LI STOCKHOLMÊ BÎRANÎNA LEYLA QASIM!

Îro, li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê, ji bo bibîranîna 51 salîya îdamkirin û şehadeta Leyla Qasim çalakîyek taybetî hate li darxistin.

Ev çalakî bi hevkarîya Yekitîya Jinên Kurdistanê li Swêdê, Yekitîya Nivîskarên Kurd Li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hate amade kirin.

Di vê çalakîyê de, li ser jiyan, xebat, têkoşîn û taybetmendîya qahremanîya Leyla Qasim hate rawestandin.

Beşdarên civînê jî bi nerîn, pirs û pêşniyarên xwe ev çalakî dewlementir kirin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *