KERKÛK – Rêveberiya petrolê, perwerde û îstixbarata leşkerî dê di destê Kurdan de bin

Piştî ku Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê û parêzgar hat hilbijartin, tê çaverêkirin ku rêkeftina dabeşkirina erkan a di navbera aliyan de hatiye kirin were bicihkirin.

Li gorî rêkeftinê, tê pêşbînîkirin ku qeymeqamek, rêveberiya 3 nahiyan, 2 rêveberiyên giştî bidin Kurdan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê yên ji rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi dest xistine, di çarçoveya rêkeftinê de hinek postên ku niha di destê Kurdan de ne, dê wekî xwe bimînin û hinek postên dinî dê bên guhertin.

Tê gotin ku posta herî bilind a îdarî ya ku ji Kurdan re tê dayîn, dê qeymeqamiya Dubizê be ku yek ji 4 qeymeqamiyên Kerkûkê ye.

Herwiha tê çaverêkirin ku rêvebiriyên her sê nahiyeyên Qere Hencîr,  Sergeran û Şiwanê di destê Kurdan de be ku piraniya nifûsa wan Kurd in.

Di asta rêveberiyên giştî de jî Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê û Rêveberiya Şaxê Kerkûkê ya Berhemên Petrolê jî ji Kurdan re be.

Posta Rêveberiya Polîsên Kerkûkê ji Ereban re be û Alîkarê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê jî dê pişka Kurdan be.

Mîsyoneke din a ewlehiyê ya ku dê bikeve destê Kurdan, rêveberiya îstixbarata leşkerî ya Kerkûkê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Îraqê ye.

Çi bûbû?

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *