Pirtûka Bîranînên Mamoste Hakkî Balta Li Benda Bavo ”Ji Licê heta Erzeromê”

Lokman POLAT

Li Benda Bavo

”Ji Licê heta Erzeromê”

Licê navçeyek herî navûdang ya bakurê Kurdistanê ye. Navdariya wê netenê li bakur herweha li herçar parçeyên Kurdistanê bi navûdeng e. Navçeya Licê keleya berxwedan û têkoşîna li hemberê dagirkeriyê û warê welatperwerên kurd e. Di pêvajoya van sed salan de ji bo doza Kurd û Kurdistanê, ji bo azadiya gel û rizgariya welat navçeya ku herî pir şehîd daye navçeya Licê ye. Navçeya ku herî pir hatiye şewitandin, hatine girtin, ketine hepis û zindanên dagirkeriyê dîsa navçeya Licê ye. Ji Licê gelek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û damezrevanên partiyê kurd ji bo doza netewa kurd kar û xebatên hêja pêk anîne û hêj jî xebata xwe didomînin.

Ev bû çend pirtûkên hêja yên derbarê Licê de derketine, hemû jî hêjayê xwendinê ne. Derbarê Licê de bi ya min pirtûkên lêkolînî û bîranînê yên ku derketine hindik in. Divê hêj gelek pirtûkên lêkolînî û bîranînê yên derbarê Licê û Liciyande derbikevin.

Bi qasê ku ez zanim heta niha 6, 7 pirtûkên li ser Licê û Liciyan derketine. Nivîskarê wan pirtûkan jî; Birêz Amed Tigrîs, Zekî Dîlek, Şebab Teker, Dilpêt Jêlî û Ez Lokman Polat. Niha pirtûka Mamoste Hakkî Balta lê zêde bû. Ez ê bi kurtahî hinek behsa pirtûka Mamoste Hakkî Balta bikim.

Mamoste Hakkî Balta 40 salin ku mamostetî dike. Zarokên biçûk perwerde dike. Wî berê li Tirkiyê û Kurdistanê mamostetiya zimanê tirkî û paşê li Swêdê mamostetiya kurdî kir û zarokên kurd bi zimanê wan ê zikmakî perwerde kir. Wî derbarê perwerdeya zarokan de ji bo dersa zarokan gelek pirtûkên perwerdeyê nivîsî. Wî bi nasnavê B. Welatevîn jî gelek pirtûk û gotarên kurdî nivîsiye. Niha jî wî bîranînên xwe xwerû bi kurdî nivîsiye. Metoda ku wî di bîranînên xwe de bikar aniye cuda ye. Wî bi çavê îro bîranînên zaroktiya xwe rave kiriye, şîrove kiriye. Bîranînên wî ne weke teknîka nivîsîna bîranînên adetî ye. Wî wek mamosteyekî zanîst ê psîkolojiya zarokan bi lênêrîneke psîkolojîk û zanîstek zanîstî derûniya zarokan, bûyerên dema ku zarok bûye li navçeya Licê pêk hatine şîrove kiriye.

Pirtûk di nav weşanên ”Kurdped”ê de him li Swêdê û him li Kurdistanê hatiye çapkirin. Kurdped navenda pedagojiya kurdî ya li Swêdê ye. Di nav weşanên Kurdpedê de 63 pirtûkên kurdî hatine weşandinê. Pirtûka bîranînên Mamoste Hakkî Balta  366 rûpel e. Berg û mîzanpaja pirtûkê Dr/Îbrahîm Mîrza çêkiriye.

Naveroka pirtûkê gelek dewlemend e. Zimanê wê kurdiyeke pak e, xwendina wê hêsan e, ravekirina wê herikbar e. Ji bo min tiştê herî balkêş metoda gotina bi ”çavê îroyîn qalkirina dema zaroktiyê ye.” Hetanî ku ev pirtûk derneket û min nexwend ev fikrê bi çavê îroyîn li dema zaroktiyê nêrîn qet nehatibû hişê min. Piştî xwendina vê pirtûkê hinek bûyerên ku dema ez biçûk bûm û min ew dem fêm nekiribû bê çima weha bubû, weha pêk hatibû, bersîva wê ku di bin hişmendiya min de mabû, min fêm kir ku ew tişt wê demê çima weha bubû.

Di pirtûkê de adet û toreyên, tradîsyonên gelêrî, civakî yên liciyan, jiyana rojane ya di wê demê de li navçeya Licê, çêkirina bulgur, danû, dims, çûyina ser rezan, pevçûnên di navbera malbatan de û gelek, gelek tiştên çandî, civakî tê qal kirin. Temaya bingehîn a naveroka pirtûkê psîkolojiya zarokekî, xetera kuştina bavê wî ku bandoreke çawa li ser derûniya vî zarokî pêk aniye tê qal kirin.

Qalkirina qaçaxçîtiyê û qaçaxçiyên Lîceyî rengekî din daye naveroka pirtûkê. Bavê mamoste Hakkî Balta Memduh Beg bi xwe jî karê qaçaxcîtiyê kiriye. Zahmetiyê vî karî ancax Liceyî zanibin bê çiqas karekî zor û zahmet e. Lêbelê Lîceyî jîr in, ew di bin vî karê zahmet de jî derdiketin. Mamoste Hakkî Balta di pirtûkê de ji bo karê qaçaxî û qaçaxçîtiyê weha dibêje : ”Jiyana qaçax, jiyana bi karê qaçaxî bi xeteriyan dagirtîbû. Herdem dilê mirovan di nava destan de, bi sebir li benda siwarên xwe diman. Carcaran dengê teqîn û nalên hespên wan ji ser sînoran dihatin. Şîn, nalîn, hewar û girî li ser rûyan dihêwirîn. Yên ku bihatana girtin nedigotin em Licî ne. Ji ber ku dîl ketin eyb û fedî bû. Pirî caran ji bo ku navê licîyan xirab nebe yên dîl girtî navên xwe jî nedigotin. Êê adet bû, tore bû. Yasayên qaçaxçiyên Licê..” Rûpel 78.

Di pirtûkê de karê bazirganiya qaçaxçiyan li ser zarokên malbatên ku karê qaçaxçîtî dikirin çi bandor pêk dianî, derûniya zarok û jinên reben yên qaçaxçiyan pir baş hatiye rave kirin, hatiye şîrovekirin. ”Em zarok,zarokên bazirgan û qaçaxçiyan di nava wê demê û xeteriyên demê de bêdeng, wekî ku em tiştekî fam nakin guhdarvan û bêdeng diman. Lê me gotinan, tirs û xeteriyan, bûyer û tirsan didît, hîs û fam dikir. Me melûliya dayê, nûçeyên ku ji ser û binê xetê dihatin, şer û pevçûnên di rêyan de yên bi leşkeran re dibihîstin. Lê me tirsên dilê xwe, pirsên xwe ji xwe re dihîştin. Mezinan nûçe şîrove dikirin, em biçûk jî bi dizî dibûne guhdarvanên wan..” Rûpel 153.

Memduh Bey ji malbata Mîrên/begên Lîceyî bû. Mîrên navçeyên bakurê Kurdistanê di dema Împaratoriya Osmaniyan de desthilatdar bû. Li navçeyan koşk/sarayên wan hebû. Li Licê koşka Mehmed Begê hebû, avahiya herî mezin a li Licê ew koşk bû. Mîrên Licê û zarokên wan hemû jî welatparêz bû. Heqî Beg di dema serîhildana Şêx Saîd efendî de hate darvekirinê, wî girtin birin li bajarê Elazîzî îdam kirin. Zarokên Mîran/began hemû jî kurdperwer bû, welatparêz bû.

Di pirtûkê de behsa qahwexaneyên Licê tê kirin. Ew dem li Licê qehwexane mekanên sosyal ên hevûdu dîtinê, cihên sohbetê û gohdariya kilam û stranên kurdî bû. Li qehwexaneyan radyo û teyb hebû û di wan teyban de kilam û stranên kurdî ên dengbêjên kurdî dihatin guhdarî kirin. Min bi xwe kilamên Şakiro, Şikoyê Etaxî, Hesenê Şêx Xalid û yên gelek dengbêjên Serhedî û Mêrdînî di qaxwexaneyên Licê de gohdarî kiribû. Di pirtûkê de ji bo qehwexaneyan weha tê gotin : ”…qehwexaneyên bajarok her dem tije dagirtî ne. Di şevên meha Rojiya Remezanê û yên zivistanan de dengbêj û çîrokvan mêvanên qehwexaneyan ên herî bi rûmet bûn. Di van şevan de dengê çîrokvan û dengbêjan ji qehwexaneyan bilind dibûn. Bi roj dengên kilaman ji radyoyan belav dibûn û derdor dadigirtin hilma çaya qaçax bi bûyerên çîrokan re her ku diçû xweştir, tamdartir û hestên bi ken û girî diketin nava hev” Rûpel 77.

Di pirtûkê de li gelek cihan behsa Reşîd Axa (bavê Behcet Canturk) tê kirin. Axa û axatiya li Licê ne wek axatiya Mêrdîn û Ruhayiyan bû. Li Mêrdîn û Ruhayê Axa zordestbûn, li gundiyan zilim dikir, xwedê ax bû, erd û zeviyên wan, eşîrên wan hebû. Axayên li Licê di halê xwe de bû. Xwedî mal û milk, gund û qesran nebû. Li gundiyan, li xelkê nav navçeyê zilm û zordarî nedikirin. Di Licê de di navbera salên 1960 û 1980yî de sê kesên ku Liciyan ji wan re digotin Axa hebû. Yek Reşîd axa ji mehleya Kaluwan bû. Yek Xalid Axa ji mehleya Qeya bû. Yek jî Xalib Axa ji mehleya Qiloçekê bû.

Di pirtûkê de behsa katibê Şêx Saîd, Fehmiyê Bilad, Cemîlê Seyda, Mella Xelîl û gelek kesayetiyên din ên Liceyî tê kirin. Û herweha behsa gelek bûyerên ku li Licê pêk hatine, pevçûn û lihevxistinên li navçeya Licê, nakokiyên malbatî û gelek tiştên din têne qal kirin. Ji bo gotara min dirêj nebe min behsa wan tiştan û behsa temaya bingehîn a pirtûkê ku xetera kuştina bavê  Mamoste Hakkî Balta, Menduh Begê û encama wê nekir. Van tiştana jî bila wek meraq bimîne ku xwendevanên kurd û bi taybetî xwendevanên Liceyî pirtûkê bikirin û bixwînin.

Ez nivîsa xwe bi gotinên Mele Salihê licî ku xalê Hakkî Balta ye û di pirtûkê de di gelek cihan de behsa wî tê kirin, bi gotinên wî dawî dikim. Mele Salih dibêje : ”Licê bi sûk, xû, helwest, hewa û tevgerên mirovan bajarokek taybet, xwedî giyanek bêhempa ye…..li serê çiyayê Şîro rûniştvanên wê pozbilind, sernetewandî û mêrxas in. Bajarokê kevn ê qedîm bi adet û toreyên xwe yên navdar zindî, mirov tê de rûgeş xwedî giyanek taybet in. Bajarok serhildêr, bajarokê evîndarên azadiyê yê dîrokî.” Rûpel 220.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *