„PÎROZIYA SEMA YSÊ LI GOR EDEBIYATA DÎNÊ ÊZIDIYAN

Screenshot

Di bîr û bawerîyên Êzidiyan da û li gor qewil û qesîdên ola wan; rê , risim û lipitandinên di kişandina semayê da têne kirin, bo me diyar dibe sema sê caran hatiye kişandin. Belê li ser demê Sulltan Şîxadî hatiye nûjenkirin.

Milyaketan sema li dor dergehê ezman(sitêra dembilqapê) û nûra Xwedê kişandine. Lewma heta niha jî her şev , heft sitêr li dor sitêra dembilqapiê û dergehê ezmanî dizivirin. Li demê kêşana semayê da, Feqîrê xilmetkar li peristgeha Laliş çirayî (agir), li her çar kinarên qendîlê da vêdixêt (gurrî kirin). Her heft oldarên sema kêş, sê caran li dor wê çiraya (agrî) dizivirin, çunkî Êzidiyan Xwedê bi ronahîyê naskiriye. Mîna (roj, heyv, sitêr)ê, ji semaya qanunî ji qesîda sefa weqtî bi zmanê erebî bo me aşkradike, sema bo cara êkê li ezmana hatiye kêşan û paşî li erdî, lewma dibêjin:

Li ezmanan hate kiÅŸan, piÅŸtra li erda

Her wisa li gor qewlê (ilmê nadir) 

Ev sebeqe bo me eşkira dike ku, milyaketan bo cara êkê semaya qanunî li ezmana kêşaya:

 Bawerî serê hemû xêra

Meleka semaya qanunî li ezmana digêra

Momin bi wê baweriyê gehiştine dîwana Cebêra

Li gor lipindanên semayê milyaketan sema li ser rûyê erdî kêşaye, demê Xwedê erd cebirandî, gelek şeq (deriz, tîş) têdabûn. Li wî demî milyaketan sema li ser rûyê erdî kişandine û lingên xwe yê çepê bi erdê ra xuşandine, da ew şeq bêne lêkdan (rastikirin) û jiyan li ser rûyê erdê peydabibe. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê, oldarên sema kêş lingên xwe yê çepê bi erdê ra dixuşînin.

 Li gorî qewlê (zebûnî meksûr-2) milyaketan sema li dor qalibê Adem pêxember kişandine. Demê milyaket li dor qalibê Adem pêxember cemyan da ku ruh (giyan) bikefte ber qalibê wî da, belê ruh nekefte diber qalibê wî da, heta şaz û qidûm (def û şibab) ji ezmana bora ne hatine xwar. Piştî şaz û qidûm (def û şibab) ji ezmana hatîne xwar, milyaketan li ber dengê wan sema kişandine. Lewma heta niha jî li peristgeha pîroz a Laliş, li demê kêşana semayê de def û şibab têne lêdan (lêxistin). Ev sebeqeyên li xwarê evê gotinê diyardiken:

Ku kinyat dizeynî

Çar qismet têk hincinî  

Axe û ave û baye û agire, qalibê Adem jê nijinî

 

Şembû dana asase  

Li îniyê kir xilase

Be’dî heft sed salla heft surr hatine doran û kase  

 

Be’dî heft sed salla heft surr hatine hindave  

Qalib mabûyî bê gave  

Gote ruhê tu boçî naçiye nave

Ruhê go: li ba aÅŸiqa we me’lûme

Heta bo min ji bana nên şaz û qidûme

Nîveka ruhê û qalibê Adem zor tixûme

 

Şaz û qidûm hatin û hedirî-1

Nûra muhbetê hingivte serî

Ruh hat û li qalibê Adem êwirî-2

 

Adem ji wê kasê vedixwar û vedjiya

Mest bû û hijiya

Goşt lê huriya xûn tê gerriya-3.

Her wesa di bîr û bawerên Êzidiyan da, li gor qewil û qesîdên ola wan, rê rismên kêşana semayê dizivirine berî peydabûna mirovan a li ser rûyê erdê, anku bi hezarên sallan berî zayînî bûye. Demê di xêr û ÅŸera da qewil û qesîda têne gotin, ji aliyê qewala ve dibêjin : me îmane ji qewle, îmana mêrê Êzidî bi ilmê Xwedê temame. Belê ev gotinan ji valahîyê nehatine, çunkî Êzidiyan bi sedan qewl , beyt û qesîde li ber dest hene. Li gor bîr û bawerîyên Êzidiyan û ji du’aya (sebrê) milyaketan axa qalibê Adem pêxember bi ava Kaniya Sipîve stiraye û qalibê Adem pêxember li Lalişê hatiye duristkirin. Lewma heta niha rê û rismên semayê li peristgeha LaliÅŸ têne gêran. Ev sebeqe vê rastiyê pesend dike:

 

bi wê sebrê meleka axa qalibê Adem anî 

li ava kaniya sipî hilanî 

bi wê sebrê qalib jê çêkirî -1 

Her wesa li gor qewlê (zebûnî meksûr) milyaketan sema li dor qalibê Adem pêxember kêşaya û Xudê mezin kasa jiyanê bi ser vekir û giyan li qalibê Adem êwirand. Li gor sebeqên evî qewlî li roja şembûyê dest bi qalibê Adem kiriye û li roja îniyê bi dumahî înaye, ev sebeqe şehdeyê pê didet:

  li şembûyê dana esase

 li îniyê kirin xilase

 be’dî heft sed sala heft sur-2 hatine doran û kase

  Anku piştî heft sed salî milyaket li dor qalibê Adem civîyan, diviyan giyan (ruh) biçite ber, belê ruh qayîl nebû û got: bila li bawe xuya be, heta ji ba Xwedê firwar neyê, ez naçime diber vî qalibî da. Ev her dû sebeqe şehdeyê bi vê hindê diden:

 

 Piştî heft sed sala heft surr hatine hindave-3

 Qalibê Adem pêxember mabû bê gave-4

 Gotine: ruhê boçî naçiye nave

 

 Ruhê go: li ba we aÅŸiqa-5 me’lûme

 Heta bo min ji bana nên şaz û qidûme

 Nîveka ruhê û qalibê Adem zor tixûme-6 

Her wesa li roja çarşembûyê Pedşa û milyaket hatine hindavê qalibê Adem, li ber dengê şaz û qidûma (def û şibaba) sema kêşan û Xwedê kasa jiyanê bi ser vekir û giyan li qalibê Adem êwirand. Ev her sê sebeqên li xwarê evê rastiyê pesend diken:

 

  Şaz û qidûm hatin û hidirîn

 Nûra muhbetê hingafte serî

 Ruh hat û li qalibê Adem êwirî

 

 Adem ji wê kasê vedxwar û vedjiya

 Mest bû hijiya

 Xun tê gerriya goşt lê hurriya

 

 Adem pêxember ji wê kasê vedxware  

 Kerema wê kasê hate diyare

 Lew pêngijî û pê dibû şiyare .“ *

Ji rûpelên 17-22 yê vê pirtûkê hatiye weşandin. 

https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/?q=SEMA

Meriv dikare pirtûkê ji vê navnîşana dîyar dibe bixwaze:

https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=175&search=Semaya+D%C3%AEn%C3%AE+Di+%C3%8Azdiyat%C3%AEy%C3%AA+Da&description=true

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *