Mamosteyê Kurdî Seywan Îbrahîmî cardin hate girtin

 Mamosteyê zimanê Kurdî û Endamê Desteya Birêveberî a Encumena Ferhengî-Civakî ya Nûjîn li Rojhilatê Kurdistanê Seywan Îbrahîmî, piştî sepandina cezayê 8 mehan bi ser wî de hate girtin.

Ajansa Kurdpa ya Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye ku roja duşemê, Seywan Îbrahîmî mamosteyê zimanê Kurdî piştî xilasbûna heyama yek sal cezayê girtîgehê, bi tohmeta têkdana nîzama giştî li girtîgeha Sine hatibû berdan.

Lê belê roja Yekşemê cezayê 10 sal girtîgehê yê Seywan Îbrahîmî yê tohmeta “avakirina kom û desteyan bi mebesta têkdana ewlehiya welat” li dadgeha Pêdeçûnê hate hilwişandin û zêdetirî salek cezayê girtîgehê bi tohmeta propagandaya dijî rejîmê cardin li ser wî hate sepandin û heşt meh cezayê girtîgehê hate kêmkirin.

Îbrahîmî li gorî vî cezayê dawî wê 8 mehên din li girtîgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê girtî bimîne.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *