Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maksim Rubin derbarê projeya Rêya Bipêşketinê (Rêya Geşepêdanê) ku Îraq, Tirkiye, Îmarat û Qeter beşdar in got, “Eger derfet hebe em dê jî beşdarî cîbicîkirina vê projeyê bibin.”
Maksim Rubin ragihand ku li Herêma Kurdistanê hilberîna herî mezin ji aliyê şirketên Rûsî ve hatiye kirin û got:
“Hilberîna van şirketan bi giştî zêdeyî 5 milyar dolaran e, hîn jî li vir kar dikin, tewra piştî rawestandina hinartina petrolê jî.
Şirketeke mezin a hevpar jî heye, şirketa boriyan ee, boriya ku nefta Kurdî pê dişînin derve û ji aliyê şirketeke hevpar a Kurdî-Rûsî ve tê birêvebirin, Rûsneft û Kar grûp.”
Konsulê Rûsyayê diyar kir ku cezayên Amerîkayê yên li ser kompanyayên Rûsî nebûne sedema rawestandina karê kompanyayên Rûsî yên li Herêma Kurdistanê û got: “Bêguman bandora wancezayan hebû lê ne bi awayekî zêde.”
Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê Maksim Rubin pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara bersivandin:
Rûdaw: Birêz Maksim, tu bi xêr hatî. Tenduristiya te çawa ye?
Maksim Rubin: Spas, hûn bi xêr hatin. Ez baş im, ez zafî kêfxweş im ku li vir, li Herêma Kurdistanê me. Ez şanaz im ku nûnertiya welatê xwe li vir, li herêmê dikim.
Rûdaw: Em jî dibêjin tu bi xêr hatî Kurdistanê.
Maksim Rubin: Zor spas ji bo vê hevpeyvînê.
Rûdaw: Rûs ji aliyê gelê Kurd ve tên hezkirin, têkiliyên me hê ji berê ve hene.
Maksim Rubin: Ez jî hest pê dikim, xasma li Hewlêrê, ez hest bi wê hezkirin û rêzê dikim.
Rûdaw: Birêz Maksîm, tu qet fêrî Kurdî bûyî?
Maksim Rubin: Kêm, çend peyvek.
Rûdaw: Çend peyvek.
Maksim Rubin: Erê, ez tembel im.
Rûdaw: Erebiya te baş e.
Maksim Rubin: Ez hewl didim bi awayekî rast biaxivim.
Rûdaw: Piraniya dîplomatên Rûsî û Çînî bi Erebiyeke rewan diaxivin.
Maksim Rubin: Erê, sîstemeke me li Wezareta Karên Derve heye, girêdayî zimanê deverê ye. Kesên zimanê Erebî dizanin li balyozxane û nûneratiyên me yên dîplomatîk ên li Rojhilata Navîn dixebitin.
Rûdaw: Ev der cihê te ye. Ez li vir rûdinim û dipirsim, birêz Maksim. Pirsên min girêdayî têkiliyên Rûsya û Kurdistanê ne, têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Rûsyayê de ku ji berê ve hene, têkiliyên bazirganî, siyasî û dîplomatîk û şerê Ukraynayê jî bê şik zafî girîng in.
Maksim Rubin: Ez amade me ji bo ku bersiva hemû pirsên te bidim.
Rûdaw: Spas… Baş e. Bila ez bi pirsa yekem dest pê bikim: Tu têkiliyên navbera Rûsyaya Federal û Herêma Kurdistanê çawa dinirxînî? Ma di têkiliyên her du aliyan de pêşketin heye?
Maksim Rubin: Wekî te pêşî têbînî kiriye, me got dîrokî ne, têkiliyên me didomin, têkiliyên me dostane ne, têkiliyên me erênî ne, çi bigire bê mînak in.
Çendîn sede ne wan têkiliyan dest pê kiriye. Ya ku îro jê re dibêjin lêkolîna Kurdî bi keda zanayên Rûs dest pê kir ku cîhan bi çand an xezîneyên çand û kevneşopiyên gelê Kurd da naskirin. Em dikarin li vir navê hin zanayên Rûs bibêjin, wekî mînak: Minorski û Jaba, ew dîplomat bûn.
Rûdaw: Ew di nav Kurdan de naskirî ne, Minorski naskirî ye.
Maksim Rubin: Herwisa Lazarev û Kurdoyev ku pirtûkek li ser zimanê Kurdî nivîsandiye.
Rûdaw: Em wî wekî Qenatê Kurdo bi nav dikin, bi Rûsî jê re dibêjin Kurdoyev.
Maksim Rubin: Erê erê Kurdoyev. Ev di vî warî de beşdariyeke zafî mezin e. Herwisa dîroknameya Şerefnameyê, kî yekem kes bû ji zimanê Kurdî wergerand zimanekî biyanî ku zimanê Fransî bû, zanayekî Rûs bû.
Vêga nêzî du sede dibe. Bêguman mana 12 salan a serkirdeyê nemir ê Kurdistanê Mela Mistefayê Barzanî li Yekîtiya Sovyetê hêjayî behskirinê ye. Ew li gel hevalên xwe ku 504 kes bûn li Rûsyayê bûn û li wir jiyan û xwendin û kar li wir kirin.
Hin ji wan jî vegeriyan Kurdistan û Îraqê ji bo berdewamkirina xebatê û avakirina Herêma Kurdistanê û jinên xwe yên Rûs bi xwe re anîn. Ez vê wekî pireke mirovî bi nav dikim.
Rûdaw: Hînî zimanê Kurdî jî bûn.
Maksim Rubin: Hînî zimanê Kurdî bûn, erê. Têkiliyên me nesekinîn û ber bi pêş ve diçin, di warê çandî, aborî, siyaset û hînkirinê de. Wekî mînak, şirketên Rûsî li vir li Kurdistana Îraqê kar dikin.
Rûdaw: Em dê werin ser van xalan lê me pêşketineke mezin di asta pêwendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de nedîtiye, her çend te behsa pêwendiyên dîrokî yên her du welatan kir. Di van têkiliyan de pêşveçûneke mezin nîne?
Maksim Rubin: Konsulxaneya Rûsyayê yek ji yekemîn nûneratiyên dîplomatîk bû ku li vir li Herêma Kurdistanê vebû, sala 2007 bû. Giftûgoyeke me ya siyasî ya baş heye. Helwestên me yên nêzî hev li hember pirsên cîhanî hene. Ev ne tenê gotin e, ev zanyarî ye ku min ji hevdîtinên xwe li gel serkirdeyên Kurd bi dest xist.
Rûdaw: Baş e, karê şirketên Rûs li Herêma Kurdistanê çawa ye nexasim piştî cezayên ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser şirketên Rûsî hatin sepandin?
Maksim Rubin: Şirketên Rûs li Herêma Kurdistanê di biwarê enerjiyê de kar dikin. Şirketên zafî mezin in, Rûsneft û Gazprom, ji mezintirîn veberhênanên li Herêma Kurdistanê ne.
Veberhênana van şirketan bi giştî zêdetir e ji 5 milyar dolaran e, hê jî li vir kar dikin, tewra piştî sekinandina hinardekirina neftê jî. Şirketeke mezin a hevbeş jî heye, şirketa boriyan e, boriya ku nefta Kurdî pê dişînin derve, ji aliyê şirketeke hevpar a Kurdî-Rûsî ve tê birêvebirin, Rûsneft û Kar grûp.
Rûdaw: Gelo cezayên Amerîkayê bandor li ser karê Rûsneftê li Herêma Kurdistanê kiriye?
Maksim Rubin: Bêguman bandor kir lê ne zêde. Bêguman bandora van cezayan hebûye lê her tim rê hene ji bo xwezîvirandina ji wan cezayan ku berdewamiya karkirina kompaniyên Rûsî li vir, li Herêma Kurdistanê belgeya vê yekê ye.
Rûdaw: Bêyî ti astengiyekê ji aliyê Amerîkayê?
Maksim Rubin: Kîjan astengî?
Rûdaw: Mebesta min, gelo hûn li Îraq û Herêma Kurdistanê rastî astengiyên Amerîkî tên di dema karkirina we de li biwarê enerjî û neftê de?
Maksim Rubin: Ceza di warê darayî de ne, wekî mînak di veguhastinên darayî de.
Rûdaw: Mebesta te Swift e?
Maksim Rubin: Erê, erê, swift û dolar. Bandora herî mezin li ser van e.
Rûdaw: Ji xeynî wan pirsgirêkan, ti pirsgirêkên din nînin?
Maksim Rubin: Dibe ku pirsgirêk hebin lê ez bi wan nizanim.
Rûdaw: Erê. Em dibînin ji aliyê we ve wekî konsulê Rûsya federal giringiyeke zêde bo pêwendiya li gel civaka Kurdî heye. Bi rêya gotarên te li Rûdawê te behsa wê kiriye. Ez jî gotarên te dixwînim li ser salên jiyana serkirdê kurd Mela Mistefa Barzanî li Rûsyayê ku li wir hînî Rûsî bûye, herwisa rola…
Maksim Rubin: Wî Yekîtiya Sovyetê wekî welatê xwe yê duyemîn dihesiband.
Rûdaw: Rast e, ew zêdeyî 10 salan li Rûsyayê ma. Di serketina mezin a Rûsyayê de wekî mînak Kurdan roleke mezin lîst. Hûn paşeroja peywendiyên gelê Kurdistanê û gelê Rûsyayê çawa dibînin?
Maksim Rubin: Paşxaneke me ya dîrokî ya mezin a têkiliyan heye. Ez jî nola dîplomatkar ku li vir li Herêma Kurdistanê kar dikim, erkê min xurtkirin û pêşvebirina têkiliyan, bipêşxistina wan têkiliyan û arastekirina wan ber bi paşerojê ve ye. Bê dîrok, ne niha û ne jî paşeroj nabe.
Ez her dem vedigerim ser paşxaneya dîrokî ya têkiliyên me, ji bo ku em ji wê paşxaneyê gavan ber bi siberojê ve biavêjin. Ev jî tiştekî xwezayî ye çimkî ew paşxane nakeve jêr bandora ajendayên niha. Xwerista wan çi be, aborî an jî siyasî bin. Loma divê em vegerin wê dîrokê û ji wir ber bi siberojê gav biavêjin. Ji ber vê yekê ez her dem behsa vê mijarê dikim.
Rûdaw: Ji bilî pêwendiyên fermî û dîplomatîk, pêwendiya te bi kurdên li Kurdistanê re heye? Têkiliyên gelemperî?
Maksim Rubin: Bê guman. Min li vir heval çêkirine û bi nêrîna min ev dostanî dê bidome, tewra piştî çûna min ji Herêma Kurdistanê jî. Ev tiştekî pir baş e. Em bi hev re rûdinin, em diaxivin, em li ser mijarên dûrî siyasetê diaxivin. Ev tiştekî baş e, tiştekî civakî ye.
Rûdaw: Taybetmendiyên hevbeş di navbera Kurd û Rûsan de hene?
Maksim Rubin: Gelek taybetiyên hevbeş hene, tewra peyvên hevpar di navbera her du zimanan de hene, bo mînak: spas, spasîba – jin, jina – hwd.
Rûdaw: Baş e. Birêz Konsul, Kurd zafî dixwazin herin Rûsyayê lê di warê wergirtina vîzeyê de hinek pirsgirêk hene. Hûn dê çawa alîkariyê bikin, an jî konsulxaneya we dê çawa di miamelekirina li gel van daxwazan de alîkariyê bike?
Maksim Rubin: Berî her tiştî dixwazim diyar bikim ku deriyên Rûsyayê li ber hemû dostan vekirî ne. Em jî li vir, di konsolosxaneya xwe de hemû xizmetguzariyên konsulgerî pêşkêş dikin, di nav de dayîna vîzeyê ji bo çûna nav axa Rûsya.
Lê yasa û rênimayî hene û divê em pabendî wan bin. Yek ji van yasa û rênimayiyan dawetname ye. Giringtirîn mercê çûna Rûsya û wergirtina vîzeyê dawetname ye.
Rûdaw: Dawetname ji kû?
Maksim Rubin: Ji Rûsyayê.
Rûdaw: Ji Rûsyayê.
Maksim Rubin: Dawetname ji aliyê kesayeteke diyar a Rûsya yan kesekî. Ev tiştê herî girîng e yan vexwendineke geştyarî. Belê, ez mikur têm ku di wergirtina vîzeyê de hinek zehmetî hene, ji ber bûyerên vê dawiyê yên li Îraqê, mebesta min DAIŞ û nearamiya siyasî û hin pirsgirêkên ewlehiyê ne.
Rûdaw: Ji bo wergirtina vîzeyê.
Maksim Rubin: Erê ji bo wergirtina vîzeyê. Herwiha hin pirsgirêkên weke çûna Rûsyayê û bikaranîna Rûsyayê ji bo derbasbûna Ewropayê bi awayekî neqanûnî derketine holê.
Rûdaw: Ango Rûsyayê weke stasyoneke transît bi kar tînin.
Maksim Rubin: Carinan…erê wekî transît.
Rûdaw: Mebesta te ew e ku ji Rûsyayê bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin?
Maksim Rubin: Belê, hin tiştên wiha hebûn.
Rûdaw: Yanî vîzeyê distînin û ji Rûsyayê diçin Ewropayê?
Maksim Rubin: Erê.
Rûdaw: Bi vîzeya Rûsyayê?
Maksim Rubin: Belê.
Rûdaw: Ev ne pirsgirêkeke giştî ye, gelek kes hene dixwazin ji bo bazirganiyê, geştyariyê yan xwendinê biçin Rûsyayê û paşê vedigerin Kurdistanê.
Maksim Rubin: Erê, erê.
Rûdaw: Ew dikarin vîzeyê bistînin?
Maksim Rubin: Dikarin vîzeyê bistînin.
Rûdaw: Çiqasî diajo?
Maksim Rubin: Piştî lêkolîna belgeyan û bi şertê ku dawetnameyek ji Rûsyayê hebe.
Rûdaw: Wergirtina vîzeyê çiqas dem dixwe?
Maksim Rubin: Vîzeya bilez ji du rojan bêtir dirêj nake. Dibe ku vîzeya asayî hefteyekê yan 10 rojan dirêj bike. Ez bi xelkê re diaxivim. Hinekan bala min kişand ser wan ofîsên geştyarî ku li hember hin pereyên diyarkirî hin xizmetguzariyan pêşkêş dikin û dibêjin vîze li wan ofîsan tê wergirtin lê bi nirxekî zêde wek 700-900 dolarî.
Rûdaw: Vîzeya Rûsyayê belaş e?
Maksim Rubin: Ti ofîsên me li derveyî konsulxaneyê nînin, ti pêwendiya me bi wan ofîsan re nîne, ne jî navbênkarên me hene. Welatiyên Kurd ên Îraqê dikarin ji bo wergirtina vîzeyê bên konsulxaneya me.
Rûdaw: Xerciya vîzeyê çi qas e?
Maksim Rubin: Li gorî cureyê serdanê ye.
Rûdaw: Ji 700 dolarî kêmtir e?
Maksim Rubin: Bê guman, bê guman pir, pir kêmtir e.
Rûdaw: Birêz konsul, hûn çi asankariyan didin kesên ku dixwazin li Rûsyayê bixwînin?
Maksim Rubin: Her sal…
Rûdaw: Ev ji bo kesên ku seba xwendinê diçin Rûsyayê girîng e.
Maksim Rubin: Hikûmeta Rûsyayê her sal kursiyên xwendinê li ser erkê dewleta Rûsyayê pêşkêş dike. Par jimara wan kursiyan 70 bû. Her xwendekarê bixwaze bo xwendinê here Rûsyayê, dikare daxwazê pêşkêş bike, bêyî ti navbeynkar û ofîsekê.
Rûdaw: Bi rêya online?
Maksim Rubin: Bi rêya online lîsteyeke diyarkirî ya bawername û belgeyan pêşkêşî malpereke taybet dike û pisporiya xwe diyar dike.
Rûdaw: Hûn salane çend kursiyên xwendinê pêşkêş dikin?
Maksim Rubin: 70 kursiyên xwendinê.
Rûdaw: Lê ji bo îsal 2024, çend kursî?
Maksim Rubin: Ji bo îsal, 2024, 70 kursiyên xwendinê hebûn lê em nizanin sala tê çend dibin, bê şik kêmtir nabin, reng e zêdetir bin.
Rûdaw: Em derbasî mijareke din a pir girîng ji bo we, cîhanê, Kurdan û tevahiya herêmê bibin: Şerê Ukrayna û Rûsyayê.
Maksim Rubin: Em jê re dibêjin operasyona leşkerî ya taybet.
Rûdaw: Ez rojane wê operasyona taybet dişopînim. Hûn rijd in li ser ku ji vî şerî re bêjin operasyona leşkerî ya taybet.
Maksim Rubin: Erê.
Rûdaw: Tu helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wê operasyona leşkerî ya taybet çawa dinirxînî?
Maksim Rubin: Helwesta Îraqê bi giştî û hikûmeta Kurdistanê wekî ya piraniya welatên cîhanê bêalî ye. Îraq tevlî siza û dengên şermezarkirinê nebû û em vê yekê pir bilind dinirxînin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi heman rengî.
Rûdaw: Gelo Rûsya dixwaze biçe Xarkîvê, bi taybetî ku hêzên we tenê 20 heta 25 kîlometreyan ji wir dûr in?
Maksim Rubin: Armanca sereke ya bipêşdeçûna artêşa Rûsyayê ya niha ber bi Xarkîvê ve ew e ku kembereke ewlehiyê di navbera çeperên leşkerî yên Ukraynayê û axa Rûsyayê de bê çêkirin.
Ev jî ji ber bombebarana tund a axa Rûsyayê ya ji aliyê artêşa Ukraynayê, taxên sivîlan bombebaran dike û şêniyên sivîl ziyaneke mezin dibînin. Bi baweriya min, bombebarana bêserûber ji bo tolhildana neserketina wan a li qadên şer e.
Rûdaw: Rûsya welatekî atomî û mezin e. Hevahengiyeke zêde di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û gelê Rûsyayê de heye. Herwisa hin welat hene ku piştgiriya Rûsyayê dikin, wekî mînak Çîn û hin welatên Afrîkayê.
Maksim Rubin: Çîn û welatên din dixwazin têkiliyên xwe yên asayî bi Rûsyayê re biparêzin.
Rûdaw: Lê Rûsya gefan dixwe.
Maksim Rubin: Lê helwestên bêalî jî hene, ew deng ji aliyê rojava hene ku dibêjin Çîn piştevaniyê dike, ne rast in. Têkiliyên Rûsya û Çînê ne li dijî kesî ne.
Rûdaw: Medvedev berdewam gefan dixwe. Heger Ukrayna bi çekên rojavayî li hundirê Rûsyayê bixe..
Maksim Rubin: Erê hundirê Rûsyayê.
Rûdaw: Rûsya dikare çekên atomî bi kar bîne. Ma tiştekî wisa heye?
Maksim Rubin: Wekî mînak, erka sereke ya artêşa Rûsyayê parastina gelê Rûsyayê û axa Rûsyayê ye.
Ger metirsî li ser gelê Rûsyayê hebe, em dê ji bo parastina gelê Rûsyayê hemû amûrên berdest bi kar bînin. Ez dikarim tenê evqasî ji te re bêjim.
Rûdaw: Em ji mijara operasyona taybet a Rûsyayê derkevin.
Maksim Rubin: Em dikarin bimînin, pirsgirêk nîne.
Rûdaw: Bê guman kes ne li gel şer e.
Maksim Rubin: Em ne li gel şer in. Li vir giring e ku ez bibêjim ku em neçar in berjewendiyên xwe û gelê Rûsyayê li Donbasê biparêzin. Sedema sereke ya destpêkirina operasyona leşkerî ya taybet jî ev e.
Rûdaw: Helwesta Rûsyayê li ser Rêya Bipêşketinê ya di navbera Tirkiye, Îraq, Îmarat û Qeterê de çi ye, xasma ku Rûsya nêzî wê rêyê ye?
Maksim Rubin: Rêya Bipêşketinê, peyv jî girîng e, bipêşketin yek ji peyvên herî girîng e. Em bipêşketinê pêşwazî dikin çimkî em dikarin sûdê ji bipêşketinê wergirin û gelên herêmê jî ji bipêşketinê sûdmend dibin. Em pêşwaziya projeya ku biryar e rê û rêyên hesinî jî li xwe bigire dikin, ev jî zafî baş e, ger derfet hebe em ê jî beşdarî bicihanîna wê projeyê bibin.
Rûdaw: Gelo Rûsya li ser vê projeyê li gel hin welat û aliyan gotûbêj kiriye?
Maksim Rubin: Ez niha nizanim, ez niha nizanim.
Rûdaw: Mijareke din a girîng, bila em biçin ser mijara Sûriyeyê. Ez xelkê Kobaniyê me. Ji ber hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê, gelo têkiliyên Sûriyeyê bi Rûsyayê re dîrokî, stratejîk û demdirêj in?
Maksim Rubin: Dîrokî ne, erê, temam e.
Rûdaw: Hejmara Kurdan li Sûriyê pir e û hin danûstandin di navbera Kurdên Sûriyê û serkirdayetiya Rûsyayê de hebûn. Gelo projeya Rûsyayê ya çareserkirina pirsa Kurdî li Sûriyeyê heye?
Maksim Rubin: Em ji vê xalê dest pê dikin ku Rûsya li ser vexwendina hikûmeta rewa ya Sûriyeyê li Şamê, li Sûriyeyê ye. Em sala 2015an bi armanca nehiştina terora navdewletî çûn wî welatî.
Em dikarin bibêjin ku Rûsyayê alîkariya Sûriyê û gelê Sûriyê kir da ku nekevin jêr destê DAIŞê. Em piştgiriya Sûriyeyê dikin, Sûriyeyeke yekgirtî, serbixwe û xwedî serwerî, Sûriyeyeke demokratîk û Sûriyeyeke u tê de rêz li mafên hemû çîn, kom, netew û olan, gelê Kurd jî di nav de, bê girtin.
Rûdaw: Lê gelê Kurd li Sûriyê ji hemû mafên xwe bê par e. Wekî mînak li dibistanên Sûriyeyê zimanê Kurdî nayê xwendin û di destûra Sûriyeyê de yek gotinek jî derbarê mafên gelê Kurd de nîne.
Maksim Rubin: Gotûbêj di navbera mixalefeta Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê de hene. Dibe ku niha gotûbêj rawestiyabin.
Rûdaw: Mebesta te ji mixalefetê, Rêveberiya Xweser e?
Maksim Rubin: Opozîsyona Sûriyeyê.
Rûdaw: Hevpeymaniya mixalefeta Sûriyeyê yan jî Kurdên ku desthilata wan…
Maksim Rubin: Hevpeymaniya Sûriyeyê.
Rûdaw: Hêzeke mezin a Kurdan heye, HSD wekî mînak, beşeke mezin ji axa welêt bi rê ve dibe.
Maksim Rubin: Erê, erê.
Rûdaw: Helwesta we li hemberî wê çi ye?
Maksim Rubin: Erê, gotûbêj û têkilî di navbera Hikûmeta Sûriyeyê ya li Şamê û hikûmeta xweser a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de heye, bi navbeynkariya Rûsyayê.
Ez niha rewşa gotûbêjan nizanim, ez li vir im û ne li Sûriyeyê me loma ez hûrgiliyan nizanim lê derbarê projeya Rûsyayê li Sûriyeyê, prensîba sereke ew e ku em çareseriyeke amadekirî ji bo gelê Sûriyeyê naxwazin.
Em di wê baweriyê de ne ku divê aliyên Sûriyeyê çareseriyeke guncav ji bo aliyên hevrikiyê bibînin ku ev yek pir girîng e. Berî vê Rûsyayê projeya destûrekî ji bo Sûriyeyê pêşniyar kir. Me ji carekê zêdetir hewl da alîkariya Sûriyeyê bikin ji bo dîtina çareseriyekê bo pirsa Sûriyeyê, ev zafî giring e.
Bêyî ku em ti zextekê bikin lê bi rêya qayilkirinê. Em ji vê perspektîvê kar dikin ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe ji bo gihîştina xalên hevpar, şert û mercên guncav biafirîne.
Rûdaw: Ji ber dostaniya gelê Kurd û gelê Rûsyayê, çavê gelê Kurd li Sûriyeyê, li Moskow e ku di çareserkirina pirsgirêka wan de roleke girîng bilîze yan jî qet nebe di çareserkirina kêşeyên girêdayî Şam û Kurdan ên li Sûriyeyê de.
Maksim Rubin: Bê guman em amade ne alîkariya aliyên Sûriyeyî bikin da ku bigihin çareseriyê. Ev zafî giring e û tiştekî serekî ye di rêbaza miamelekirina me de li gel pirsa Sûriyeyê. Em li dijî hebûna biyanî ya neqanûnî û destwerdana derve ya neqanûnî li wir in. Wekî mînak Amerîkî li wir in.
Rûdaw: Herwisa Tirkiye. Birêz konsul zor spas, spasîva.
Maksim Rubin: Zor spas, li ser çavan.
Rûdaw: Zor spas ji bo vê derfetê û encamdana vê hevpeyvînê li hundirê avahiya Konsulxaneya Rûsyayê ya Hewlêrê.
Maksim Rubin: Zor spas ji bo vê hevpeyvînê. Hevpeyvîneke xweş bû.
Rûdaw: Xweş bû, ev yekem hevpeyvîna min bû li gel Konsulê Rûsyayê yê Hewlêrê.
Maksim Rubin: Bi îzna Yezdan, hûn dê hevpeyvînên din jî li gel konsulên din ên Rûsyayê bikin.
Rûdaw: Zor spas.