Maria Zakharova: Pêwîst e li Sûriyeyê berjewendiyên Kurdan werin parastin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê got, “Pêwîst e li Sûriyeyê berjewendiyên Kurdan werin parastin.”

Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsa edîtorê Rûdawê Niyaz Mistefa.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku li Sûriyeyê dê normalbûn bi dan û sitandinan bibe û divê rewş di demeke nêzîk de were asayîkirin.

Maria Zakharovayê, “Ji bo asayîbûna rewşê divê biryarnameya 2254an a taybet bi Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bibe bingeh.”

“Divê ew paşeroja xwe ava bikin”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê behsa hikûmeta paşerojê ya Sûriyeyê kir û got:

“Divê ji aliyê Sûriyeyiyan ve biryar li ser vê mijarê were dayîn û ne mijareke derve ye.

Sûriye welatek e ku dîrokeke wê ya kevnar heye û ezmûneke dirêj a bihevrejiyanê heye.

Divê ew paşeroja xwe ava bikin.

Em helwesta xwe ya parastina serweriya axa Sûriyeyê dubare dikin.

Yek ji erkên herî girîng jî parastina dezgehên dewletê ye da ku karên xwe bidomînin.”

“Pir girîng e ku mafên sivîlan werin parastin”

Zakharovayê xwest ku aramî û ewlehî “di dema herî nêzîk de” li Sûriyeyê pêk werin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê eşkere kir ku bi rêya qanûnanmafên sivîlan werin parastin û rê li ber tundî û xwînrijandina zêdetir were girtin.

Tehrîr El Şamê 8ê vê mehê Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir.

Biryar hatiye dayîn ku Adara 2025an hikûmet bê avakirin û niha li Şamê hikûmeteke “veguhêz” heye ku Tehrîr El Şam wê îdare dike.

Pirsên nûçegihanê Rûdawê û bersivên Maria Zakharovayê wiha ne:

Rûdaw: Gelo rayedarên Şamê ji Rûsyayê xwestine ku hûn serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed radestî wan bikin?

Maria Zakharova: Agahiyên derbarê naveroka gotûbêjên ku meha Çileya Paşîn li Şamê di navbera şandeya me ya ku Mikhail Bogdanov serokatiya wê dikir û rayedarên Şamê de hatibûn kirin, roja 29ê Çileya Paşîn di daxuyaniyekê de hatin belavkirin.

Bi baweriya me, behskirina aliyekî diyarkirî ya vê mijarê ne girîng e.

Pirsa min a duyem pêwendiya bi hikûmeta bê ya Sûriyeyê reye. Helwesta we çi ye li ser çawaniya pêkanîna hikûmeta bê ya Sûriyeyê? Ma hûn piştgiriya wê dikin ku Kurd û Durzî herêmên xwe bi rê ve bibin?

Maria Zakharova: Helwesta me li ser vê mijarê zelal e. Ev mijareke kar û barên navxwe yê Sûriyeyê ye û pêwîst e gelê Sûriyeyê bi xwe çarenivîsa xwe bi rêya diyalogê diyar bike lê divê berjewendiyên hemû netewe û koman di nav de Kurd û Durziyan bên parastin.

Her wiha, pêwîst e alî rêz li bingehên sereke yên yekîtiya axa Sûriyeyê û serweriya wê bigirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *