Ozel li ser bipêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Rojavayê re çi got?

Serokê CHPyê Ozgur Ozel amaje bi wê yekê kir ku mimkûn e Tirkiye bi Rojavayê Kurdistanê re têkiliyên bazirganî û dîplomatîk bi pêş bixe.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel bû mêvanê bernameya “Gel Anlat/Were Bibêje” ya kanala YouTubeyê ya beşa Tirkî ya Rûdawê û pirsên Rawîn Stêrk bersivandin.

Ozel li ser gelek mijarên cuda yên wekî pêvajoya guherînê ya CHPyê, çareseriya pirsgirêka Kurdan, stratejiyên hilbijartinên serokkomariyê, nîqaşên destûrê, girtiyên siyasî, siyaseta Sûriyeyê, pêwendiyên bi Rojava û Herêma Kurdistanê re axivî.

Di bernameya de bi taybetî nirxandinên li ser pirsgirêka Kurdan û polîtîkayên herêmî hatin kirin.

Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Ozel bi berfirehî siyaseta CHPyê ya derbarê bipêşketinên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê got ku ew piştgiriya Sûriyeyeke bihêz, demokratîk û yekgirtî dikin.

Ozel got, “Em dixwazin cîrantiyê bi dewleteke Sûriyeyê re bikin ku Kurd, Tirkmen, Ereb û Durzî di çarçoveya destûrê de tên temsîlkirin.

Avahiyeke parçebûyî ku metirsiya şerê navxweyî heye, bi rîsk e.”

Têkiliyên bi Rojavayê Kurdistanê re

Derbarê asayîkirina têkiliyên bi Rojavayê Kurdistanê re, Ozel bal kişand ser girîngiya rewşa aştiyê û got:

“Dema şer bi dawî be, teror bi dawî be, pevçûn rawestin, her kes qezenc dike. Nemirin mezintirîn qezenc e. Mafê jiyînê li ser her tiştî ye.”

Ozel destnîşan kir ku gengaz e Tirkiye bi Rojavayê re têkiliyên bazirganî û dîplomatîk bi pêş bixe û got:

“Mîna navbera (navçeya) Kaşa Antalyayê û Girava Meîsê, heke sînor bi rastî jî rabin, karker ji Qamişloyê bi servîsê biçin Nisêbînê û kar bikin, kî dê li hember vê derkeve? Dema aştî hebe, ev îmkan dê çêbibin.”

Serokê CHPyê, bersiveke temkîndar da pirseke derbarê beşdarnekirina PYDyê ya di civîna ku CHPyê mêvandariya wê kiribû, tevî ku PYD endamê Enternasyonala Sosyalîst e, ji ber têkiliyên bi Tirkiyeyê re.

Ozel got, “Em partiyeke ku li Tirkiyeyê siyasetê dike ne. Divê niha li bendê nebin ku vekirinek bi PYDyê re çêbibe.

Lê heke pirsgirêka Kurd bikeve rêya çareseriyê, çek werin danîn, li Sûriyeyê destûreke demokratîk were çêkirin, ev pirsgirêk dê bi lezgînî werin çareserkirin.”

Têkiliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re

Derbarê siyaseta Îraqê de, Ozel tekezî li ser pêwîstiya bipêşxistina têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re kir.

Ozel got, “Em piştgiriyê didin têkiliyên baş ên bi Hewlêr û Silêmaniyê re. Em ne alîgirê dijminatiya bira li dijî birayê ne. Aloziyên herêmî ti fêdeyê nadin kesî.”

Ozel bal kişand ser têkiliyên heyî yên bi YNKyê re di Enternasyonala Sosyalîst de û diyar kir ku ew plan dikin ku heyetan bişînin hem Hewlêrê û hem jî Silêmaniyê.

Ozel wiha pê de çû, “Ji pirsgirêka dem û salnameyan pê ve ti astengî nîne. Em heman nêrînê ji bo komarên Tirkî, Rojhilata Navîn û Balkanan jî digirin. Li wir ne dijminên me, lê birayên me, dostên me dijîn.”

“Mafê kesî nîne li ser nasnameya Kurdî biqîre”

Ozel tekezî li ser lihevkirina civakî û aştiyê kir û dubare piştgiriya xwe ji bo daxwazên mafên jinan û Kurdan da zanîn.

Ozel got, “Mafê kesî nîne li ser nasnameya Kurdî biqîre. Parastina mafên jinan û Kurdan erkê min e.”

Ozel destnîşan kir ku pirsgirêkên ku jinên Kurd û ciwanên Kurd rastî wan tên hîn bêtir aloz in û got:

“Li Tirkiyeyê jin û dayîkbûn bi rûmet e lê pirsgirêkên wan ên cidî hene. Ez destên wan hemûyan ramûsim,”

Demîrtaş û girtiyên siyasî

Li hemberî îdiaya ku di nava bingeha CHPyê de derbarê girtîbûna Selahattîn Demîrtaş de dudilî hene, Ozel got:

“Ez wekî Serokê Giştî çûme serdana Demîrtaş li girtîgehê. Me li Meydana Saraçhaneyê bi qasî Îmamoglu çepik ji bo Demîrtaş jî da lêxistin.

Di nava bingeha me de beşeke cidî ya ku bi awayekî cuda difikire li ser vê mijarê nîne.”

Ozel helwesteke zelal derbarê azadiya girtiyên siyasî de nîşan da û tekezî kir ku divê hemû demokrat li ser vê mijarê werin cem hev. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *