Siddik BOZARSLAN
”Wek ku me li jor jî da zanîn, Xanî xwestîye salixê komeleka Kurd a dînamîk û livok û gîyanî û geş bide. Hozanê gewre, jibo nîşandan û salixdana komeleka weha, hêla Botan û bajarê Cizîrê bijartine. Cizîr serbajarê dewleta Botan a xweser e, di eynê demê da jî merkezeka çandeyî ya giring e jibo gelê Kurd. Cizîr bajarekî boş (tijî, gewz, dagirtî) e; wek serbajarê dewletê, li wir mîr û wezîr hene, esker û fermandar hene, me´mûr û kargêr hene, dewlemend û xizan hene, sûk û bazar hene, bazirgan û dikandar hene. Her celebek ji wan alîyekî jîyana bajêr temsîl dike; karên wan hemîyan hev temam dikin û bi karên wan, bi xebata wan, bi tevger û pêwendîyên wan jîyana komelê pêktê û geş dibe; komel bi wan û bi karên wan dikemile, digîje rewşeka dînamîk û livok, dibe komeleka geş û têkûz û gîyanî.
Em li çend numûneyan binêrin:
Qalkirin û salixdana pîrozkirina Newrozê di beşên 11´an û 12´an da, bi serê xwe numûneyek e jibo nîşandana komeleka weha livok û dînamîk. Di beşê 14´an da jî salixdana gêjbûn û bêhişbûna kesên ku di dema pîrozkirina Newrozê da li Sitîyê û Zînê rast hatine, dibe neynikek û ronayî dide ser geşî û boşayîya wê komela Kurd; wê komelê tîne ber çavan û raber dike.
Di beşê 19´an da, dema dayeya Sitîyê û Zînê ji falavêj dipirse ku evîndarên her du keçikan kî ne, weha salixê bajarê Cizîrê dide:
”Şêxê min, tu dizanî ku ev der Cizîr e têkda kesên giregir û malmezin û Kurdemîr e”
Di beşê 22´yan da jî, xwazgînên ku diçin nik Mîr û Sitîyê ji Tacdîn ra dixwazin, weha tên nasandin:
”Hin kesên dadkar, hin jî kesên zanyar hin kesên nexwendî, hin jî malmezin û fermandar”
Dîsa di wî beşî da, piştê ku Mîr daxwaza wan qebûl dike û Sitîyê dide Tacdîn, kesên ku jê ra sipas dikin bi van malikên ha tên nasandin:
”Bi tevayî mela û şêx û mîran axa û malmezinên giregir û feqîran
Vêkra bi devê xwe ew bûn pesindar têkda bi dilê xwe ew bûn duakar”
Di beşê 23´yan da, di qalkirina daweta Sitîyê û Tacdîn da ew dînamîkî, livokî, gewzî û geşîya komelê û bajarê Cizîrê xweştir tê ber çavan:
”Wê debdebeyê wisa anîn coşê û kelecanîyê, însan Wek ku zelzele çêbûbe, pêkve rakirin ser lingan
Bajarî gişt, ji mêran heta jinan cilên wan, xeml û xêzên wan li wan
Wek deryayeka lihevketî ya pirrpêl jibo temaşekirinê dilivîyan, dihejîyan û didan pêl”
Dîsa di wî beşî da ev salixdan heye:
”Afirî bi wî awayî ji hemî evîndaran ra cî Firfirok û find têkilhev bûn li wî cî
Sofîyan û melayan, xizanan û paşan vêkra dest pê kirin ketin nihêrtin û temaşan”
Di komeleka wisa geş û boş da, bê guman ji her celebî mirov hene; li tenişta dewlemendan û malmezinan xizan û parsek jî hene, li rexê mela û sofîyan tolaz û jinperest jî hene, li ber qencan xirab jî hene. Dîsa di beşê 23´yan da, dema qala reşandina diravan ji alîyê zavê ve li serê bûkê tê kirin, tê gotin ku ew dirav wisa pirr bûn ku xizan û parsek gişt dewlemend kirin, bi wî awayî jinperest û tolaz gişt muflis bûn, xizan û dewlemend jî hemî bûn wekhev:
”Wisa têrdirav bûn xizan û parsekên belengaz muflis bûn hemî jinperest û hemî tolaz
Xizan û parsek, têrdirav û zengîn kêfxweş û dilbikul, dilşa û xemgîn
êdî ji hev nedihatin bijartin û nedibûn naskirî Te digot qey hemî mîr in, mîrîtîya wan morkirî”
Di komeleka wisa boş û geş da elbet kesên bengî û serxweş jî hene; di wî beşî da qala wan jî tê kirin ku di dawetê da rabûne reqs û govendê:
”Çi qas ku hebûn bengî û serxweş li Botan têk rabûn ger û çerx û leystik û lotan”
Komela Kurd a ku Xanî qala wê kirîye û salixê wê daye, dînamîkî û geşîya wê ne tenê di şayî û dawetan da dîyar dibe; lê her weha, di hemî goşeyên jîyanê da dîyar dibe û tê ber çavan. Mesela, di nêçîrê da jî ew dînamîkî tê dîtin. Di beşê 36´an da, dema qala çûyîna Mîr a nêçîrê tê kirin, tê gotin ku li ser fermana Mîr mêr gişt rabûn û çûn nêçîrê:
”Şefeqê ku nîşanê wan da elamet êdî rabû di wî bajêrî da qîyamet
Mêran vekirin qertal jî, bazên wek ba jî Şêran digel xwe birin hem piling û hem tajî
Ji mirovan û lawirên nêçîrê yên wek qertal û şêr qet ferdek nema û newesta (nesekinî) li bajêr
Mirov, û ji kedîkirîyan heta kûvîyan hemî heywan û her weha zarûk, hem jî kesên aşvan û rezvan
Bi kurtî, koma mêran, ji gencan heta kalan bi tevayî kesek nema ji wan li malan”
Paşê salixê nêçîra wan tê dayîn û tê gotin ku wan gelek lawirên kûvî kuştine, gelek jî gîyanî girtine. Di dûwayîya wî beşî da, dûwayîka nêçîrê weha tê nivîsîn:
”Lawirên kuştî, ji xwe ra birin belengaz û xizanan Lawirên girtî, bi xwe ra birin mîran û xanedanan”
Yek ji goşeyên jîyanê jî, bê guman şîn e. Komeleka wisa dînamîk û geş û boş, çawa di şayî û dawetan da radibe ser lingan, di şînan da jî wezîfa xwe tîne cî. Xanî di ”Mem û Zîn”ê da qala wê wezîfeyê jî kirîye. Di despêka beşê 53´yan da dema qala mirina Memê di girtîxanê da kirîye, daye zanîn ku Botan gişt ketîye şînê û weha salixê wê rewşê daye:
”Gîyan ku ji girtîxana laş derket û cûda bû qîrîn û hewar di bajêr da rabû
Bû welwele û hewar, bilind bû dengê zarîyê bû zelzele, û hemî bezîyan çûn wê hewarîyê
Botan, Wan ji mezinan heta biçûkan ji jinan heta bigîje keçan û bûkan
Ji malmezinan, qedirbilindan û kesên giregir û mîrza û xort û kesên ji rêzê yên ne cîgir
Yek ferdek nema di bajêr da dilxweş Hemî sersem û bêhiş bûn, wek kesên serxweş
Vêkra dibezîyan bi ser Memê ve Wan derd birin bi ser xemê ve”
Dîsa di wî beşî da weha gotîye:
”Mirov û lawirên kedîkirî û kûvî, heta bigîje mûrîyan teyr û dar û ber, tewr heta bigîje tiştên bêgîyan
hemî jibo Memê dinalîyan her yek bi meqamek û awayek dikalîyan”
Tiştekî balkêş ê dî jî ev e ku, wek şayî û dawetan, di şînan da jî hemî celebên hevwelatan cî girtine û wezîfeyên xwe anîne cî. Mesela, di beşê 55´an da, hatîye gotin ku piştê definkirina Memê, Zînê çûye ser gora wî û dest bi girînê kirîye; xeyn ji wê jî, hemî kesên ji celebên cure cure girîyane:
”Esker û çekdar û mîran derwêş û gundî û feqîran
Dîlber û rind û nazenînan horî û perî û xemrevînan
Hewar dikirin hemîyan pêkve wan Digîha çerxa felekê ya şîn, qîrîna wan”
Ev şîn û girîn ne tenê jibo Memê bûye; jibo Zînê jî piştê mirina wê şîn hatîye kirin. Xanî, dîsa di beşê 55´an da weha qala şîna Zînê kirîye:
”Wan şînîyê ku berê bûbûn dilbirîndar careka dî, ji nû ve kirin gazî û hewar
Qîrînên ji gîyanên haziran, digel hewaran û feryadên siriştî yên wan temaşekaran
Ji erdê, sê roj û sê şev diçûn erşê bilind, li pey hev” (eynê eser r. 38-42)