KOVARÊN KURDÎ YÊN KEVN DUGIR

Nûrî ALDÛR

Çend hejmarên Dugir yên ku di dema 1995 – 1997 an de derketine li ber destênmin hene. Cûdayeteke taybet ya kovara Dugir heye ku wê ji gelek kovarên din diveqetînê anjî digûherê ewe ku Dugir tenê û tenha bi kurdîye û bi kurdîya kurmancîye. Alîyekîdin jî ku Dugir wê taqîp dike û pêktênê, kî ji bo ziman û edebîyata kurdî gelekî giringe, ewe ku nivîs û hemû babetên wê bi kurdîke paqij û zelalin. Bi rastî jî kovarê/redaksîyonê, di vê pêvajoyêde, hîç tawîz nedana û mîna ku ew di hemî hejmaran de dinivîsin û bibîr tênin ku kovar ”…li gor rêziman…û kurdîya Mîr Celadet Bederxana..”. Kovar di  pêvajo û armancên xwe yî gramerî û edebîde bi ser dikeve û berhemeke baş, delal û bi wate pêşkêşî xwendevanên xwe dike.                         

Gelek pênûs û ronakbîrên jêhatî di nav rûpelên kovarêde cîhê xwe girtine û ewan me xwendevanan bi nivîsên xwe kêfxweş dikin û me ji îqon û temayên kurdî agadar/zanatir dikin. Du navên ku pir balamin kişandin Selîm Berakat û Rezo Osê ne. Evan nivîskaran bi berhemên xwe roman û felsefa kurdî xemilandina, dewlemend kirine û hêvîyên edebîyata kurdî ku geştir bibe zêdetir kirine. Rezo Osê babet û temayên xwe bi xet, rêz û dinya feylezofême yî mezin Ahmedê Xanî ve girêdide anjî ji derya Ahmedê Xanî dîtin û bawerîyan li dema me yî nû tedbîq dike û bi vê metoda xwe ew me û feylezofême pevre dixê dîyalogekê de.                      X

ebatkarên Dugirê karên din jî yên baş kirine û ewan karan jî verger û hûnerin/helbestin. Bi wergeran xwendevan anjî civak berhemên kulturêndin/dinyayêndin dinasê û sewîya xwe yî civakî û ronakbîrî bilindtir dike. Helbest û poesî jî bo xwendevan û civakan mîna mûzîk û şahîyêne. Dema em li vir qala helbest û poesî dikin, tesadufî min helbesteke kurapê xwe, Reşîd Battê, di hejmareke Dugir ê de dît û ev helbest li ser mentîqa Torê ye, kî evder cîhekî tarîxî û navdara. Li gor suryaniyan(ewan dibêjin Turabidin) Êncîla mûqades jî qala Torê kirîye. Ezê li vir çend rêzan ji wê helbestê pêşkêşî we xwendevanan bikim:   

 

Li rojhilatê te Cûdîyê sernixwîn e

û li roavayê te dixwiyê keleha Mêrdîn

Başûrê te xemilandîya bi sinsila kevnare

û di pey re rasteçol e heta Şingala êzîdîyan

Bakurê te pêçayîye bi kevanê çemê Dîcle

Tu yi navika Tora ji kevir û kils pêkhatî…………(1)

 

Em karin nivîsa xwe bi çend rêzên feylezofê mezin Ahmedê Xanî tewaw bikin:

 

Heta tu dewr û dersan nekê tekrar û mesrûf

Di dûnyayê tu nabê ne meşhûr û ne me´rûf……(2) s.24

 

Çavkanî

1.Dugir, hejmar 4 1996 – rûpel 36

2.Dugir, hejmar 4 1996 – rûpel 24

 

Nuri Aldur     

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *