Siddik BOZARSLAN
Jibo hukumranîya Îttîhatîyan, zimên û perwerde giring bûne!
Wek min nîşan kiribû, kargêrîyên Ankarayê nejadperestîya sistema xwe di dibistanan da dane despêkirin ku yek ji wan sondxwarina zarûkên dibistanê ne ku her roj ew sonda nejadperestîyê bi zarûkan dane gotin û ezberkirin. Nivîsa Sonda Tirkî ji alîyê Raşit Galip ve hatîye nivîsîn ku ji 1933an virve di dibistanan da hatîye xwendin. Ev sond, sonda nejadperestîya tirk e ku 80 sal zêdetir jibo şagirtên seretayî hat xwendin û bi guhartina qanûnek di 2013an da qaşo hatibû rakirin. Lê nuha Dadgeha Daniştayê biryar daye ku ev sond dîsa li mekteban were xwendin. Sonda şagirtan jibo tirkbûnê weha ye:
”Ez tirk im, li ser rîya rast im, zîrek im.
Rêzegaya min, parastina biçûkan û rêzlibergirtina mezinan e
Ji hebûna xwe zêdetir, ji netewe û welatê xwe hez bikim
Amanca min, pêşveçûn û bilindbûn e.
Hebûna min, ji hebûna tirk ra bila bibe dîyarî (qurbanî)
Çi bextewarî ji wan ra ku dibêjin ew tirk in!”
Di 1972 û 1997an da hin guhartin di wê metna jorîn da hat kirin û ev şîara jêrîn lê hat zêdekirin:
”Hey Atatürk ê mezin, ez sond dixwim ku ew rîya ku te vekirîye û hedefa ku te nîşan daye, bê rawestandin tê da bimeşim!.. ”
Yek ji wan Kemalistên xwînxwar ku bêtirs dikare li pêşberî raya giştî ya Ewrupa û dinyayê hovîtîya xwe bi zelalî eşkera dike, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê yê kevn Turan Güneş ku yek ji wan giregirê CHPyî yê Kemalist e; di 1986an da di civîneka Konseya Ewrupayê da jibo kurdan weha balkişandîyeka hovîtîyê û vereşandinê daye:
”Eger cesareta we heye, fermo serxwebûnê îddîa bikin û biparêzin. Û emê şerê hev bikin. Eger hûn difikirin ku zorbirî bidin orduya tirk ku li Ewrupayê orduya herî bi hêz e, berdewam bikin. Tenê çend welat wek Almanya, Fransa û Îngiltere, ji me ra toleranseke biçûk nîşan bidin; destûrê bidin min ku ez lê zêde bikim ku em dê zehmetîyek nebînin ku çend milyon kurd tasfîye bikin (bikujin, qir bikin).”(Kurdich Times, Vol 1, No 1, 1986, p.10, jêdergirtî E. Hasanpur, r. 60)
Divê em qebûl bikin ku di vî sed salî da sistema Ankarayê rîyeka (mesafe) dirêj û mezin sitandîye û gelek bi ser ketîye. Di rewşa îroyîn da eger zimanê kurdî hatîye radeya ber helandinê ango ber xetera man û nemanê; ev encama berdewamîya pêkanîna politika sed salî ye. Lê ev alîyeke meselê ye. Alîyê dî yê meseleyê jî bê guman bi pratika politika ”siyasetmedar, xwendekar, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurdistanê” ve rasterast girêdayî ye.
Ji ber ku piranîya wan di nav helqeya kedîkirinê da cî sitandine û bûne alîkarê wê politika gemarî (qirêj). Ev politika kedîkirinê di çarçoveyeke herî mezin da, di TBMM da xwe nîşan daye. Bêguman, ew gelwekîlên ku xwedêgiravî bi navê kurdîtîyê di wê meclisê da cî girtine; her yek ji wan bûne helqeyeka wê sistemê û ”welatperwerî”ya xwe xistine bin fermanrewaya Sistema Ankarayê û bi vî awayî cewherê kurdevînî û welatevînîya xwe winda kirine ku şola esasîya kurdperwer û nîştîmanperweran ev bixwe ye. Ji ber ku ew meclis û sistema wê, tenê ya tirkan e. Jibo me kurdan û neteweyên ku ne tirk in, ev sistem; sistema cinawiran e ku mirov nikare wê bi navê heywanan jî bide nîşandan. Ji ber ku heywan qedrê hev dizanin û êrîşên hemcinsên xwe nakin ku wan di tasek av da bixeniqînin. Pêwistî pê heye ku ev babet bi piralî were nirxandin û loma ez di beşeke dî da li ser vê babetê rawestîyame.
Gelek giring e ku em jibo kurdan li vê şolê bi hûrgilî binêrin û li ser rawestin. Berî her tiştî kurdên me yên ku vê sondê û Sistema Ankarayê meşrû dîtine û qebûl kirine; ew bûne helqeyeka vê sistemê ya cinawirî û hovîtîyê. Bi vî awayî hem mesaj dane neteweyê xwe û hem mesaj dane raya gelemperîya navberneteweyî ku di şexsîyeta Ankarayê da dewleta tirk ya wan e jî. Bi vî awayî ew qerta ku Kemalistan li Lozanê xebitandin ku ”dewleta tirk, tirk û kurdan temsîl dike” û di encamê da ew bi serketin û em bê statu û bênasname ji Sistema Ankarayê ra bûn koleyên bênav.
Pir vekirî ye ku di çarçoveya navberdewletî da qerta hebûna neteweyê kurd û mafên wê yên neteweyî û demokratik, bi destên aktorên kurdên sîyasî bi xwe hatîye teslîmkirin jibo Sistema Ankarayê û ev jî têkoşîna neteweyê me ya heqîyê qels xistîye. Em qebûl bikin, nekin, ev realiteyek (rastîyek) e. Ev rewş jibo sistemên Tahran û Şamê jî kêm zêde weha bûne ku sed sal e ji alîyên van navendan ve ew tên meşandin. Loma her yek ji van dewletan li kurdên ku di bin fermanrewaya wan da ne; zulûm û jenosaidê pêk anîne û jibo raya navberdewletî jî gotine ku ew pirsên wan ên hundûrîn in.
Herî dawîyê ji vir çend sal berê çawa ku di trajedîya xendekan da hat dîtin; li ber çavên dinyayê bi hezaran xort û keçên me digel zarûk û salmezinan hatin kuştin, bi dehan bajarokên me hatin şewitandin û xirabkirin û bi sedhezaran kurd hatin koçberkirin; lê li hemberî vê wehşetê dinya ker, kor û lal mabû. Ji ber ku “kurdên me yên sîyasî (!)” bûne aşiqê Ankarayê û bi serê Ankarayê sond dixwin û sîyasetê dikin; lê di encamê da jî wek karikatorên sosretê li hawirdor dinêrin û ji vê rezaletê û şerpezetîyê gavek jî paşta navêjin. Digel van rezaletan jî ew şaşmayî dimînin ku dinya çima piştgirîya kurdan nake û li hemberî qetlîaman bêdeng dimîne. Van qarikatoran qet nafikirin ku ew ji xwe heznakin û rûmetê nadin xwe û dinya jî qîmeta wan nagire ber çavan; ji ber ku ew ji qatilên xwe hezdikin û bi serê wan sond dixwin.
Dewam dike…