Pismamê Beşar Esed, Rîbal Esed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Cîbicîkirina sîstema federalî baştirîn çareserî ye ji bo rewşa Sûriyeyê.” Herwiha got jî, divê Kurd jî di maf û erkên xwe de wek hemû pêkhateyên din wekhev bin û di Sûriyeya nû de cudahî di navbera pêkhateyan de nebe.
Pismamê Beşar Esed û Rêveberê Rêxistina Demokrasî û Azadiya Sûriyeyê Ribal Esed ji bernameya “Rojî Basî” ya Kurdistan24ê re got: “Piştî şerê dirêj ê li Sûriyeyê, federalîzma cografî baştirîn çareserî ye. Weke hemû aliyên din, divê Kurd jî di maf û erkan de wekhev bin, di navbera pêkhateyan de cudatî neyê kirin.”
Got jî: “Divê em daxwaz ji Amerîka û welatên rojavayî bikin ku alîkariya me bikin di amadekirina destûreke nû de, ji ber ku ezmûna me ya dewleteke laîk û demokrasiyê nîne. Divê destûrek ku tê de her kes wekhev be û di navbera pêkhateyan de cihêkariya nijadî nebe, hebe. Divê rêz li taybetmendiya ziman, çand û edetên her kesî bê girtin.”
Rîbal Esed got jî: “Tu pêwendiya min bi Beşar Esed re nemaye û li Sûriyeyê jî pêwendiya min bi wî re nebû. Ji ber ku Mosko jê xwest, ew çû Moskoyê. Moskoyê ferman da wî ku leşkerê xwe vekişîne. Mosko nehişt ku ew bi xizmên xwe re biaxive û ti daxuyanî nede û destûr neda ku bi ti Elewiyan re jî biaxive.”
K24