Kobanî – Di topbarana Tirkiyeyê de dayik û zaroka xwe mirin

Li gundê Cihedeyê li başûrê Kobaniyê ji ber topbarana Tirkiye dayikek û zaroka xwe canê xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Ragihandê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Tirkiyeyê doh êvarê gundê Cihedeyê yê li başûrê Kobaniyê topbaran kiriye.

HSDyê da zanîn ku ji ber topbarana Tirkiyeyê dayikek û zaroka xwe ya 12 salî canê xwe ji dest daye.

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nêzîkî du hefteyan êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya di bin kontrola HSDyê de dikin.

Her wiha Tirkiye jî bi dijwarî hêrêma Kobaniyê topbaran û bombebaran dike û gefên operasyonê dixwe.

Di encama wan topbaran û bomberanan de heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest daye.

 

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *