Peykerê Ovacikê û şehîdên Dêrsimê

Cano AMEDÎ
 
Ev peyker li navçeya Ovacık’ê (Dêrsim), li ber derîyê şaraderîyê ye, kengî, ji aliyê kê ve, bi piştgiriya kê hatîye çêkirin nizanim, derfetên fêrbûnê jî min bi dest nexist, lê bawerim ji aliyê mîsyoner û entegrasyonîstên kemalîst ve hatîye çêkirin…
 
Bi rastî, ev peyker di dema “komünist başkan” de an berîya wî hatîye çêkirin nizanim, lê çi hîkmet bû wêranîya Ovacikê, tevî propaganda û xweşkirinê li ber çavan bû.
 
Muxalefata kedîkirî û lihevkirî, bi “Sendroma Stokholmê” li dijî “sarayê” bi çîrokên kemalîstan” bi piştevaniya “Bijî Bijî!” dikin.
 
Ruhê Elî Şêr, Zarîfe Xatûn, Seyîd Riza û hevalên wî diêşînin…
 
Lê mixabin ev peyker ji bo îfadekirina dêrûnîya bindestiyê û sosyolojiya “evîndarên celladên xwe” bala min kişand. Êş û birînên me, rewşa welatê me, civaknasiya civata me, hêza lejyoner û paleyên xirab kirinê raxist ber çavan…
 
Ez û hevalê xwe yê hêja Rifat Sefali ji bo munasebeta festîvala Mûnzûrê, bi malbatî em çûn Xozatê û ji wir derbasî Ovacikê bûn. Bi taybetî ji bo Hunermendê navdar û hêja birêz Mîkaîl Aslan em beşdarî konserê bûn…
 
Mîkaîl Aslan, stranên xwe bi zimanê kurdî (Zazakî û kurmancî) bi hişmendîyek netewî û li gorî têkoşîn û berxwedana 1938 an, li gorî ruhê Seyid Riza û hogirên wî pêşkêş kir. Dengê wî li seranserê çîya û geliyan de dengveda. Rûbarê Mûnzûrê bi hêz û qeweta xwe hevaltîya Mîkaîl Aslan dikir…
 
Dêrsim wargeha berxwedan û serhildananê ye. Dêrsim Zozanê bav û kalan e. Ji Xorasanê heta Dêrsim û Sêwasê wargeha welatparêzan e…
Bir 5 kişi, kalabalık ve yazı görseli olabilir

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *