PÊŞHATEYÊN HEYÎ ÎRO ZÊDETIR HEVKARÎ Û TIFAQAN WEKE ERKEK NETEWEYÎ DERDIXE PÊŞ ME

Cano AMEDÎ

Îro rûdanên li Rojhilata Nêzîk di qewimin, pêlên ba û bahozên civakî geş dike û rê li ber guhertinên mezin vedike. Em dibinin ku bandora wê bahozê, li welatên heremê roj bi roj, bi erdhêjên civakî re rûbirû dibe û derbeyên şikestinê li sîyaseta dewletên dagirker û hêzên wan yên wekîl dixe. Ev rewşa hanê derfetên nû derdixe holê û alîyên sîyasî yên bi rêxistinî jê sûdê digirin.

Hêzên hov yên tûndrew li gorî berjewendîyên xwe pêvajoya guherandinên îroyin dixwînin, şîrove dikin û jê îstîfade dikin. Lê mixabin hinek hêz û alîyên Kurdî di gerînoka qeyranên sîyasî û nakokîyên navxwoyî de “pêşbirka kor, kerr û lalbûnê” dilîzin. Li beranberî hev zimanekî dijber û berçavkên îdeolojîk bikartînin. Ev nexweşîya hanê, her diçe diyalog û rîya têkoşînek hevbeş dixetimîne, li hemberî hewldan û xebatên ji bo doza netewî astengîyan derdixe holê û xeta netewî qels dike.

Van çil salên dawîyê, me dît ku sîyaseta bi kirasê îdeolojîk dimeşe, bi her awayî bûye bingeha problem, nakokî û dijberîya nav mala Kurdî. Pîvan û sînorên sîyaseta îdeolojîk têra xwe teng, dijber û ji naveroka hûqûqa gelemperî dûr e. Em baş dizanin ku desthilatdarîyên ji hiqûq û pîvanên demokratîkbûnê dûr dikevin, xwe dispêrin pergalên dîktatorîyê. Ev jî yek ji wan encamên nexweşîya jehrîbûna ji hêzê ye.

Lewra paradigmaya sîyaseta îdeolojîk li ser yek dengî, yek rengî û bîatkirinê ye, ji ber wê yekê, bi xwe re jî bi der û dora xwe re jî nelihevkirî ye. Ev sîyaseta hanê bi motîf û rengên xwe, an jî bi naverok û cudahîyên xwe tu ferqeke cuda dernaxe holê, encam yek e. Rêxistinên îdeolojîk, tûndrew yên dînî û yên çep desthilatdarîya xwe li ser bingeha bîatkirinê û serîtewandinê didomînin. Ji bilî xwe mafê desthilatdarîyê bi tu alîyan re parve nakin. Ji ber wan sedeman li wargehên îdeolojîk yek rengî, yek dengî û demsalên bîatkirinê bi bandore.

Ev ji sed salî zêdetire ku li Rojhilata Nêzîk, ew dewlet û rejimên bi hevîrê îdeolojîya Baas û Kemalîzmê, bi hişmendîya fetîh û talankarîya şîa û xîlafetê tevdigerin çanda dîktaorîyê li seranserê Kurdistanê bi cîh kirine. Civat dîl girtine û bi darê zorê desthilatdarîya xwe domandine. Berhemên wan îdeolojîyan û wersîyonên wan rê li ber trawmayên civakî û trajedîyên mezin vekirîye. Dijberên dîktatoran gava bûne desthilatdar, rehmet li dîktatorên xwe xwendine. Îro ev rûdan û bûyerên ku em dibînin, dijîn û li dij tevdigerin, rê li ber dubare kirina kiryarên duhî vedike.

Em dibînin ku li heremê dewletên dagirker, rejimên desthilatdar, di gêrînoka emperyal û dîktatorîyê de bi rêya sîyaseta tunehesibandin û tunekirinê li hemberî milletê Kurd tevdigerin û dimeşînin.

Sîyaseta ku îro di nav kurdan de desthilatdar e, ji ber ku îradeya xwe radestî kesayetekî ku dîl e kirîye, di eslê xwe de dest û linge xwe  jî qeyd kirî ye, ne azad e, ne xwedî biryar e. Bi şêweyekî xwebexş, xwe radestî pêvajoya dîlbûnê kirine. Bi bazindeyên ji hev cuda, civata Kurd jî dîl girtine, weke xelekên hevdû dorpêçkirî, tesîreke xirab, bandoreke negatîf û demsalên bêhêvîtîyê geş dikin.

Ji ber van sedeman, em bawer in ku li seranserê Kurdistanê sîyaseta netewî/niştîmanî dikare rê li ber pergalên dîktatorîyê asê bike û derîyê pêşketin û guhertinên civakî veke, rê li ber destkeftîyên nû geş bike. Ev jî bi mobîlîzekirina hişmendîya netewî û sînerjîya milî mumkun e. Ji bo wê, divê li hemû beşên Kurdistanê, alîyên sîyasî dikarin bi hişmendîya milî destkeftîyên nû, statuyên nû û serkeftinên kurdî bidest bixin.

Rûdan û guhertinên ku îro li Rojhelata Nêzîk diqewimin ne tesadufî ne. Çirandina nexşeyên kevin rê li ber nexşeyên nû vedike. Girîngîya jeopolîtîkbûna Kurdistanê, rol û erkê taybet derdixe holê, divê alîyên kurdî vê rastîyê bibînin û bi bernameyek milî, bi têkoşînek hevbeş, di zûtirîn wext de dezgeh û sazîyên temsîlkarîya doza kurdî derxînin pêş.

Tifaq û hevkarîyên di navbera alîyên kurdî de gava bi hişmendîyeke milî û aqlê kurdî bê serastkirin, em bawer in wê milletê Kurd, di encama pêvajoya îroyin de destkeftîyên zêrîn bi dest bixin. Statu û hebûna Başûrê Kurdistanê, rol û erkê lokomotîfbûnê dide ser milên rêvebirîya wê. Ji bo kordînasyona nav perçeyan/beşan pêwîstîya me bi diyalog, hemahengî û aqlê Kurdî heye. Divê hemû alîyên kurdî dev ji nîyetxwendina hev û dijberîya hev pûçkirinê berdin. Bi pêşbînîyek kûr û dirêj, em dikarin ji van firsendên derketine holê sûdê bigirin.  Xurtkirina rêya serkeftinê, girêdayi hewldan û têkoşînek hevbeş e.

Em hêvî dikin hemû alîyên sîyasî, ji bo temsîlkirina miletê Kurd bi hevre tevbigerin, têbikoşin û xebatên hevbeş derxin pêş.

Rojev zû diguhere, divê em bi lezgînî û bi hev ra rojekî zûtirîn li îstasyonê amade bin ku em bikaribin li tirêna azadî û serxwebûnê suwar bin. Eger em bi lez tevnegerin û tifaqa xwe saz nekin, li istasyonên paşmayî, emê cardin li benda hêvî û biharek din, li benda trênek din bimînin. Li ser bingeha statuyek milî ku ji mafên miletbûnê pêk tê, bi xebatên hevbeş, bi têkoşînek domdar, bi tifaq û hevkarîyên netewî divê hemû alîyên kurdistanî erkên xwe yên dîrokî bi cîh bînin.

07.01.2025

Cano Amedî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *