Li Tirkîyê Rewşa Jinûve Avakirina Bajarên Erdhejan Çi Ye?

Tirkîye jinûve avakirina wan bajaran didomîne ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de zarar dîtine.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan mehek piştî erdhejan gotibû ku ewê ji mexdûrên erdhejê 650,00 avahîyên nû çêkin.

Erdogan dabû zanîn ku ji wan avahîyan wê 319,000 di nav salekê de werin dayîn.

Wî di salvegera duyê ya erdhejên 6’ê Sibatê de li Semsûrê got ku ewê heta sersalê 453,000 avahîyên nû çêkin.

Li bajarên erdhejê xebatên jinûveavakirinê didomin û heta niha bi hezaran kes li malên nû bi cîh bûne.

Agahîyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvanî ya Tirkîyê nîşan didin ku di nav 2 salan de 201,431 xanî hatine dayîn ku ev rêje 63 ji sedê hejmara wan avahîyan e ku Erdogan soza wan daye.

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvanî yê Tirkîyê di rojên borî de dîyar kir ku erdhejê bandor li 11 bajaran kiriye û got ku bi xebatên wan yên li hemî bajaran ewê heta dawîya 2025’an ti mexdûrê ku neketiye mala xwe nemîne.

Di 6’ê Sibata 2023’yan de di saet 04:17 de navend li Bazarcix ya Meraşê erdhejeke 7,7 çêbû.

9 saetan piştî wê erdheja pêşî navend li Elbistan ya Meraşê erdhejeke din ya 7.6 çêbû û bi bandora her du erdhejan ji bajarên Tirkîyê Meraş, Edene, Semsûr, Amed, Elezîz, Entab, Hatay, Kilis, Meletî, Osmanîya û Ruha zarar dîtin.

Agahîyên fermî yên Tirkîyê raber dikin ku di wan erdhejan de 53,537 kesan canê xwe ji dest da.

Erdhejên Meraşê bandor li Sûrîyê jî kirin û li wî welatî jî 8,476 kes bi erdhejan mirin. (VOA)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *