Îbrahîm GUÇLU
Li Yekîtiya Ewrûpayê hilbijartina parlamentoyê hat li darxistin. Di hilbijartinê de him encamên dihatin payîn û him jî nedihatin payîn derketin holê.
Di hilbijartinê de partî û hêzên faşist û nîjadperest û anarşist-çepgir û dijminên demokrasi û biyaniyan di parlamentoyê de desthilatdar bûn.
Li Yekîtiya Ewrupayê ev encama dihat payîn: Lewra li Ewrûpaya Reşayî nîjadperestî û faşizm û dijminitiya biyaniya pêş diket, li hemberî biyaniya êrîşeke mezin hebû. Aboriya Dewletên Ewrûpayê jî paşve ketî bû. Dewlemandiya ji welatên koloni dihatin, kêmtir bibû. Loma jî bêkarî zêde bibû û refaha civatê kêm bibû û ji dewleta civakî dûr ketin hebû.
Di hemandem de jî di demokrasiya û konsepta mafên mirovî yên Yekîtiya Ewrûpayê de qelsbûnek hatibû holê.
Ev encaman di hilbijartinê de nedihatin payîn: Lewra Yekîtiya Ewrûpayê wek efsane û qibleya demokrasi û mafên mirov dihat bi nav kirin, hêviyeke mezin lê dihat payîn. Xeyal dihat kirin ku pergal û sîstema demokratik ya Yekîtiya Ewrûpayê û Dewletên Ewrûpayê dê pirsgirêkan çareser bikin û dê zora faşîstan û nîjadperestan û dijminên biyanî bibin.
Lê demokrasiya Yekîtiya Ewrûpayê têra vê nekir.
Di encama hilbijartinê de Serokwezîrê Belçîkayê dev ji serokwezîrtiyê berda. Serokkomarê Fransayê biryara hilbijartina pêşwext girt. Li Dewletên din yên Ewrûpayê jî erdheja siyasî didomîne.
Gorî baweriya min encamên di hilbijartina Parlamentoya Ewrupayê de derketin holê, krîza siyasî û sîstema Yekîtiya Ewrûpayê û demokrasiya wê diyar dike.
Ev krîza, krîzeke rojane û demî nîne. Li Ewrûpayê demekî dirêj e ku vê krîzê dest pê kiribû. Stratejiya Yekîtiya Ewrûpayê, di derbarê Şerê Ukrayna û Rûsyayê de û peykbûna Yekıtiya Ewrupayê bi Emerîkayê re û siyaseta wan ya Rojhelata Navîn, ev krîza kurttir û vekirî kir.
Lê divê bê zanîn ku di sîstema Yekîtiya Ewrûpayê de û li Dewletên Ewrûpayê û bi tevayî li Ewrûpaya Reşayî; nexweşiyeke dîrokî û laşî (yapısal) heye. Ji faşîzmê re vekirî ye.
Bi ev taybetiya xwe jî ji Anglo Saksona vediqetin. Wek tê zanîn li Ewrupayê Faşîzma Hîtler û Mûsolînî qewimîn. Di hemandem de Ewrûpa bû sedema du şerê dinyayê/cîhanê.
Ev dîroka li pişt Ewrûpayê, wan dişopîne. Li ser civatên Ewrupayê û partiyên siyasî xwediyê bandorekê ye. Ev mîrata nemirovî, her dem dema derfet dibîne derdikeve holê.
Wek tê zanîn di demeke nêzik de derket holê ku demokrasiya Yekîtiya Ewrûpayê jî hemû pirsan û bi taybetî jî pirsên neteweyên bindest û kolonî çareser nake. Dawiya kolonyalîzmê jî neaniye. Gelek dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê, bi taybetî jî Fransa, hîn xwediyê gelek koloniyan e. Li Efrîqayê xwîna gel dimije û dewlemendiya wan didize. Mafên wan yên neteweyî xesip dike, li dijî desthilatdarî û serweriya wan derdikeve.
Sîstema Yekîtiya Ewrûpayê jî nikare bibe sîstemeke navneteweyî, loma jî herêmî tevdigere.
Pirsgirêkên xwe yên hûndir jî û bi taybetî jî pirsgirêke Makezagona Yekîtiya Ewryûpayê û konfederalbûna Ewrûpayê jî nikare çareser bike.
Yekîtiya Ewrûpayê, di sala 2017-an de li hemberî êrîşên  encama rêferandûma serxwebûna Kurdistanê bê deng ma. Demokrasiya xwe neparast. Lewra li Kurdistanê referandumeke gelek demokratik û aşîtîxwaz hatibû li darxistin. Di hemandem de ji mafên çarenivîsiya neteweya Kurd de jî bêdeng ma û piştgiriya dewletên kolonyalist kir. Bi wan re pêwendiyên xwe xurttir kir.
Demokrasî û hêjayiyên çandî û exlaqî yên Yekîtiya Ewrûpayê, pirsa navxwe ya neteweyan jî nikarî çareser bike, heta li dijî neteweya Katalonyayê derketin, Rêferandûma wan ya ji bona serxwebûn û dewletbûna wan re nebûn alîkar. Rêferandûm rewa jî qebûl nekirin, berpirsên Katalonyayê jî hepis kirin.
Pirsa neteweyî ya Katalonan krımînalîze kirin.
Divê Yekîtiya Ewrûpayê, serok û dezgehên wan rewşa xwe jinûve ji çav derbas bikin. Jinûve xwe ava bikin. Heger vê yeke nekin Yekîtiya Ewrûpayê jî dijkeve nav belavbûnekê û yekîtî namîne.
Tetwan, 11. 06. 2024