Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê Mislim Hesen ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyonê) li Kobaniyê xaleke çavdêriyê ava kiriye.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê Mislim Hesen ji Kobaniyê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir.
Mislim Hesen tekez kir ku navê Kobaniyê “Kobanî” ye û ew hinek hewlên medyaya Erebên ên dixwzin navê Kobaniyê biguherîne red dikin û got:
“Em dikarin bibêjin rewşa Kobaniyê û gudewarên derdora wê aram û baş e. Jiyan xelkê asayî derbas dibe.”
Li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şer heye
Hesen Mislim da zanîn ku şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Niştîmanî ya ser bi Tirkiyeyê ve li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê didomin.
Bi gotina Mislim, şervanên HSDyê ji bo ku şer dûrî Kobaniyê bikin, çend gundên rojavayê Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê kontrol kirine û çekdar hewl didin wan gundan vegerînin.
“Şer bandorê li xelkê Kobaniyê dike”
Mislim got, “Şerê li Pira Qereqozaqê bandoreke mezin li ser xelkê Kobaniyê kiriye û ji ber ku ew der çavkaniyeke sereke ya Kobaniyê ya ji bo kelûpelan e.
Piraniya kelûpelên Kobaniyê ji bajarê Minbicê dihatin. Lê niha çûnûhatina di ser Pira Qerezozaqê re qut rawestiyaye.
Wate danûnstandina Kobaniyê ya bi Minbicê re sekîniye û piraniya kelûpelan bi rêya Reqa û Helebê tên.”
Çend roj in dîmen belav dibin ku tê de derdikeve Amerîka hêzên xwe dişîne Kobaniyê û li nava wî bajarî baregeheke xwe ava dike.
Derbarê vê yekê jî Mislim Hesen amaje bi wê yekê kir beriya niha tirs li nava xelkê Kobaniyê belav bûbû ku Tirkiye û çekdarên wê êrişî bajarê Kobaniyê bikin lê bi hatina Amerîkayê tirsa xelkê nemaye.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê da zanîn ku Koalîsyonê li Kobaniyê xaleke çavdêriyê ava kiriye û got:
“Xelk bi vê yekê gelekî geş bû û niha xelkê vê derê wekî cihekî aram dibîne.
Her çend vê yekê dilê xelkê rehet kiribe jî lê şer berdewam dike.”
Dronên Tirkiyeyê li asmanên Kobaniyê difirin
Hesen Mislim di hemaan demê de da zanîn ku berdewam dronên Tirkiyeyê li asmanên Kobaniyê digerin û carinan êrişan pêk tînin.
Divê şandeyeke hevpar a Kurdan were avakirin
Hesen Mislim derbarê danûstandinên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî tekez kir ku divê şandeyeke hevpar a Kurdan were avakirin û got:
“Em û Partiya Pêşverû bi hev re dixebitin û hevdîtinê bi partiyên ENKS û PYNKyê û partiyên din re dikin.
Her wiha em bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re jî danûstandinan dikin.
Em rojane bi hev re dicivin û ji bo ku em karibin nûneriyeke Kurdan ava bikin û karibe li Şamê li ser navê Kurdan danûstandinan bike.
Rewş gelekî hestyar e lewma divê nûnertiya Kurdan were avakirin.
Divê hemû partiyên Kurdan bi hev re bin ku karibin li Şamê bandora wan hebe.”
Rûdaw