Mafê Kerkukê û deverên Kurdistanê yên ji derveyî rêvebiriya Kurdistanê ne, divê bên parastın

Îbrahîm GUÇLU

Wek tê zanîn dema ku di bin serokatiya Serok Mele Mistefa Barzanî de  PDKê û neteweya Kurd zora Rejîma Faşîst ya Baasê bir, Rejîma Baasê mecbur bû ku bi kurdan re Peymana 11 Adara 1970 yî îmza bike. Vê peymana ku mafê Otonomiyê ji bona kurdan qebûl dikir; mixabin di ev Peymana Dîrokî de Kerkûk li derveyî desthilatdarî û rêbiriya Otonomiya Kurdistanê ma. Di  Peymanê de di heman dem de hat pejirandin ku Kerkuk piştî çar salan yanî di sala 1974an de encama plêbîsîta gel qedera xwe tespit bike ku dê bikeve bin desthilatdariya Kurdistanê û an dê bikeve bin desthildariya Hikûmeta Navendî ya Iraqê.

Ev xala Peymanê ya  di derbarê Kerkukê de  di sala 1974an de cî bi cî nebû. Hikûmeta Baasê ji bona ku plêbîsîta Kerkukê provake bike, gelek êrîşên xirab li hemberî Serok Mele Mistefa Barzanî û desthilatdariya Otonomiyê pêk anî. Di encamê de ji bona Kerkukê plêbîsît nebe êrîşî kurdan û Herêma Otonomiyê kir. Ev bi awayekî gelek xwezayı bû şerê  navbeyna Kurdan û ereban.

Dewleta Iraqê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Îranê û Emerîkayê li hemberî kurdan bes xwe ji zorê xelas nekir, di hemandem de zora kurdan bir. Serok Barzanî û Berpirsiyariya PDKê û Herêma Ortonomiyê ji bona ku pêşiya qetlîama kurdan bigrin, şer dan rawestandin. Serokatiya Otonomiyê û Serokê Kurdistanê û pêşmergeyan dest ji Kurdistanê berdan.

Pişt re heta ku Herêma federe ya Kurdistanê ava bibe şerê neteweyî li hemberî Dewleta Iraqê domand. Şoreşa Neteweyî ya Gulanê encama xwe da. Di destpêkê beşekî urdistanê ya mezin azad bû. Piştî Rejîma Baasê hat rûxandin û di sala 2005an de encama rêferandûmê Makezagona Federal hat pejirandin, Kurdistan bû herêmeke fede.  Meclîsa Kurdistanê û hemû dezgehên din yên neteweyî yên Kurdistanê rewa hatin qebûl kirin.

Mixabin Kerkuk dîsa di pejirandina Makezagona Federal de di xala 140î de hat pejirandin ku di sala 2007-an de referandum bê lidarxistin û qedera Kerkukê bê tespit û tayin kirin ku dê bikeve bin desthilatdariya Kurdistanê û an jî bikeve bin desthilatdariya Hikûmeta Navendî.

Em nûha sala di 2023-an dijîn, 5 sal derbas bûye ku referandum çênebû. Statuya Kerkukê û û binpêkirina Makezagona Federal bû sedem ku Rêferandûma Serxwebûnê Kurdistanê bê lidarxistin. Encama rêferandûmê bû sedem ku Hikûmeta Navendî û hevalbendên wê û  dewletên kolonyalist û rêxistinên terorîst û êrîşî Kurdistanê bikin. Lewra di hemandem de li Kerkukê jî rêferandûmê derxist holê ku Kerkuk Kurdistan e. Hewcedarî bi referanduma Makezagonê nema bû.

Di hilbijartina Giştî ya Iraqê de jî kurdan zêdetir li Kerkukê mebus derxistin. Li Şengalê partiyên Ereban û partiyên terorîstan qet mebûs qezenç nekirin.

Encama ev êrişa kolonyalistan, Kerkuk hat Îşgal kirin. Herêmên Kurdistanê yên ne di bin desthilatdariya Kurdistanê de ne, di serî de jî li Kerkukê siyaseta erebkirinê ya dema Baasê dest pê kir.   

Di vê konaxê de jî li Kerkukê û li hemû herêmên kurd yên di bin deste Hikûmeta Navendî de  ev siyaseta didomîne. Gundiyên kurd ji erdên wan  tên dûr xistin.  Gundiyên ereban tînin li bajar û bajerokên Herêma Kurdistanê bi cî dikin.Di desthilatdariya wan herêman de erebên nıjadperest desthilatdar û karbidest in.

Li Kerkukê, li wan herêm û bajarên Kurdistanê kurdî  tê  qedexe kirin. Ala Kurdistanê hatiyê qedexe kirin. Li hemberî hemû nirxên neteweyî  yênn Kurdistanê û kurdî êrîşek û dijminitî heye.

Komîteya Parastina Kerkukê û Herêmên Kurdistanê ji bona ku Kerkuk û hemû bajarên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê beşdarî Desthilatdariya Kurdistanê bibin, xebat dikin. Ji bona derdên gundiyên Kurdistanê derman bikin tevdigerin. Ji bona ku zûlma li ser gele wan herêman li holê rabin hewil diddin û dengên xwe digînine Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê.

Komîteyê di van rojên dawî de hewildana xwe xûrttir kiriye, dibêje ku sedema vê rewşê di hemandem de helwesta ne hevbeşiya rêxistin û dezgehên Kurdistanê ne. Loma jî ji hemû rêxistin û dezgehên Kurdistanê daxwaz dikin ku helwest û siyaseta xwe di ev derbarê de bikin yek, ji wan re bibin alîkar.

Divê her rêxistin û dezgeheke Kurdistanê di derbarê ev mijara stratejik û girîng de hewil bidin û helwesta  xwe bikin yek.

 HILBIJARTINA MECLÎSA HERÊMÎ YA KERKUKÊ

Diyar e  ku di ev dema nêzîk de hilbijartina Meclîsa Herêma Kerkukê ya parezgehî heye. Di derbarê vê de jî xebatek xurt ji aliye rêxistinên Kurdistanê ve tê meşandin. Kemal Kerkukî daxwaz dike ku divê ew xayinên Kerkûkê yên Cotmeha 2017-an ji derve hemû kurd û rêxistinên Kerkukî yên neteweyan  jî di nav xwe de tîfaq çê bikin û bi hev re bikin hilbijartina parêzgehî ye..

Divê Kerkukî u hemû rêxistinên Kurdistanê di derbarê Kerkkê de bi mesuliyet tevbigerin û dengên siyasetvan û têkoşerê Kurdistanê Kemal Kerkûkî bibîzin.

Tatvan, 30. 06. 2023

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *