Komxebata Zozan li Parisê berhemên xwe pêşkêş kirin

Komxebata ku bi hevkariya Enstîtuya antropolojiya civatî ya Akademiya zanistiyê ya Awûstûryayê û Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêk hatibû berhemên xwe li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, bi semîner û pêşangeyekê pêşkêş kirin. Komaxebat di meha Adarê de, sê rojan dîsa li Enstîtuya kurdî kom bibû û bi beşdariya pênc lêkolîner û hunermendên ciwan, pênc tabloyên kolajê amade kiribû.

Di komxebatê de, beşdaran tabloyên bîranînê yên sê-zerengî ku tê de serpêhatiyên dîroka kurdî ya nûjen, materyalên arşîvê, koleksîyonên multîmedya û bîra kesane hatibûn honandin, amade kiribûn.

Ji bo danasîna Komxebata Zozan û danasîna van berheman di 15 hezîranê de, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê semînerek pêk hat ku tê de beşdarên berhemên xwe dan nasandin û pêşange vekirin.

Di semînerê de li ser navê Enstîtuyê Melîs Kaya û li ser navê Enstîtuya antropolojiya civatî jî Maria Six-Hohenbalken amade bûn û proje bi berfirehî dan nasandin. Mehmet Emîr û Marina Stoilova jî bi projeksiyonê beşdarî semînerê bûn.

Weke tê zanî Zozan çêregeha havînê ye, ku di kurltira kurdî de tê wateya rêbaz, kevneşopiya xwedîkirina heywanan li çiya û deştên bilind û azadiya jiyana koçeriyê. Ji ber vê jiyana koçeriya ya ta astekê azad û bedewiya zozanên kurdî ev nav veke navê keçan jî bikar tê.

Projeya Zozan, ji sê qonaxên biwarî pêk tê, koçeriya berê û ya niha ya Kurdan, hilberîna hunerî û temsîliyeta wê di qadên navneteweyî de pêk tê. Zozan weke gava pêşîn, du berhevokên bêkêmasî yên belgeyên multimedya yên li ser civata kurd a di navbera salên 1968-2015ê de hatine afirandin hilbijartiye. Koleksiyona ango behevoka Werner Finke û ya Mehmet Emîr ji bo nîşandana çanda Kurdî a jiyana rojane mînakên hêja ne, ku di wan de şêweyên jîyanê yên kevneşopî û veguherînên civatî-siyasî dên nîşan dan. Armaca serekî ya projeyê, rêkxistina beşdariya hunerî ya li ser bingeha van her du berhevokên berfireh e. Ev beşdarî bi hunermend û lêkolînerên Kurd û ne Kurd re forma atolyeyan digire û di saziyên cuda yên Kurd û Ewropî de bîneran peyde bike. Ev pêkanîn ji aliyekî ve dihêle ku komxebat pêvajoyên domdar ên nasname, tevger û hafizeyê binexişîne û ji aliyê din ve mijarên wekî şêweyên jiyanê yên berê, bermaya çandî û dijwariyên heyî yên gerdûnîbûnê binirxîne. Zozan bi vî rengî lêkolîna di warê hunerî, pratîka hunerî û nêzîkbûnên sosyo-antropolojîk kom dike, ku şêweyên koçeriya kevneşopî û nûjen ên civata Kurd belge, analîz û (ji nû ve) pêşkêş bike.

Weke tê zanîn heştemîn komxebata Zozan ya li ser bigeha hûnerî bi pêşengiya Melîs Kaya, li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, di Adara 2024ê de pêk hatibû. Ev komxebat ji bo kesên ku bi dîroka kurdî ya nûjen, antropolojiya dîtbarî, lêkolînên bîrewerî û çîrokbêjiyê eleqedarbûn pêk hat.

Komê ji bo peydekirina awayekî nûnerayetiya van bîranînên ku gelek caran hatine tepisandin û nehatine vegotin, bi awayekî giştî ji berhevoka Werner Finke û Mehmet Emir, arşîvên wan ên şexsî, her wiha berhevoka Enstîtuya Kurdî ku ji materyalên multîmedya, hilberîna hunerî, wêje, zanistên civakî û arşîvên rojnamevaniyê sud wergirtiye.

Ekîba projeyê ji Maria Six-Hohenbalken (rêveberê projeyê), Mehmet Emîr, Eva Kolm, Eva Stockinger, bi piştgiriya Eszter Ágota Hárs û Marina Stoilova, bi hunermendên bijarte, zanyarên din û encûmeneke zanistî ya navdîsîplînan pêk tê.

Projeya çar salan ji aliyê FWF1 ve tê fînansekirin û ji aliyê Enstîtuya Antropolojiya Civatî ya Akademiya Zanistiyê ya Awûstûryayê ve tê meşandin.

Yaqûb Karademir,
Rûpela Nû

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *