Nêçîrvan Barzanî ji bo Şoreşa Îlonê got, “Şoreşa Îlonê bû bingeh ji bo naskirina yekem a fermî ya mafên gelê Kurdistanê û hemû destkeftiyên paşerojê.”
Îro 63yemîn salvegera Şoreşa Îlonê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got, “Em rêberê şoreşê Barzaniyê Nemir, hemû Pêşmergeyên qehreman û hemû wan têkoşerên ku bûne hêz û û dest û milê şoreşê bi bîr tînin û bi minet û minetdarî bi bîr tînin.”
“Bû cewhera niştimanî li dijî zilm û dagirkeriyê”
Serokê Herêma Kurdistanê got ku Şoreşa Îlonê bi hemû pêkhateyên wê ve şoreşa hemû gelê Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
“Bû cewhera ramana niştimanî, nasnameya neteweyî, rûmeta hemû Kurdistaniyan û îradeya pola ya gelê Kurdistanê ya têkoşîna li dijî zilm û dagirkeriyê.”
“Şoreş dengê bilind ê azadixwazan bû”
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got, “Şoreş dengê bilind ê azadixwazan û doza rewa ya gel û niştimanekê bû ku di rêya azadiyê hemû qurbanî dane.
Ew bû bingeh ji bo naskirina yekem a fermî ya mafên gelê Kurdistanê û bingeha hemû destkeftiyên paşerojê.”
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de wiha got:
“Em dê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî li prensîb û nirxên bilind ên şoreşê derkevin û bi hêvî û geşbîniyê heta ku em serketinê bi dest bixin û xeyalên şehîdan pêk bînin, ber bi paşerojeke baştir ve em dê berdewam bikin.”
Şoreşa Îlonê
Berî 63 salan, 11ê Îlona 1961ê gelê Başûrê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.
Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî Şoreşa Îlonê tê naskirin.
Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê Derbendî Bazyanê, Geliyê Xelekan û herêma Dihokê bombebaran kirin.
Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 19ê Îlona 1961ê li dijî artêşa Îraqê bi awayê fermî biryara şer da.
Şoreşa Îlonê bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî Îlona 1961ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta îmzekirina Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.