Mezlûm Ebdî li ser peymanê daxuyaniya ewil da

Mezlûm Ebdî li ser peymana xwe û Ehmed Şer daxuyaniya ewil da û got, “Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Mezlûm Ebdî ev peyman wekî “derfeteke rastîn” wesifand û got ku “cîrantiya baş” misoger dike.

“Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin”

Mezlûm Ebdî piştî vê peymanê bi rêya hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

“Em di vê qonaxa hestiyar de, bi hev re dixebitin da ku qonaxeke veguhêzê misoger bikin ku xweziyên gelê me yên ji bo edalet û aramiyê nîşan dide.

Em pêbend in paşerojeke çêtir ava bikin ku mafên hemû Sûriyeyiyan garantî bike û xwestekên wan ên ji bo aştî û rûmetê bi cih bîne.

Em vê lihevkirinê wekî derfeteke rastîn dibînin ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyên xwe dihewîne û cîrantiya baş misoger dike.”

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *