Siddik BOZARSLAN
”Mirov dişê edebîyatê bişibîne laşek, hunerê jî bişibîne gîyan; laş çawa bê gîyan najî û wezîfe nabîne, edebîyat jî bê hunerê vala û pûç dimîne, bi kêrê tiştek nayê û nikare dilê mirovan ber bi xwe bikişîne. Mesela, ku evîndarek bêje ”yara min pirr rind e, çav û birûyên wê pirr xweşik in, dêmên wê sor û geş in”, ev peyv nabe edebîyat. Lewra hunerek tê da tune; di peyvên rojîn ên adetî da tiştên weha her tim tên gotin. Lê belê huner ew e ku evîndarek bejna yara xwe bişibîne şaxeka ter û teze, çavên wê bişibîne çavên xezalan, birûyên wê bişibîne kevanan, bijangên wê bişibîne tîran, dêmên wê bişibîne gulan yan jî dendikên hinaran; hingê ev peyv dibe edebîyat û dilê guhdaran yan xwendevanan ber bi xwe dikişîne, wan tîne kelecanîyê.
Huner ne ku tenê ji edebîyatê ra gîyanekî pêwist e; lê her weha ji folklorê ra jî dibe gîyan. Xasma sitranên gelî, mirov dibîne ku hunereka mezin a gelek dilkêş di wan da heye. Di sitranên dilan da yar tên şibandin bi xezalan, bejnên wan tên şibandin bi tayên rîhanan, dêmên wan dibin gul û dendikên hinaran; di sitranên eşîrî û mêranîyê da jî mêrxas û şerkaran ra tê gotin ”bavê xezebê”, ”gamêşê dehlê”, ”gurê meha sibatê”, ”beranê mêran”, ”beranê çargurçik” û wd.
Dema mirov li edebîyata Kurdî ya Klasîk dinêre, mirov vê hunerê û hunermendîyê di hemî helbestên Kurdî da dibîne. Mesela, hozanê Kurd ê gewre Melayê Cizîrî, yara xwe ya şox û şeng şibandîye stêra Zuhre, heybet û sawa awirên wê şibandîye heybeta pilingan, xalên rûyê wê şibandine misk, dêmên wê şibandine mirarîyan, gerdena wê şibandîye findek, liv û leyza biskên wê li ser enîya wê şibandîye govendê. Yareka ku ew qas xweşik be, bê guman dilê evîndarê xwe talan dike û dibe:
”Şox û şengê, Zuhrerengê
dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
dil ji min bir, dil ji min
Wê şepalê (narîn û nazik û şeng), miskexalê
dêmdurê, gerdenşemalê (gerdenfind)
cebheta (enî) biskan sema (govendek) lê
dil ji min bir, dil ji min”
Hozanê Kurd ê mezin Melayê Bateyî jî di helbesteka xwe da yara xwe şibandîye findeka şeva tarî, nûra şeva Leyletulqedrê û Şevberatê, kulîlka baxçeyê Îremê, dêmên wê şibandine pirtûkek, zulfên wê şibandine notên li ser metnên pirtûkan, xalên rûyê wê jî şibandine nivîsarên axiftinê yên li ser pirtûkan:
”Subh û êvarê, şeva tarî, şemala kê yî tu?
Leyletulqedr û Beratan, nûrê mala kê yî tu?
Çîçeka baxê Îrem, şoxbejn û bala kê yî tu?
Bi Xwedê kî bêje min, kanê şepala kê yî tu?
Dêm kitêb e, zulf e haşî, şerhê xala kê yî tu?”
Eger kesek bêje ”bilbil evîndarê gulan e”, ev nabe huner; lewra ev peyv peyveka adetî ye. Lê belê eger hozanekî gewre û hunermend ê wek Feqîyê Teyran digel bilbil bipeyîve, ew dibe hunereka gelek dilkêş û şîrîn:
”Feqî we gote bilbil: Tu bilbilek sewda yî
İşqa te, ya mecaz e (ne rastîn); yara te bêwefa yî
Dosta ebed bixwaze, da lê nebit fenayî
Bilbil dîsa xeber da: Qismet cara ewil bû
Aşiq bûme li werda (gulan), maşûqa (yar) min sorgul bû
Lew ez dikêşim derda, li min birîn-i kul bû”
Di edebîyata Kurdî da, yek ji hunermendên gewre û hostayên tuwana jî, bê guman Ehmedê Xanîyê nemir bûye. Wî ne ku tenê çîroka evîna keçek û xortek nivîsîye, ne ku tenê dastaneka neteweyî afirandîye; lê her weha esereka wisa amade kirîye ku ji alîyê edebîyatê û hunerê ve jî di tenga bilintirîn da ye, di tepelê da cî girtîye. Em´ê di vî beşî da jî hin numûneyên hunerî ji ”Mem û Zîn”ê biguhêzin û bînin ber çavan.