Nûnerê Serok Barzanî, Hemîd Derbendî, danê êvarê îro Duşemê serdana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo kir û civiya.
Di hevdîtinê de nûnerê Serok Barzanî gotûbêja çendîn pirsgirêkên girîng li gel ENKSê kir û taybet pirsgirêkên girêdayî rewşa kurdan li Sûriyê de.
Herwaha nûnerê Serok Barzanî îro li bajarê Hesekê li gel Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk civiya.
Çavkaniyeke taybet li Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehenad: Wisa diyare nûnerê Serok Barzanî weke bepirsê dosyaya Rojavayê Kurdistnaê, li Baregeha Barzanî, li gel fermandarê giştî yê HSD Û ENKSê civiya.
BN