Kemal Tolan kî ye, çima bi pey şopa Êzdiyatiyê ketiye?

Hevpeyvin bi Kemal TOLAN re

Amedekarê hevpeyivînê : Receb Dildar

Kemal Tolan kî ye, çima bi pey şopa Êzdiyatiyê ketiye?

Ez di sala 1955 de li gundê Şimzê(Oğuz köyü) yê ku girêdayî navça Beşêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xweyî

Êzdî re bume. Ez di sala 1976 an de hatime

Almaniya(bajarê Celle). Di vî wextê gava ku ez hatime bajarê Celle, hingê piraniya karkerên Êzdiyan yên ku beriya min hatibûne Almaniya haj ji pirsgirêkên civata xwe tunebûn. Gelek ji karkerên me li virê jî mîna di nava wê rewşa feodaletiya welt de dijiyan. Piştre min û  çend hevalên xwe ev rewşa civaka me ya paşverû danasandin û me li dijî vê xwe nenasîn û wan pirsgirêken hingê hebun di sala 1976 de  “komela karkerên ji Tirkiyê hatine” li bajarê Celle da damezirandin. 

Dûre ez dîsa ji ber wan hinek pirsgirêken feodalên di nava civaka me yên li bajarê Celle de hebûn reviyam û hatime  bajarê Oldenburg ê . Min li Oldenburgê, di sala 1981 an de dest bi karê wergeriya zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî kir. Her weha li virê jî me Kovara “DENGÊ ÊZIDIYAN” derxist û bûme yek ji damezerên “Komela Çandê dîne Êzîdî “ ya ku di sala 1994 de li bajarê Oldenburgê hatiye damezirandin. 

Min heta neha ji bo ku Êzdî jî karibin xwe bi rêxistin bikin(yanî ji jiyana xwe ye nû fêhm bikin, dahin û standinên xwe yên bi nivşên nû re zêdebikin, karibin dînhebandina Êzdiyan zeximbikin û bidine naskirin, qewl, duha û zargotên xwe tomarkin, kultûra netewî(bi taybetî jî xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî) biparêzin û bi rêvebirên li Lalişa nûranî(Meclisa rûhaniyên Êzdiyan) û bi hemû ilimdar, dîrokzanê nas-xerîbên dostên Êzdiyatiyê re xurttir bikin û hwd.) gelek gotar û lêkolînên nivîsandine û ev tevjî di gelek malper, rojname û kovarên Kurd û Êzdiyan de hatine belakirin. Dûre min hinek ji van gotaran di her dû kitabên xwe*(2 û 3)de weşandin . 

Ez zewicî me û vêga bavê pênc(sê kur û dû keçan) zaroka me. 

Min jî wek, neferekî civata ola Êzdî dixwast netew û ola xwe nasbikim. Di vê babetê dîroka netewî û ola xwe de gelek pirsên min hebûn. Dilê min dixwast ez zanibim, ka ew mêr xasên Êzdiyan, yên kû zordaran xwe ji wan didan paş, di Kurdîstanê de xwediyên kîjan erdan bûn û ka ew çewa û ji kengî ve li ser erda xwe jiyan ne? Gelo ji ber çi neyarên netewa Kurdan hê jî dibêjin:“ji ber ku Êzîdî ji çand û ola xwe ya kurmancî re xwedî derdikevin, gereke ew zimanê di devên wan de bêye birîn!.“

Ji bo ez karibim bersiva vaqas pirsan bidim, min gelek pirtûk, lêkolîn û berhemên li ser vê olê xwandin. Min dît, ji bo ku dujminên ol û netewa min bikaribin Êzdiyatiyê ji holê rakin, ewan di navbera Êzdiyan û olên cînar da gelek neyartiyê çêkirine, gelek tiştên ne rast derheqa Êzdiya de gotine, mînak dibêjin, “Êzîdî mithraîzmî, mazdaîzmî, zerdûştî, sabî, buddhîzmî û w.d.ne”, hineka  gotiye, “Êzdiyatî ji ber ola cuhuyan, mesîhiyan anjî ya musilmanan zêdebûye” û hinek hêjî dibêjin” Êzdî ji dêw, hov, cinikan û w.d. bawerdikin” Her weha dîsa bi dehan caran fetwa derxistine û gotine, “kî neferekî Êzîdî bikuje, ew guhnê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d.“ Bidime xwanê, ji ber van nerastiya  ewan bê hêjmar Êzîdî di Kurdîstanê û di welatê xwe de bi xayîntî kuştin û qetilkirine. Çiqas ziyaret, paresgehên Êzdiyan wêran bûn, gelek qewl û dûayên me hatine ji bîrkirin. 

Min xwast ji xuşk û birayên xwe yên Êzdî ra bidime xwanê ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê bidomînin. Divê em Êzdî jî ji berpirsyariya xwe ya îro re zêdetir xwedî derkevin, bes gunehê xwe bavêjine ser milên pêşiya û barê xwe jî ciwanan re nehêlin. Bila xwandevan û rizgarî xwazên netewa Kurd jî weke min ji astengî û pirsgirêkên             hebûn   û          tûnebûna          me       Êzdiyan agehdarbin. Ev berxwedan, ferman, şehîd, nav, deng, ked, zilm û zora Kurdên resen bê naskirin û ji bîra ne bin……….

     Kemal Tolan û Mîr Tehsîn

Berî ku hûn çûn Ewrûpa , zaroktiya we çawa derbas bû? Têkiliyên we û musulmanan çawa bûn, hûn çima çûn Ewrûpa?

– Zarokatiya min di nava belangaziyê da û heta perwerde ya dibistana bingehîn ya pênc salan li gundê Şimzê derbasbu. Dûre min dibistana navîn sê salan li qeza Bişêrî yê xwand. Di wextê perwerdeya dibistana navîn de gelek neheqiyên nenasîna Êzdiyatiyê lê min dibun. Ji ber wê zilm û zorê jî min nikarîbû di herêma wîlayeta Sêrtê de herime Lîse(Gymnasium)ê bixwînem. Ez ji ber vê paşverûtî û nezaniyê reviyam çume Wêranşehîrê û min perwerdeya Lîse(Gymnasium)ê li virê qedand. 

Ez dikarim li goriya serpêkhatiyên şexsê xwe û zargotinên me bibêjim, di her wextî de zora paşweruyên li herêma me û karmendên dewletê li ser me Kurdên Êzdî gelekî zêde bûye. Zordaran hercarê bi alîkariya hevûdinê qiz û jinên me Êzdiyan bi darê zorê birine musilman kirine. Her weha rewşa parastin û aboriya me Êzdiyên li bakurê Kurdîstanê, timî ji ber destê zilm û zora beg, axa, Kurdên nezan, walî û jendirmên dewletê pir dujwar bû. Me Êzdiyan ji ber zilm û zora dewletê, beg, axa û Kurdên nezan nikarîbuye tûcarî xwe di nava welatê  bav-kalan de azad bidine nasandin, weke xelqê alemê biçine dibistanan û hûnerekî dinê fêr bivin anjî bi der û dora xwe re bi hêsanî bikevine nava pêywendiyên fireh. Ji xwe heta sala 1946 an ku mektep li gundê Şimzê vene buye, wekî dinê tû dibistan(mekteb)ên Tirkan li nav herêma welatê Xaltiyan(Êzdîxanê) û çiyayê Xerzan de tûne bune û heta hingê jî tû kesekî Êzîdî nikarîbû ye qet bi zimanekî bi nivsîne anjî bixwîne.

Ez ji dîroka fermanên bi serê me Êzdiyan ve hatine fahm dikim ku, ji ber van kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek dostên Êzdî hêjî sed û hedên (urf û adetên) me baş nas nakin û lewma hêjî heta vêga gelek nêrîn û agehdariyên ne rast li ser dîn û netewa me yê herî kevn têne belakirin. 

Ax, sedemên hatina me Êzdiyan e Ewrûpa yê ne evqasin, dema merivek bixwaze ji bermayên zargotinên me li ser wan zahmet û neheqiyên seba ku Êzdiyan di her wextî û deverê de çand, libas, ziman û dînê Kurdan parastina binivisîne, ew di kare vêga jî gelek kaset û pirtûkan dagire. Min jî li goriya derfet û zanîna xwe di kitêbên xwe*(2 û 3) de bi taybetî jî di *3 rûpel 322-356 de bahsa hinek ji van sedeman kiriye.

Kitêba we ya bi navê “Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê” gelek bal kişand, armanca we ji nivîsandina vê pirtûkê çi bû?

– Min xwast di “Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê” de bidime xwanê, dema meriv li dîroka me Kurdan û bitaybetî jî hinga li ya me Êzdiyan birêne, merivê bivîne ku bingeha ola Kurden resen û bitaybetî jî babetê rewşa me Êzdiyan gelekî kevn û berfire ne. Bidime nasandin ku hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd, Êzîdî û biyanî li ser rewşa jiyan û ola Êzdiyan gelek tişt nivîsandine. Lê piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in. Ewan zaniyarên xwe ji ber devên şexsên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên musilman û Êzdiyên sade(normal) bi rişwetê standine. Weha gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.Heta îro jî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin „ Ez rewşenbîr û niviskarim“ ,bi teybetî li nava tevgera rizgarî xiwaza gelê Kurdîstanê dene û ev na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ev kesan dîroka Êzdiyatiyê şêlû didine xwanê.

Min xwast bihindikayî bidime xwanê ku, di wî çaxê ev 72 dû ferman li Êzdiyan rabûne û Êzîdî koçber bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin û nivîsandin ji Êzdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer û fermanên bi serê Êzdiyan ve hatine, tenê bi gotin û stranên dengbêjan di nava gelde hatine xweyakirin. Eşkere bikim ku gelek serpêkhatên Ezdiyan hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û şîrove kirin. Bi hezaran tiştên me yên baş, di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne û em hew dikarin îro wan buyeran derxînin……

Ez nabêjim, min karîbû di van herdû kitêben xwe*(2 û 3) da hemû pirsgirêkên dîrok, netew, çande, ol, ferman, koç û qerkirina me Êzdî/Kurdan zelal bidime xwanê.

Min xwast bi vî karê xwe bala hinek ji dîroknas û lêkolînerên Kurd û xerîban bikişînime ser kevnariya netew û civaka me û karibin ji vê xebata min fêdebikin . Her weha ev bibe handanek ji wan re, kû ew karibin hê zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gehîştiye û ew pê zanîbin kombikin û bi weşînin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbim gava ku ew jî vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkirinê.“zelal bikin. ……

We di gotarên xwe de bal kişand ser dîroka Ûrartiyan û we wan wek pêşiyên Êzidiyan bi nav kir. Hûn çawa gihîştin vê encamê?

– Na bira, min di lêkolîn û kitaba xwe(*3 rûpel:282-292 )da  dîtina xwe gelekî eşkere kiriye û vêga dîsa jî weke ku di çavkanî*4(rûpel:39 û 183-193) de dibêjim, “gelek dîroknasên Cihanê hene û dibêjin: “Xwedayê bi navê Haldî ne tenê li ba padîşah û dewleta Urartuyan pîroz buye, ev baweriya bi Xwedayê Xaltî hêja di dema beriya avakirina dewleta Urartuyan de jî li ba evd û dînên Mezopotamiya yê hebuye û ew hingê jî pîrozbuye*4.)” 

Dîsa min di kitêba xwe de, bi taybetî jî di *3: rûpel 288 heta 291 an de kevnariya ola Êzdîtiyê bi çend sebeqên  qewlên me daye xwanê û dûre dibêjim: “Ez jî wekî ku di ilm û qewlê me de hatiye gotin  bawerdikim û dibêjim; Heta Êzdiyatî neyê şîrove û nas kirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be. Di qewl û duayên me de xweş xwe ya ye, ku Êzdiyatî  ne tenê di wexta Uratuyan de hebuye, Êzdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê ye. Hinga ku dîroknas û lêkolînvan karibin van qewl û duayên me Êzdiyan baş şîrove bikin û ev ewrê reşî tarî li ser dîroka ola Êzîdî  rabin, dê ev kevnariya ola Êzditiyê, ya ku haveynê mirovatiya Mezopotamiya yê û bi taybetî jî ku xizna nasnama gelên Kurd e zelal bibe. “ Dîsa li ser vî babetî, binêren li *1 û *3:rûpel:403-410.

Gelo derfetên vegerê çêbibin, hûnê vegerin welat, hêvî heye?

Weke ku min gotî, wusa gelek ji xwandevanan jî dizanin, piraniya me Êzdiyên ji bakurê Kurdîstanê ji ber zilm-xezeba “birayên me “ yên alîcîh û dewleta Tirk  ji ser axa bav-kalan dûr ketine. Her çiqas eva serê çil salî em li Almaniya yê dijîn jî, hêjî hemû xewn û xeyalên me li ser wê axa haveyînê mirovatiya cîhanê ye, diçin û têne ber çavên me. Herçiqas îro dewleta Almaniyayê stara xwe dabe ser me jî, em ewên ku pir derd û belayên li Kurdîstanê bi serê me va hatine tev ji kerba wê axa xwe ya pîroz nesaxin.  Em serpêkhatî û bîranînên xwe ji zarok û nebiyên xwe yên ku li ser axa Almaniya yê de çêbûne ra jî timî dibêjin. 

Şikir ji Xwedê ra û mala rêvebirên vê dewleta em tê da dijîn avabe, êdî livirê hêjmara zarok û nebiyên me ji ya me gelekî zêdetire. Piraniya van zêdebûnen(zarok û nebiyên) me hêja welatê bav-kalan bi çavên xwe ne dîtine û gelek ji wan li virê di xwedîkirina çand, ziman, rêvebiriya mal û karê xwe da serkeftî ne.  Êdî piraniya berpirsyariya kar û barên me bi pêşketin û xwedî lêderketina van zêdebûnen me va girêdaye. Eger em vêga dahin û standsinên xwe bi zêdbûnên me ra xurt nekin û em nikarîbin urf,adet û çanda xwe bi wan şêrîn bikin, gelke ji me û ji wan dê hew karibin rêya vegera welatê bav-kalan bivînen. Ji xwe va rewşa me ye îro jî li ber çava ye……….

Bi dîtina min, divê kes vê mijarê tevî hevûdinê neke û nebêje “pirsgirêka azadiya olan jî bi pirsgirêkên siyasî ve girêdayine û heta mafê siyasiya Kurdan neyê naskirin, ev pirsgirêkên Êzdiyan jî nayêne pejirandin“. Ez dîsa eşkere dibêjim, heta hêz û rêxistinên me Kurdan û bi taybetî jî ev rizgarîxwazên ku vêga di nava me û zêdebûnên me da xebata netewî dikin, nikarîbin di teorî û piratîka xwe ya vêga de jî mafên kesayetî, civakî, olî û hwd. ê bi tifaqeke bê firq û meyîlê dike ra xwedî derkevin, dê sibê jî kes ji me nikarîbe vegere welat. 

Hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê van cûdetiyên dinava ol û netewên li Kurdîstanê de hene û hêjî çêdibin, baş nasbikin û bikaribin van birînen di nava Êzdî, musilman, mesîhî, cuhu, elewî, sabî..û hwd.ê de hene derman bikin.

03.03.07                                               

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *