Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo yekkirina Pêşmergeyan bi biryar in – Video

Nêçîrvan Barzanî got, “Herême Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan û biserxistina reforman bi biryar e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê yê Îraq û Sûriyeyê Kevin Leahy li hev rûniştin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy hevra ne ku DAIŞ heta niha jî li Îraq û Sûriyeyê metirsiyeke rasteqîn û cidî ye û bi berdewamî li aramî û ewlehiya herêmê gefan dixwe.

Hat ragihandin ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngî û pêwîstiya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon).

Barzanî û Kevin Leahy daye zanîn, ji bo tekçûn û nehiştina DAIŞê hevkariya Koalîsyonê ya bi Îraq û Pêşmergeyan re jî gelekî girîng e.

Herwiha pêvajoya “yekkirina Pêşmergeyan û reformên Wezareta Pêşmergeyan” jî mijareke din a civînê bû û hat gotin ku divê ev pêvajo û reform bigihin armanca xwe.

“Herême Kurdistanê bi biryar e”

 Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî pesnê piştgiriya Koalîsyonê daye û gotiye:

“Herême Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan û biserxistina reforman bi biryar e.”

Li hêla din, “rûdanên dawiyê yên li herêmê” û “eger û encamên rewşa li Rojhilata Navîn” jî hinek ji mijarên civînê bûn.

Divê were gotin ku Wezîrê Pêşmergeyan û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê jî beşdarî vê civînê bûne.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *