Li Efrînê 5 Kurd hatin revandin: 2 ji wan bi fîdyeya 2 hezar dolaran hatin berdan

Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li herêma Efrînê 5 kes revandin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, koma bi navê “Polîsê Leşkerî” kurdek li gundê Birka yê li navçeya mabeta revand û ber bi cihekî nediyar bir.

Li navçeya Cindirêsê jî 2 kesên ku di dema dawî de ji Lubnanê vegeriyabûn, bi tohmeta ku berê pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hebûye, hatin revandin.

SOHRê da zanîn ku li navçeya Şera jî 2 welatî ji aliyê koma El-Cebha El-Şamiyê ve hatin revandin û paşê bi dayîna 2 hezar dolar fîdye hatin berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, ji bilî dizî û talankirina zeytûnan û ferzkirina bacên giran li ser cotkaran ji aliyê komên çedar ve, welatî jî têne revandin û li hember dayîna fîdyeyê wan berdidin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *