Navenda Lêkolînên Kurdî ya Ewropayê di raporekê de eşkere kiriye di maweyê 13 salan de ji sedî 50ê xelkê Rojavayê Kurdistanê koçber bûye.
Li gorî raporê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi milyonan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji cih û warên xwe derketine û Ereb li şûna wan bi cî bûne.
Lêkolîn ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Ewropayê ve bi fonên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê hatiye kirin.
Lêkolîn li 13 bajar û 880 gundên Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.
Di lêkolînê de amarên nifûsê yên fermî yên Hikûmeta Sûriyeyê yên 2010an û amarên sala 2023an hatine berawirdkirin.
Lêkolîn behsa bandora şer a li ser koçberiyê dike.
Bajarên ku ji bo lêkolînê hatine hilbijartin ev in: Qamişlo, Kobanî, Cindirês
Her wiha gelek bajarok û gundên derdorê jî di çarçoveya vê lêkolînê de ne.
Li gorî lêkolînê, nifûsa bajar û gundên hatine hilbijartin sala 2010an de 1,287,161 mîlyon bûye.
Sala 2023yan 549,661 kes koçber bûne û ew jî ji sedî 42,7ê nifûsê ye.
Di beşeke din a lêkolînê de her wiha hatiye destnîşankirin ku daneyên hatine berhevkirin statîstîkeke giştî ya hemû bajaran temsîl nake.
Ji ber ku lêkolîneran nekariye daneyan berhev bikin hinek bajarên wekî Efrînê di nava lêkolînê de cî nagirin.
Lêkolîn li 880 gundî jî hatiye kirin
Efrîn sala 2018an ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hat dagirkirin û ji wê demê ve heta niha ji aliyê wan ve tê birêvebirin.
Di lêkolînê de behsa nifûsa 880 gundî jî heye.
Di lêkolînê de hatiye eşkerekirin ku 530 gund ên Kurdan in û 278 jî gundên Ereban in û 36 gund jî yên Asûrî û Ermeniyan in.
Şêniyên 63 gundan jî tevlihev in. Li ser gundên Kurdên Êzidî ti agahî nehatiye belavkirin.
Li gorî raporê, nêzîkî ji sedî 38ê Kurdan, ji sedî 31,9ê Ereban û ji sedî 62,3yên gundiyên Asûrî û Ermenî malên xwe terikandine.
Ermenî û Asûrî ji ber komên tûndrew koçber bûne
Li gorî raporê, Ermenî û Asûrî di navbera salên 2014 û 2019an de ji ber metirsiya DAIŞê û komên çekdar ên tûndrew koçber bûne.
Mişextî û koçberiya xelkê van deveran li herêmê bûye sedema guherîna demografîk.
Ereb herikîne herêmên Kurdan
Di raporê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku koçberiya Kurdan û rê li ber herikîna Ereban a ber bi herêmên Kurdan ve vekiriye.
Di raporê bi zelalî hatiye gotin ku koçberiya Kurdan û bicîbûna Ereban a li ji herêm û bajarên wekî Qamişlo, Cindirês, Amûdê û Dêrikê bûye sedema guherîna demografiyê.
Ji sedî 50ê nifûsa Qamişloyê kêm bûye
Di maweyê 10 salan de nifûsa Qamişloyê ji sedî 50 kêm bûye. Sala 2010an li bajêr 464,336 kes hebûne lê sala 2023yan ev hejmar daketiye 233,472 kesan.
Di raporê de bi zelalî hatiye gotin ku li Efrîn û Serê Kaniyê jî guhertina demografiyê bûye diyarde.
Lêkolîneran amaje bi wê yekê kiriye ku Kurd piştî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi darê zorê ji Efrîn û Serê Kaniyê hatine derxistin.
Rewşa Kobaniyê û gundên wê
Sala 2010an nifûsa Kobaniyê 44 hezar û 800 kes bû. Di navbera salên 2010-2023yan de 13 hezar û 20 kes koçber bûne û 19 hezar û 455 kes jî çûne derveyî Rojavayê Kurdistanê.
Di heman heyamê de 11 hezar û 850 Ereb li Kobaniyê bi cî bûne. Niha li Kobaniyê tenê 12 hezar û 346 Kurd mane.
Li gorî lêkolînê, ji sedî 69ê gundiyên Kurd ên Kobaniyê malên xwe terikandine û ji sedî 76ê gundiyên Ereb ên Kobaniyê jî malên xwe terikandine.
Lêkolînerên raporê didin zanîn ku şer û pevçûnên leşkerî sedema sereke ya koçberiyê ne.
Li Cindirêsê Ereb li cihên Kurdan hatine bicîkirin
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî di salên şer de ji sedî 77ê şêniyan Kurd malên xwe terikandine.
Nifûsa bajêr di nav 13 salan de ji 13 hezar û 661 kesan daketiye 3,061 kesan.
Komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê 23 hezar û 450 niştecihên Ereb anîne û li bajêr bi cî kirine.
Li 33 gundên derdora Cindirêsê jî bi heman şêweyî nifûs ji 19 hezar û 286an daketiye 5 hezar û 822 kesan.
Li 33 gundên Cindirêsê 18 hezar û 553 Ereb hatine bicîkirin.
Çima Kurdên Rojava koç dikin?
Li gorî nivîskarên raporê destnîşan kiriye, li Rojavayê Kurdistanê sedemên koçberiyê li gorî herêman diguhere.
Li QamiÅŸloyê sedema sereke ya koçberiyê siyaseta Rêveberiya Xweser, hejarî û nebûna derfetên sereke yên jiyanê ye. Â
Li gundên Kobaniyê sedema sereke ya koçberiyê êrişa DAIŞê bûye, şêniyên Cindirês, Serê Kaniyê jî ji ber êrişên komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê koçber bûne.
Efrîn sala 2018an hat dagirkirin
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Rêxistinên mafê mirovan ên xwecihî û navneteweyî ji sala 2018an ve gelek caran di raporên xwe de da zanîn ku milîsên alîgirên Tirkiyeyê xelkê Efrînê direvînin û bi zorê dest datînin ser mal û milkên wan.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê beriya bi 2 rojan di daxuyaniyekê de ragihand ku rêxistinên Qeter û Kuwêtê tevî Tirkiyeyê demografiya Efrînê diguherin.
Rêveberiya Xweser bang li rêxistinên mirovî yên mafên mirovan û civaka navneteweyî kiribû rê li wî karê neyasayî bigirin.
Li aliyê din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî Tebaxa 2023yan ji ber binpêkirinên mafên mirovan ceza bi ser Lîwaya Silêman Şah û Firqeya Hemzeyê de sepand.
Rûdaw