û hemî partî û dezgahên kurdî ku li Amedê û li herêmên dî hene, da ku zimanê kurdî bibe aktuel.