Papayê Vatîkanê Papa Francis di 88 saliya xwe koça dawî kir.
Rêberê rûhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Fransîs, piştî nexweşiyên ku demeke dirêj berdewam dikirin di 88 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Vatîkanê li ser mirina Papa Francis daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya vîdyoyî ya ku ji aliyê Vatîkanê ve hatiye weşandin de, mirina Papa Fransîsê ku yekemîn rêberê Latin Amerîkî yê Dêra Katolîk a Romayê bû, hate piştrastkirin.
Papa Francis îro sibehê li gorî dema herêmê saet 07:35an jiyana xwe ji dest da.
Papa Fransîs ê 88 salî, di heyama 12 salên papatiya xwe de, gelek nexweşî derbas kiribûn. (Rûdaw)